Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşbirkên wêjeyî hene lê çanda pêşbirkê tune ye

25/06/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Pêşbirkên wêjeyî ji bo afirînerî û jêhatîbûna di nivîsandina wêjeyî de têvedaneke xurt pêk tîne û dibe sedema pêşketina civata wêjeyî bi giştî. Pêşbirkên wêjeyî balê dikşîne ser berhema wêjeyî û derfetê dide ku ew berhem bêhtir were xwendin, ev jî dihêle ku ezmûna nivîskar di warê pêşdebirina nivîsa xwe de bihêztir bibe û li ser karê xwe bixebite da ku xelatan werbigire. Yek ji armanca pêşbirkan jî danasîna berhemê ye û bilindkirina nirxa wê ya wêjeyî ye.

Me ev bîr û boçûnên li jor berî salekî jî di gotarekê de nivîsîbûn, lê ji ber hin rûdanên ku van rojên dawî de di qada wêjeyî de çêbûn, diviyabû careke din ew mijara were bibîrxistin. Li Rojavayê Kurdistanê ji bo geşkirin û pêşxistina qada danîn û nivîsînê salane gelek pêşbirkên wêjeyî yên di warên cuda yên wêjeyê de têne lidarxistin. Yek ji wan Pêşbirka ku di çarçoveya Festîvla Çîrokên Kurdî de tê lidarxitin e, ev festîval û pêşbirk ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê û serperştiya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê tê lidarxitin.

Li gorî rûdanên asayî girînge beşdarbûn û tevlîbûna van çalakiyan û pêşbirkan her sal ji sala din bêhtir be. Lê tişta ku xuyan dike ne wiha ye. Di sala 2024`an 39 çîroknivîs beşdarî pêşbirkê û festîvalê bûn, her wiha di rojên çalakiyê de hijmareke mezin rewşenbîr û nivîskar beşdar dibûn. Di festîval û pêşbirka îsal de tenê 20 çîroknivîs beşdar bûn û di rojên çalakiyan de jî hijmara beşdaran pir kêm bûn.

Lê çima wiha bû?

Ji ber ku piraniya nivîskarên ku sala borî beşdar bûn û çîrokên wan di pêşbirkê de bi ber neketin, ji festîvalê û pêşbirkê û yekîtiyê û ji dinyayê xeyidîn û êdî biryar dan ku careke din beşdarî pêşbirkê nebin û li çalakiyan jî amade nebin.

Ango li gorî vê reftar û helwest û rûdanê, dê sala bê hijmara kesên ku beşdar bibin wê bibe 10 kes yan kêmtir jî. Îsal jî piştî ku festîval bi dawî bû û encamên pêşbirkê hatin eşkerekirin, dîse pir kes xeyidîn û li ser profîlên xwe yên medyaya civakî, ne rexne lê şerê festîvalê û pêşbirkê û sazyên rewşenbîrî kirin.

Bê guman pir girîng e ku aliyên van çalakiyan li dar dixin guh bidin rexne û têbîniyên beşdaran û rewşenbîran, divê bernameyên tekûz deynin, komîteyên nirxandinê ji nava kesên pispor hilbijêrin. Lê ya herî girîng ew e ku nivîskar û rewşenbîr jî wateya têgîn û peyva (pêşbirkê) nas bikin û di hundirê xwe de xwediyê wê hêz û baweriyê bin ku dibe bi ser bikevin yan bi ser nekevin. Divê beşdariya wan bib egera lixwevegerê û pêşxistina şiyan û karîna xwe ya derbirîn û afrêneriyê. Divê çanda rikberiya durist û pak hebe. Divê zanbin ku navê çalakiyê pêşbirk e û di encamê de dê ji nava 40 yan 20 berheman tenê 3 bêne xelatkirin, ew ê ku bi ser neketin ne tiştên xerab in yan bikêr nayên, lê yên baştir hebûn ku xelatê werbigirin. Her çiqasî wê sal bi sal dê çalakî û pêşbirkên wêjeyê bêhtir bibin, divê li gorî wê jî çanda rikberî û pêşbirkê jî pêş bikve. Eger wiha nebe dê piştî çend salan hemû dahêner û nivîskar xeyidî bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.