Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îran dê bikar e ji bin wan êrîşan rabe?

25/06/2025
in ROJEV
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

 Weke dihat hêvî kirin DYA, tevlî êrîşên li ser Îranê tên kirin bû. Êrîşên li ser Îranê tên qewimandin, kiryarekê ku tenê Israîl li serê xwe pêk bîn e yan jî, rûxmê zextê DYA jî ne pêkan bû. Êrîşên li ser Îranê berhema plansaziyekê berfireh û demdirêj dihat nîqaş kirin bû. Ev plansazî hêza Trump jî derbas dikir. Israîl wê plansaziyê weke ku girêdayi wê ye pêşkêşî raya giştî dik e. Ji aliyekê ve jî ev nêrîn rast e, ji ber ku welatekî weke DYA piştevanî digire û xist di nav şer de. Ev tê wê wateyê ku rêziknameya ku ji bo hêzên ku Rojhilata Navîn li hev dikin û nûve vesazdikin, hatine plankirin. Encamên wî şerê ne ten ê, bi Rojhilata Navîn ve jî sînordar e. Ev di serî de jî DYA, piştgiriya hemû hêzên Ewropî pêkhat. Israîl bi hinceta êrîşên Hamasê serkêşî girt di destê xwe. Hizbûllah, Hemas têkbir û Xezza jî wêran kir. Sûriyê û rejîma Baas jî da hilweşandin. Îran li Rojhilata Navîn tenê hat hiştin û di nav sînorên wê de hat fetisandin. Niha jî, Îran di bin pêlek êrîşan ya mezin a wêranî de ye da ku rê li ber wê bigire ku çekên nûkleer û kimyewî bi dest nexe.

Ti hêz an jî saziyeke navneteweyî tine ye ku dikare êrîşên li ser Îranê rawestîne û destwerdanê jî jê re bik e. NY jixwe di bin serdestiya DYA û hevalbendên wê de ye. Van dewletan mafê dijberiyê hene. Ti biryar nayê dayîn, û heta ger were dayîn jî, Îsraîl û DYA dê tevlî wê biryarê nebin. Rûsya û Çîn dê pir bi bandor nebin. Bi kurtasî, cîhan qet ne di rewşek bi ewle de ye. Hevsengiyên ku di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de hatine avakirin hildiweşin, û yeka nû nehatiye damezrandin. DYA û hevalbendên wê ew in ku hewl didin wê ava bikin û ji nû ve vesaz bikin. Rûsya bi şerê Ukraynayê ve sînordar bûye û pê re mijûl dibe. Bandora wê li Sûriyê şikestiye, û ew jî nikare ji bo Îranê pir tiştî bike. Yên ku Rojhilata Navîn serweriyê dikin, bi xwezayî dê li deverên din ên cîhanê jî serdest bibin. Heqê herî mezin ê êrîşa Îsraîl û DYA li ser Îranê ew e ku pêşî li bidestxistina çekên nukleerî bigirin. Êdî kes vê heqê napirse. Wan ew wekî heqek dadperwer û guncaw pejirandiy e. Tişta balkêş ew e ku kesên ku ji bo pêşîgirtina li hilberîna çekên nukleerî dengek wisa derdixin jî xwediyê çekên nûkleerî ne!

