Sîpan ŞÎNDA
Gotinek ya pêşiyên Kurda heye; dibêjin mirov darê di bin xwe re nabire. Hinga mirov dar di bin xwe re birî, mirov bi xwe ji bi darê ve li erdê dikeve. Heçî kû Kurdin, pirr dibêjin lê belê gelik kêm dipêjin. Ango gotin û kirinên wan gelek ji hev dûrin. Ev ji qelsiyeka gelik mezin e di jiyanê de. Gelo ma çi tişta kû mirov dibêjin, mirov dikin ji? Mixabin na! Heke welê biya niha jiyan û cîhan wê ne di vî halî de biya. De ka werin em hinekê li ser rewşa Kurdan û Kurdî biaxivin. Heçî Kurdin, neteweka xwelîserin. Di jiyanê de ewqas tengî, xizanî, penaberî, sergum, kuştin, girtin, talankirin, malxirabîn… dibînin, tev ji bû çî ye? Ji bûna jiyandina ziman, çand û netewa xwe ye. Lê mixabin dema tê axavtina zimanê xwe, pirrê wan ji axavtina bi Kurdî direvin. Çima? Min ji gelek kesan bihîstiye kû dibêjin: “Ez çêtir dikarim xwe bi zimanê Tirkî/Erebî bînim ziman.” Hinek ji dibêjin: “Mirov nikare bi Kurdî li ser polîtîkayê, wêjeyê, zanistê biaxive.” Hey agir bi mala we ketîno, piçkê însaf, piçkê ehlaq! Yek, di hemî lêkolînên zanistî de hatiye piştrastkirin kû, zimanê mirov dikare herî baş pê biaxive zimanê zikmakî ye. Du, zimanê Kurdî, her çend xwendayên Kurdan xwe lê nakin xweyî ji, zimanekî ji aliyê peyvan ve yê herî dewlemend yê gerdûn e. Beriya çend rojan malpera Wikipedia lêkolîna xwe ya dawî ya li ser zimanan eşkere kir. Kurdî bi 721599 peyvan di rêza 9 an de ye. Wikipdia yê tenê peyvên di cîhana dîjîtal de esas girtine. Lê ez dizanim kû bi deh hezaran peyvên Kurdî yên di nava gel de tên bikaranîn û hêj neketine jiyana dîjîtal de hene. Dîsa di lêkolîneka beriya niha hatiye kirin de, Kurdî di nava 6 hezar ziman de, ji aliyê xurtbûnê ve di rêza 31 an de ye. Gelo ev mînak ji bû wan Kurdên kû ji bona Kurdî neaxivin li hêceta digerin, tiştekê dibêjin yan divê mirov bi kerana li serê wan bide. Gelo çend ziman din weke Kurdî di bin zor û zextê de, ne zimanê fermî, ne ji yê perwerdehiyê lê hê ji evqas xurt hene? Divê di jiyanê de mirov hinekê bi ehlaq tevbigere. Ew dayîka hinde zehmetî mirovî ve dibîne, bi zimanê xwe yê şêrîn xwe hezaran caran gorî mirov dike, landika mirov dihejîne û bere ele ele û loriyan dibêje, çawa mirov li hemberî zimanê wê bêehlaqiyê bike? Ew zimanê kû we zikê xwe pê têr kirî, we xeber pê dayîn, we henek pê kirîn, we gotinên evînî pê gotîn; ango hûn pê mezin bûyîn, çawe hûn dikarin xiyanetê lê bikin? Ziman kehniya mirovî ya jiyanê ye; divê mirov wê kehniyê li ser xwe neçikîne. Nizanim bala we kişand yan na; min negot nebire; min got neçikîne! Di nava van herdû peyvan de ferqeka girîng heye. Hinga te kaniya avê li ser xwe, yan ji hinan birî, dema lazim bû tu dîsa dikarî wê avê berdî. Lê hinga te kehnî çikand, êdî tu bixwazî ji tu nikarî avê jê vexwî. Kehniya xwe neçikînin; paşê hûnê ji têhna ziwa bibin!






