Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Li hemberî mekanîzma çapemeniya dijber; Ragihandina Azad’

29/06/2025
in ROJEV
A A
‘Li hemberî mekanîzma çapemeniya dijber; Ragihandina Azad’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku tecrûbe û pêvajoyekî nû ya ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re hat destpêkirin, ev tecrûbe di aliyê pisportiyê de lewaziyên xwe hebû, lê li bermaberî mekanîzma çapemeniya dijber heta astekî xwedî rol e.

Derbarê rola ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mele Îbrahîm bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Rewş û rola saziyên ragihandinê û rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çi astê de ne?

Rêjeya saziyên rojnamevanî û rojnamevanên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin? asta azadbûna ragihandinê û asta ku serbest xebatkirina rojnamevanan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tu wê zelal nîşan dide. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 90 saziyên ragihandinê dixebitin, di nav wan de yên herî pêşeyî û navnetewî hene, li kêlek wê zêdeyî hezar kesî/ê di van saziyan de xebat dikin. Ev jî li gorî erdnîgariyeke wiha biçûk, rêjeyekî pir bilind û baş e.

Em nabêjin ji sedî sed ragihandin heyî ya niha dikare bibe bersiv ji bo rewşên ku vê gavê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê, Rojhilata Navîn û tevahî cîhan tê re derbas dibe. Lê rolekî xwe ya girîng dilîz e. Wekî ku tê zanîn piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê gavên pir mezin di asta rojnamevanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin avêtin. Piştî rûxandina rejîma Baas û herwiha rewşên ku vê gavê li Rojhilata Navîn tevahî rû didin, em dibînin ku rojnamevanên me dixwazin hîn bêtir pêşketinekê ava bikin.

Dijîtiya ku li ser gel û şoreşê çê dibe, heta astekê rojnamevanên me dikarîn bibin deng û rengê gel û vê herêmê, heta dikarin bêjin ew bûn wek nûnerên devkî yên herêmê ji bû tevahî cîhanê. Tevî kêmasiyên ku derketine, lê ema rolekî wiha girîng, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê gavê tê lîskandin, dibe ku asta pisporiyê kêmbe jî, lê ji demên berê baştire. Ji ber ku her diçe pisprortiya ragihandinî pêş dikeve. Ji bo wê em dikarin bibêjin rewşekî rojnamevanan heta astekî ku tê qebûlkirin heye, lê kêmasiyên xwe jî hene ku hîna tam nebûye bersiv ji şoreş, gel û bûyerên ku niha têne qewamdin û kêmbûyîneke xwe heye, lê dîsa jî hewldanên pir mezin li hemberî reşkirin û tarîkirina xebatên ku li vê herêmê tên kirin, hene û gelek caran rojnamevanên me dikarin dengê gel di asta navdewletî de, bighînin.

Wekî beriya niha jî min anî ziman tecrûbe û pêvajoyekî nû ya ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re hat destpêkirin. Ev tecrûbe heta astekî di aliyê pisportiyê de lewaztiyên xwe hebû. Lê li bermaberî mekanîzma çapemeniyê ya dijber bi taybet ên dewletên desthilatdar û dagirker de, bi rastî jî hewldanekî mezin a Ragihandina Azad hebû ku dikarîbûn van pênase û dîwarên ji batonê hatibûn avakirin, bişkînin. Herwiha rojnamevanên heyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarîn heqîqetê bidin pêş, di gelek deveran de jî ew propaganda û şerê taybet ê ku li dijî herêmê dihat meşandin ji bo raya giştî, vala derxînin.

Ragihandina Azad wê çawa bibe sîwana giştî ragihandina li Sûriyê? Û çawa dikare ezmûna demokratîk derbasî Sûriyê bike?       