Îran li herêmê wek gefek ji bo Îsraîlê dihat dîtin. Hejmareke girîng ji welatên din ên Erebî bi rêya Peymanên Îbrahîmî peywendiyên xwe bi Îsraîlê re asayi kirine. Di dawiyê de, Sûriyê jî tevlî vê eniyê bû. Ger Îran bêbandor bibe, ti hêzek din namîne ku Îsraîlê ji holê rake û zextê lê bike. Iraq hîn jî ji Îsraîlê dûr e, lê gava Îran were xistin, ew ê nikaribe serweriya xwe biparêze. Iraq bi her awayî di hindirê xwe de avahiyek siyasî û civakî ya domdar tine ye. Dê ne dijwar be zêde ku ji bona Iraq bi Îsraîlê re li hev bike. Sedemeke din tine ye ku Tirkiye bi Îsraîlê re li hev neke. Ji dema ku Îsraîl hatiye damezrandin, Tirkiye yekem dewlet bû ku ew nas kir û peywendiyên herî baş pê re danî. Çîroka hezkirina Erdogan ji bo Îxwanan û avakirina bandorê li Rojhilata Navîn bi rêya wan bi her awayî qediya ye. Xwestekek heye ku bi girtina HTŞ’ê wekî piştgiriyek moral û bandorê ava bike, lê wan jî pejirandiye ku ew ê ji bo Îsraîl û DYA nebin asteng. Bêyî DYA û Îsraîlê ne gengaz e ku HTŞ’ê li Şamê bimîne. Erdogan vê yekê pir baş dizane, û ew e ku HTŞ’ê nêzîkî Amerîkayê kir û parazvaniya HTŞ’ê kir.

Weke xûlase, Îran tenê hat hiştin û armanckirin. Îsraîlê bi guhertina demê di çarçoveya amadekariyên hatine kirin de êrîşek da destpêkirin. Niha DYA jî tevlî wan êrîş û pevçûnan bûye. Wan ragihand ku armanca wan ya sereke, binesaziyên çekên nukleerî, ji holê rakirine. Tenê di DYA de çekên ku waan êrîşan dikarin vê yekê bikin hebû. DYA jî bi van çekan êrîşa yekem da destpêkirin. Wan daxuyaniyek da û got ku wan rê li ber hilberîna çekên nukleerî girtiye. Lê, Îsraîl dibêje ku ew ê êrîşan bidomîne û li arrmancên diyarkirî bixe. Her çend berê xistibe û parastina wê ya esmanî bêbandor bûye jî, ew dixwaze Îranê bêtir qels û bê hêztir bixîn e. Her çend ew dibêjin ku armanca wan guhertina rejîmê nîne jî, nayê gotin ku ew vê yekê naxwazin. Îran dibêje ku ew ê radest nebe û dê bersiva êrîşan bide. Di vê rewşê de, dibe ku DYA tevlî êrîşê bibe. Ev nîşan dide ku şer dê dirêj bibe û bandorên wê dê belav bibin. Bi rastî, daxuyanî hatine dayîn ku Girava Hurmuz dê ji hêla Îranê ve were girtin, û parlamentoyê li ser vê mijarê biryarek girtiy e. Welatên Îslamî bi temaşekirina êrîşan razî ne. Di dawiyê de, wan ragihand ku ew wan êrîşên li ser Îranê şermezar dikin. Wezîrê Derve yê DYA, rewş wiha diyar kir, “Raste wan şermezar kirin lê ew dibêjin ku ew di danûstandinên li gel welatan hatine kirin de dan xuyakirin ku piştgiriyê didin me.” Hemû ev hêz dixwazin Îran qels bibe û bêbandor bibe. Dewletên bi bandor ên Ewropayê jî ragihandine ku ew piştgiriyê didin DYA. Ew dibêjin ku divê Îran şertên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê bipejirîn e. Gelo rejîm li Îranê dê hilweşe, dê aloziyên navxweyî çêbibin? Ger şer di vê rewşê de bi dawî bibe, rejîm dê hebûna xwe bidomîne. Gelên ku li Îranê jîyan dikin û derdorên demokratîk ne ewqas rêxistinkirî û komî li ser hevin. Lê Îran êdî navegere Îrana kevin. Gelê Kurd hinekî din birêxistin e û di rewşa heyî de xwedî derfetan e. Lê, ew ne alîgirê ketina şerekî çekdarî bi Îranê re ne. Ew ji bo Îranek demokratîk goftugo û rêbazên aştiyane rast û guncawtir dibînin….

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.