Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ha li Tirkiyê ha li Sûriyê, Erdogan her difiroşe

24/08/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Tayên spî û reş wê ji hev derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs HENAN

Demeke di derbarê şer û pevçûnên li Idlibê û Hemayê de analîz tên kirin. Hinek texmîn û hinek jî tekez dikin ku; pêşketinên hêzên rejîmê li ser hesabê çeteyên Tirkiyê li gorî lihevhatina Rûs û Tirkan e. Di vê lihevkirinê de tê gotin ku; di berdêla Idlib de Rûsya destûr daye Tirkiyê ku êrişî “rojhilatê Firatê” bike. Di vê xalê de kesekî hewl neda zehmetiya pirsa: “gelo li ‘rojhilatê Firatê’ Rûsya xwedî çi hêzê ye ku destûra êrişan bide yan nede?” bikêşe. Xalek din ya girîng ku girêdayî vê yekê heye, ew jî; divê neyê jibîrkirin ku Rûsya him mutrfîkê Amerîka li Sûriyê û him jî li kêleka hinek hêz û milîsên dîtir ên nola Îran û Hîzbûlah, mutefîkê Tirkiyê ye. Dêmekî dikare berovajî wan analîzan jî bê gotin. Rûsya heya ku çavên xwe li ser lihevkirina Tirkiyê bi Amerîka re li “rojhilatê Firatê” bigire, hinek tawîz li Idlib girtiye. Heya ku Tirkiyê jî li Idlibê tawîzan bide herdu aliyên navneteweyî yên parçe paçe mutefîkên wê ne “Amerîka û Rûsay” hinek tawîz li hindir wergirtiye. Ango mirov çawa dikare mane bide êrişên li ser şaredariyên Amed, Wan û Mardînê?.

Her kes dizane ku Rûsya li Tirkiyê stasyona elêktroatom a enerjiyê ava dike. Fîrmeya ku ava dike “Akoyo”, di dema ku kerwana leşkerên Tirk li Idlib li ser rêya Heleb-Şam hatibû rawestandin, ji Banka Rûsî “Spîr Bank” 400 milyon dolar kirêdît wer digirt! Gelo mirov çawa dikare vê yekê jî rave bike? Çendîn car li ser zarê berpirsên Rûs û rejîmê hatiye gotin ku; li gorî itîfaqa Astana pêwîste Tirkiyê komên çete bi qasî 20 – 30 KM dûrî rêyên Heleb-Şam û Heleb-Laziqiyê bike? Çendîn car rayedarên Rûs tekez kirine ku êrişên li ser Idlibê bi koordîneya bi Tirkiyê re ne? Di encama van rastiyan de tê dîtin ku teoriya ku dibêje; Rûs û rejîmê li dijî Tirkiyê li Idlibê şer dikin şaş e. Sîstema ku îradeya xwe firotibe, tu vîna wê ya îmzeya itîfakan namîne. Tenê pêk tîne. Faşîzma Erdogan jî wer lê hatiye ku tişta li Astana demxeya xwe lêxistiye pêk tîne. Ew jî vekirina riyên navneteweyî yên Heleb-Şam û piştre jî Heleb-Laziqiyê ye. Ji bo dabînkirina ewlehiya van riyan jî şer û pevçûn li gundewarên Idlib û Hemayê diqewimin. Li vir dibe ku mirov bibirse; ka faşîzm ji vê yekê çi qezenc dike? Pirsek rewa û girînge. Bi dabînkirina van herdu riyan re riyên bazirganiya navneteweyî dikevin bin ewlehiyê. Herdu rê jî cografîk girêdayî Tirkiyê ne. Tişta tekez wê ji rejîmê pirtir faşîzm sûdê ji dahatuya herdu riyan bigire. Herdu rê ji bo faşîzmê boriya derbaskirina kirîza aborî ne. Ji bo projeya xwe ya nijadperest jî wê ji nû ve karta penaberan bi kar bîne. Ew kesên wê ji herêmên şer û pevçûnan birevin wê ku ve herin? Tirkiyê wê hewl bide hemuyan di xeta Cerablus-Efrîn de bicih bike ku di bin navê “parastina ewlehiya neteweyê” de guherîna demografîk pêk bîne. Ango qirkirina kurdan û mayîndekirina dagirkeriyê ye. Ji bo tekûzkirina wê jî, pêwîst bû dengên hundir bitepisîne. Ji lew re berê xwe da destwerdana li ser şaredariyan û firotina li Idlibê.

Faşîzm ancax bi peydakirina kirîzên nû yên hê kûrtir re, kirêzîn berê derbas bike. Erdoganê di bin slogana “ewlehiya neteweyî” de axê dagir dike, li hundir jî di bin slogana “ava bike, maldar be” axê difiroşe. Ji lew re ha li Idlib û ha li Mêrsînê firotiye, ji bo domandina desthilatdariyê tu ferq nîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.