Ahmet Aktaş
Di çarçova pêvajoya Aştî Û Cıvaka Demokratık de, ji aliyê KMM(IHD) ve, li Amedê konferansek 2 rojan a gihandina cem hev a malbatên şehîdên Tirkiyê û Kurdistanê pêk hat(21-22 Heziran 2025).
Giringî û watedariya vê konferansê, mirov dikare di kesatiya du malbatan de, bi zelalî bibîne.
Yek; ji Tirkiyê malbata Eren Bulbul, dudu; ji Kurdistanê malbata Ugur kaymaz bû.
Ugur Kaymaz, di 21’ê Mijdara 2004’an de li Qosera Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hatibû şehîd kirin.
Eren Bulbul, di 18’ Tebaxa 2017’an de li Maçka Trabzonê di şerê navbera leşker û gerilla da şehîd ketibû.
Ji xwe di peyamên dayikan de jî mirov aşkere dibîne ku çendîn li dijî şer û cengêne, belê berovajî alîgirên aştiyê ne.
Dayîka Erenê 15 salî Ayşe Bulbul wisa dibêje: Ez silavê li we hemû beşdaran dikim û jiber tenduristiyê nikarim beşdarî civîna we bibim xemgînim. Ez piştgriya aştîyê dikim. Kurê min şehîd bû, bila êdî dilê ti dayikên din ne êşe. Di bedena kurê min de 17 gule derket…min xwest van hestên xwe bigihênim we. Ez hewldanên we gelek bi rûmet dibînim. Ez razî nabim ku ti dayikên din, ji ewladê xwe cuda bibin. Ma ez aştiyê ne parêzim lê çibikim?..
Dayîka Ugur Makbule Kaymaz jî wisa dibêje: Ji ber pirsgrêkên tenduristiyê ez nikarim beşdarî konferansê bibim xemgînim. Ji bo keda we ya hêja ya aştiyê mala we ava be. Kurê min hîn 12 salî bû, li gel bavê xwe bi 13 guleyan şehîd ketin. Ewqas sal in ez, weke dayîkek bargiran vê êşê dikişînim. Ji bo ku ev êş nekeve dilê ti dayikên din ez li vira me. Ji bo em rêyên bihevrejiyanek di nava aştiyê de bibînin li vira me. Êdî em naxwazin, ne li Kurdistanê, ne li Tirkiyê û ne li ti deverên din zaro werin kuştin. Me ewladên xwe ji dest dan belê em naxwazin hêviyên xwe ji dest bidin. Êdî em hêsrê çavan naxwazin, belê em edaletê, wekheviyê û aştiyê dixwazin…
Di vê mijarê de divê du xal bi zelalî were naskirin, yek; sedemê vî şerê û her wiha gunehbarê van kuştin û şehadetan dewlet e, dudu; di van her du peyamên pîroz ên her du dayikan de jî pir zelal tê dîtin ku, ji kîjan alî an ji kîjan gelî dibe bila bibe, yên herî dilêş û kezebşewitî dayik in û va ye ew bixwe çendîn li dijî şer in, belê çendîn alîgirên aştî û jiyana hevparin, li ber çava ne!
Her wiha carek din, pir zelal xuya dibe bang û pêvajoyên çareseriyên ku Rêber APO pêşkêş dikin, çendîn rastin û lewma divê herkes bi dilsozî lê xwedî derkevin û bi çalakiyên wisa corbecor destê Rêberê xwe xurtir bikin, da kû zûtir ev pêvajo bigihêje armancên xwe yên bingehîn.
Jiber ku dudilî û fêlbaziyên dewletê ticarê xelas nabin, heke ne gelek hewcedar û naçar bin, nêzî aştî û jiyana hevpar û wekhev nabin.
Lewma divê em ên dilêş û kezebperitiyên bi hesreta azadiyê û jiyana azad a wekhev, xemsariya nekin, bi lez bibin têkoşerên vê pevajoya hêja û çalakiyên mîna vê Konferansê.





