Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endama Beşa Perwerdeyê ya Rêxistina Stêrk Perwîn Loqo diyar kir ku li herêmên dagirkirî, ji aliyên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve zarok bi aweyekî hovane tên kuştin û got: “ Kuştina zarokan sûcekî dijmirovî ye, ji ber vê yekê pêwîst e Saziyên Parastina Mafê Zarokan bi erkê xwe rabin.”
Di şerê ku li Sûriyê de tê kirin, bêhtir zarok dibin qurbanî. Di heman demê de, kes xwedî li wan qorbaniyan dernakeve. Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan di sala 2024’an de li deverên cuda yê Sûriyê ji ber şer û pevçûnan 247 zarok hatin kuştin. Di vê dema dawî de jî, li herêma Efrînê zarokekî 16 salî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin. Herwiha li Bakurê Kurdistanê zarokeke 12 salî ji aliyê apê xwe ve bi awayekî hovane hat kuştin.
Derbarê kuştina zarokan di vê dema dawî de û pirojeyên Rêxistina Stêrk ji bo zarokan, endama Beşa Perwerdeyê ya Rêxistina Stêrk Perwîn Loqo ji Rojnameya me re axivî.
‘Pêwîst e Saziyên Parastina Mafên Zarokan bi erkê xwe rabin’

Perwîn Loqo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi awayekî hovane zarok ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve tên kuştin. Herwiha me dît ku li gundê Haçhesna yê girêdayî navçeya Cindirêsê li Efrînê zarokekî 16 salî ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi aweyekî hovane hate kuştin. Bêguman saziyên navdewletî û rêxistinên parastina mafên zarokan li hemberî kuştina zarokan bêdengin û bi erkê xwe ranabin. Li beramberî kuştina zarokan pêwîst e Saziyên Navdewletî û Rêxistinên Parastina Mafên Zarokan bi erkê xwe rabin û rê li ber kuştina zarokan bigirin. Ji ber ku kuştina zarokan sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
‘Pirojeyên me ji bo parastina mafên zarokan berdewam dikin’
Perwîn Loqo da zanîn ku ew weke Rêxistina Stêrk, bûyerên kuştina zarokan yên ku tên rûdan dişopînin û wiha pê de çû: “Em weke Rêxistina Stêrk dema ku bûyerên kuştina zarokan tên kirin, bertekên xwe didin nîşandan û vê yekê şermezardikin. Herwiha em bang li Mafên Mirovan û Saziyên Parastina Mafên Zarokan dikin, da ku bi erka xwe ya mirovî rabin. Pirojeyên me ji bo parastina mafên zarokan berdewam dikin û me kampaniyek ji bo girêdana malbatê bi zarokan re çêkir. Lewma di çarçoveya kiryar û kuştina zarokan de, me di vê mehê de dest bi kampaniya li dijî destdirêjiya li ser zarokan kiriye. Armanca me ji kampaniyê hişyarkirina zarokan di aliyê destdirêjiya ku li ser wan tê meşandin de ye. Di heman demê de, wê kampaniya heta 30’ ê Pûşperê berdewam bike.”