Di tevahiya Sûriyê û cîhanê giştî de ragihandinekî ku tu bêje serbixwe tuneye. Lê ema pênûs û kamîreyên azad yên xurt hene. Lê di deverên dîtir ên Sûriyê de azadî nehatiye peydakirin, yan tu bi desthilatdariyê re be yan tu nikare bixebite, ev rêje li Sûriyê heta astekî li pêşe û hîna tam ev yek nihatiye şikenandin. Ji bo wê wekî ku çawa şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê gavê nimûneye ji bo tevahî Sûriyê û tecrûbeya Rêveberiya Xweser jî tekane çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye, di asta rojnamevanî de jî rêjeya azadiya rojnamevanî ya heyî tevî kêm û kurtiyên xwe hene jî, lê heta astekî bilind dikare bibe bersiv ji bo rewşên tevahî Sûriyê. Di heman demê de dikare bibe xwedî heman helweset û xwedan rêbazekî ku karîbe “Çapemeniya Azad” di tevahî Sûriyê de li pêş bixîne. Wekî ku berî niha jî min gotibû; tevî kêmasiyên di pisporiya meselkî de, lê di aliyê ramyarî, pênaseya azad û ya rast ku heqîqeta heyî bidin pêş, dikare bibe sîwan û nimûne ji bo pêşxistina ragihandin û rojnamevaniyê li tevahî Sûriyê.

Astengiyên ku li pêşiya ragihandina dengê civak û heqîqetê derdikeve çi ne û çawa dikarin van astengiyan derbas bikin?

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna jî di asta pisporiyê de lewazî derdikevin û pêdiviyên me hene ku di vî alî de em xwe li pêş bixin. Ji ber gelek caran em nikarin bibin bersiv ji bo liv û tevgera ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibe. Lewma pêwîstiyeke hîn bêtir di lêhûrbûna di derbarê Ragihandina Azad çi ye û gerek em çawa Ragihandinekî Azad li pêş bixînin, di vî alî de pêwîstiyên me bi perwerdeyê hene. Astengiya dîtir ew e ku li vê herêmê bi taybet wekî ku çawa heta demekî dirêj dorpêçekî siyasî û aborî hebû, dorpêçekî rojnamevanî jî hebû, wekî likeyekî reş li ser herêmê hebû, ji bo rastî û heqîqetên ku li vê herêmê tên jiyankirin dernekevin derve, ji bo wê di asta rojnamevanî de jî tarîtiyeke bi vî rengî hebû. Îro hêdî hêdî ev taritî dişke û dîwarê desthilatdariyê tê hilweşandin. Lê dema em pêşketineke berbiçav di asta pisportiyê de çê bikin, em ê karibin hîn bêtir heqîqeta ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyankirin, pêvajoya ku tê meşandin û destkeftiyên ku gel bidest xistin û îro li pêş dikevin, bidin pêş, wê demê birastî em ê bibin bersiv. Ev her du mijar mijarên herî ku vê gavê zehmetî tê de tên kişandin, dema em van derbas bikin, em ê gavên mezin bavêjin.

Di rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê û giştî cîhanê de çi ji raginandinê tê xwestin?

Vê gavê hewcedariyeke me berî her tiştî bi ragihandinekî welatparêz heye. Ragihandina welatparêz ew ragihandina ku bi rastî jî bikarîbe vî gelî, vê herêmê ji taritiyê derbixe. Bi çi derbixe jî? Heqîqet nîşandayîna vî gelî û analîzkirina rewşên heyî bi awayekî vekirî, ji gel re îfadekirina vê na erkekî ragihandinê ye. Ji bo wê pêwîstiya me vê gavê bi ragihandinekî welatparêz heye ku karîbe gel li ser rastî û heqîqeta şoreşa wî perwerede bike, hem li bermaberî êrişên ku têne kirin bi rêya karmîreya xwe, nûçeyên ku têne amadekirin û projeyên ku têne pêşxistin, bisekine. Pêwîstiya dîtir ragihandinekî biwijdan lazime, ragihandinekî ku birastî ji bin sîwana desthilatdariyê û dagirkeriyê derkeve, ev jî ji bo ragihandina navnetewî jî derbasdare. Ragihandina ku îro li cîhanê tê kirin, ragihandinekî di aliyê siyasî de li pêşe. Ji ber wê heger em bixwazin cîhanekî aştiyane ava bikin û di Rojhilateke Navînî azad ku her kes tê de bi nasnameya xwe jiyan bike, gereke em saziyên ragihandinê ji bin sîwana van hêzên dagirker û hegemonîk derxînin, di vî alî de jî rastiyê bidin pêş, nebin amûr di destê van proje û xerabiyên hêzên hegemonîk ku dixwazin bikin. Bi rastî jî pêwîstiya me bi ragihandinekî bi vî awayî heye ku bikaribin di rojên pêş de bibin deng û rengê gelê xwe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.