Ezîz KOYLUOGLU
Lîstoka li ser Idlibê ket merheleyekî din. Ev merhele wek merhela dawî tê binav kirin. Lîstoka li ser Idlibê bi civînên Astana destpêkir. Di civînên Astana de ku dinavbera hêzên li ser Sûriyê şerek dijwar dimeşandin pêktê de hevkariyek despêkir. Navê vê hevkariyê him şer bike, him jî bihev re rûnê bû. Lê him di şeran de him jî di rûniştinan de destê bihêz heye, destê lewaz heye. Di wan hevdîtinên ku dinavbera Rûsya, Tirkiyê û Îran de pêk dihatin destê lewaz dewleta Tirk ya dagirker bû. Li gora wê encam derketin.
Di civîna yekê ya Astana de ligora daxwaza Rûsya herêmên “agir bestê” hatin diyar kirin û ligora wê 7 herêm hatin diyar kirin. Ev plana Rûsya bû. Li gora hêza rejîma Sûriyê û hevkarê wê liherderê nikare li dijî komên çekdar encam bigre. Ji bo wê jî divê komên çekdar dinav xwe de perçe bike. Ev siyaset diheman demê de dewletên destek didan komên çeteyan jî dinav xwe de perçe kir. Ev yek ji encamê siyaseta civînên Astana bû. Dewleta Tirk ya dagirker jî, bi gotinên xweş komên girêdayî xwe wek di civînên Astana de pirsgirêka Sûriyê çareser bibe û ew ê jî bibin şirîkî desthilatiyê dixapand. Lê Rûsya binavê herêmê “agir bestê” cihên dibin destê komên çeteyan ji hev qut kir û yek bi yek wan herêma xist destê xwe. Ji Helebê destpêkir û Deraa ev herêma temam kir. Wek hilbijêr jî Idlib ji bo cihê kom kirina wan komên çeteyan diyar kir. Niha diyar dibe ku Rûsya ev planana tev bi dewleta Tirk re hevbeş tevger kiriye. Li beramberî ev hevkariya dewleta Tirk ya dagirker ya ji bo tasfiye kirina komên çeteyan, bitaybet komên girêdayî Erebîstana Sûdî, Rûsya rêda dewleta Tirk, Bab, Efrîn, Cerablûs û Azaz ku dagir bike.
Ji par ve Idlib bûye nevanda komên radîkal û bi taybet grûbên El Qaîde yên girêdayî dewleta Tirk. Rûsya pirr bizanebûn ev koman li vir da kom kirin. Li gora Rûsya ku rastiya wê jî wiha ye, wan koman çete ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn û divê dîsan vegerin Tirkiyê.
Ez werim rewşa niha ya li Idlibê. Di 17’ Îlona 2018’an li ser Idlibê bi zora Dewletê Yekbûyî Amerîka û dewletên Ewropa, li bajarê Soçî dinavbera Tirkiyê û Rûsya de peymanek hate mor kirin. Li gora ev peymana divê ya bû hate serê sala 2019’an herêmek 20 km yên bêçek, rêya M4 û M5 yên navdewletî bihatana vekirin û ya herî girîng diviya bû komên ku ji wan re radîkal têgotin bihatana tasfiye kirin. Hemû madeyên ev peymanaya li ser pişta Dewleta Tirk bû ku pêwîst bû pêk bianiya. Li gel vê ji bo rewşa agirbestê bişopînin bi destûra Rûsya li sînorê Idlibê 12 navendê binavê çavdêriyê avakir. Berovajî wê êrîşên herdu aliyan dewam kir, komên radîkal ku hemû komên li Idlibê radîkalîn, serweriya xwe li ser Idlibê zêdekirin.
Rejîma Sûriyê bihevakariya Rûsya ji destpêka meha Gulanê ve êrîşên xwe li ser Idlibê zêdekir. Di wan êrîşan de tişta hat xuya kirin Îran û Hizbullaha Lubnan’ê destek neda wan êrîşana. Hat gotin ku Rûsya nexwestiye Îran bibe beşek ji êrîşên li ser Idlibê. Lê rejîma Sûriyê û hevkarê Rûsya piştî sê mehan nikaribûn bê hêzên Îranî pêşketinek bidest xistibana. Lê ji meha Tebaxê ve Îran û Hizbullah destek da rejîma Sûriyê û herêma Xan Şixûn xistin destê xwe. Ev piştî demek dirêj ji bo rejîma Sûriyê wek serkeftinek bû. Diheman demê de ji bo çeteyên dewleta Tirk û dewleta Tirk re şikestinek mezin bû.
Mijara şerê li Idlibê hebûna cihên dewleta Tirk ya dagire. Niha navendek dewleta Tirk ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatiye dorpêç kirin. navenda ku li bajarokê Moreke, êdî dibin dorpêça rejîma Sûriyê deye. Niha pirs eve gelo ev navenda leşkerên Tirk wê çibibe? Bi ev hewldana Rûsya û rejîmê peymana Soçî êdî wateya xwe wenda kiriye. Lê wê dinavbera Rûsya û Tirkiyê de li ser Idlibê lihevhatinek nû çêbibe, çênebe niha nîqaş li ser wê ye. Ger bibe jî wê dewleta Tirk ya dagirker wek berê nikaribe li Sûriyê bimîne!






