Birûc Resûl/Qamişlo
Jinên Sûriyê diyar kirin ku ev komkujiyên bi vî rengî ne nû ne, ji ber ku heman komkujî li ser pêkhateyên Elewî jî hatin kirin, lê ji ber ku hikumeta Şamê rê li ber van komkujiyan nagire, her roj dûbare dibin. pêwîste ev pirsgirêk ji kokê ve were çareserkirin.
Di 22 Hezîrana 2025 de encama êrişa xwekuj ya li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn. kesekî xwekuj xwe di hundirê dêrê de teqand, di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û agir bi avahiyê ket. Heta vê demê jî tu kesê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe û hîn lêkolîn berdewam in. Ev êriş yek ji êrişan herî tund bû ku nava çend mehên dawî de li Şamê pêk hat, sedema vê yekê jî ne niştecihiya ewlehiyê de nav gelan de ye. di vê çarçoveyê de jinên Sûriyê ji Rojnemeya me re axivîn.
‘Bawerî di çavên mirovan de hate şikenandin’
Yek ji jinên Ermenî Anahîd Qesîban diyar kir ku ew dîmenê wan temaşe kir ya komkujiya li Dêra Mar Ilyas a ku li Şamê hate pêkanîn dervî mirovahiyê bû û wiha pêde çû: “Cihê ku mirov lê nimêj dike û hestên aştiyê û rehetiyê dide avakirin, bû ciheke xwîn û kuştinê ku di wê demê de bawerî di çavên mirovan de hate şikenandin. Ev pirsgirêk divê ji kokê were çareserkirin, dema ku nefret di xîtab û raghandinê bê ava kirin û sûcdar bi bêdengiyeke navnetewî têne parastin, heya kengî wê ev kiryarên qirêj li dijî pêkhateyên dîtir werin pêkanîn, pêwistî bi edaletê heye ku dewlet hemû welatiyan bibînin, ne tenê pêkhateyek.”
‘Ewlehî tune ye’
Anahîd Qesîban di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em berpirsyartiya vê komkujiyê hildgirin ser kesên ku hiştin ev fikrê tundraw bijî, çi di riya bikaranîna çekan an bêdengiyê, hikumeta serdest welatiyên li dêrê ne parast. Bêdengî tê wateya hevkarê sûcê. Ji bo rewşa ewlehiyê pir xirabe û valahiyê exlaqî berî ewlehî hene, ewlehî tune ye sirs serdeste li her deverê di çarçoveya şerê entîkî. Eger têgeha parstinê neyê guhertin wê encam jî heman rêbazî be. Em dixwazin ku ev bûyera bi êş neyê dûbare kirin, dêrên nimêjê ne eniyên şer e, lê bi sedema bêdengiyê bûye qadên şer. Eger edalet pêk neyê wê her kes wê hevkarê vê sûcê be.”
‘Pêwîste ev kesên sûcdar werin ceza kirin’
Yek ji jinên pêkhateya Ereb yê bajarê Hemayê Fatma El Yûsif axivî û behsa teqîna ku ji aliyê kesê çete di Dêra li
Diwêlayê ya Şamê û wiha got: “Êrişa ku di Dêrê de hat qewimandin ji aliyê çeteyan bû. Di vê êrişê de nêzî 22 kes li ser destê kesên xwekûj hatin kuştin. Em wek pêkhateyên Ereb sersaxiyê ji malbatên kesên ku di komkûjiyê de hatin qetilkirin dixwazin û vê êrişa hovana yên li ser gelê Xiristiyan şermezar dikin. Ev êriş û kuştinên li ser gelê Sûriyê pêk tên, sedema wan kêmbûyîna ewlehiyê ye. Her wiha hezkirinek di nav hemû pêkhateyên Sûriyê de nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê pêwîste em bi hemû hêza xwe destê xwe bikin yek û li hember van êrişên hovane serî hildin. Em ji desthiladariya Şamê re dibêjin pêwîste ev kesê ku êriş li ser gelê Xirstiyan daye meşandin, werin ceza kirin.”
‘Em van kiryaran qebûl nakin’
Rêvebera Rêxistina Sara a li dijî Tundiya li ser Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arzû Temo di heman çareçoveyê de hêrsa xwe ya li dijî vê komkujiyê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em bi tundî êrişa li ser Dêra Mar Elyas a li Şamê de hat kirin şermezar dikin. Di vê komkujiyê de jin jî hatin qetilkirin û birîdar bûn. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin ji ber ku di qada Sûriyê de çete xwe nû dikin û di nav gelê Sûriyê de belav dibin. Pêwîste hikumeta Şamê bizanibe ku gelê Xiristiyan yek ji gelên herî kevnarin di Sûriyê de û pêwîste mafê wan wer parastin. Her wiha em qet qebûl nakin ku ev kesê bi vê komkujiyên rabûn azad bin, pêwîste desthiladariya Şamê wan ceza bike.”
‘Ev komkujiyên bi vî rengî ne nû ne’
Arzû Temo di nav axaftinên xwe de anî ziman ku dêr cihekî pir pîroze û nabe ku cihên pîroz werin teqandin û talan kirin û wiha pêde çû: “Mixabin ewlehî di Sûriyê de nema ye, dema birayên me yên Xiristiyan xwestin di dêra pîroz de nimêj bikin, kesekî çete êrişî wan dike û xwe di hundirê dêrê di teqîne û bi dehan kes di wê cihê pîroz de tên qetil kirin. Ev komkujiyên bi vî rengî ne nû ne, ji ber ku heman komkujî li ser pêkhateyên Elewî jî hatin kirin. Lê ji ber ku hikumeta Şamê rê li ber van komkujiyan nagire, her roj dûbare dibin. Kesê ku tenê olperst be di Sûriyê de nayê qebûl kirin ji ber Sûryê dewleteke bi mezheb û pêkhateyên xwe zengîne.”
Arzû Temo di dawiya axaftian xwe de wiha peyamek ragihand: “Ez ji Hikumeta Şamê re dibêjim, serokê ku komkujî û êrişan li ser gelê xwe ji her pêkhateyê qebûl bike ew ne seroke û ew nikare bibe serokê dewletekê. Berovajî wê dewletê xirab dike.”






