Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşî lêgirtina şer

25/06/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hiqûqa Şerê Dijmin
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Li cîhanê dema şer û pevçûn dest pê dikin, ji her deverî banga aştiyê tê kirin. Aştî peyvek e ku hêvî dide mirovan.  Şer çiqas sar û bi êş be, aştî ewqas aram û germ e.

Lê her wek hin alî, kes, kesayet, sazî, înîsiyatîf, dewlet li benda şer in ku dest pê bike û ew jî aştiyê biparêzin. Gelo van kesan çima dema ku bêhna şer dihat û şer gav bi gav nêzik dibû, nediketin nav liv û tevgerê. Bal bikişandina ser şerê ku nêz dibe. Diviya mirovahî bixistina nav tevgerek wisa ku pêşî li vî şerî bigirtina. Aha şerê Îsraîl û Îranê herkes li benda vî şerî bû û tu kesî hewl neda ku pêşî lê bigire. Em komî ser hev bikin. Em manşetek wiha bavêjin: Mîsyona mirovahiyê; dawî lê anîna şer nîne, pêşî lê girtina destpêkirina şer e. Li Kurdistan, Filîstin, Sûrî, Iraq, Îran, Ûkranya kengê wê şer des pê bike me texmîn dikir. Lê ji bo ku ev dîrok ev roja reş hîç neyê, tu tiştek an jî tu hewldanek çênebû. Em vegerin Kurdistanê. Li Kurdistanê şer tune. Êrişên tunekirin û qirkirinê hene. Li hember van êrişan jî parastinek xwe-Kurdistan heye. Fuzeyên Kurdan tune bûn  wek Îranê bersiv bidin rokêtên Îsraîlê an jî bersivên Ukranya dida Rûsya. Hêzek me ya ku em bersiv bidin jî tune bû. Di sala 1984’an de hêza me gerîla hebû me şer kir û em bi ser ketin. Di salên 1990’î de êdî vî şerî mîsyona xwe temam kiribû. Di vî şerî de Kurdan bersiv didan êrişên îmha, tunekirin û asîmîlasyonê. Armanca Kurdan tu carî bajarek, gundek, taxek an jî kolanek dijmin bidest bixin nebû.

Di salên 90’î de bi têkoşîna tevgera azadiyê û şerê gerîlayên Kurdistanê asîmîlasyon hatibû seknandin. Îroj Rêber Apo ji bo şer dest pê nekin têdikoşe. Ew talûkeya gav bi gav nêz dibe dibîne. Ji bo vê yekê banga aşitî û civaka demokratîk dike. Ev bang ne tenê ji bo Kurdan e, di heman demê de, ji bo dagirkerên Kurdistanê ye jî. Encamên feleketa şeran bi bîra wan dixe. Ne wek wan kesên alîgirên aştiyê û li benda şer dest pê bike nasekine. Bi paradîgmaya xwe perspektîfên cuda dide pêş çavsorên şerxwaz. Ne wek wan kesên alîgirên aştiyê û li benda şer disekinin. Bi paradîgmaya xwe perspektîfên cuda dide pêş çavsorên şerxwaz. Riyên çareseriyê yên wek konfederalîzma demokratîk dide pêş wan.

Ji bo doza Kurdistan jî îroj di nav hewldaneke bi vî rengî de ye. Hin caran tavîzan dide, hin caran sebir dike, hin caran hêrs dibe, lê di dawî de tê famkirin. Îroj wan kesên nijadperest jî pê bawerî tînin. Lê hin alî di nav Kurdan de hene, bi zanebûn ji peyamên Rêber Apo hin peyvan derdixin û li gor xwe şîrove dikin. Mejiyê civakê jî bi van şîroveyan şêlû dikin. Rêber Apo, bi banga xwe ya herî dawî, pêşî li şerekê ku wê Tirkiyê jî wek Îranê dest pê bike, digire. Heman riyên çareseriyê û demokratîkbûnê dabû pêş rêveberiya Tehranê jî. Heger demokrasî li Îranê hebûya, heger gel piştgirî bida vê sîstemê, wê wisa bi hêsanî rokêt ji Îsraîlê bi rê neketina. Bi tenê man. Lê Kurdên Rojhilat û tevgera wan PJAK îro li gorî perspektîfên Rêber Apo tek riya çareseriyê neteweya demokratîk a gelan dide pêş dewleta Îranê û dibêje; Kurd alîgirê rêveberiyeke hevpar in, ne alîgirê şer in.

Aştî pîroz e lê pêşîgirtina li şer pîroztir e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.