Hemza Sêvo/ Qamişlo
Endamê Rêveberiya Diplomasî a PYD’ê li Ewropayê Fûad Umer da zanîn ku dewleta Tirk ji ber xeteriya li ser xwe riya pêvajo bijart, divê pêvajoyê qezenc bike û got, “Ji bo pêvajo bi ser bikeve û mafê Kurdan were parastin, Rêber Apo dixwaze bi hemû rayedarên Kurdan re bicive.”
Di 27’ê Sibata 2025’an de, Rêber Abdullah Ocalan, banga “Aştî û Civaka Demokratîk” da. Nêzî 130 rojan e ku ev bang hatiye dayîn, bi dirêjahiya vê demê, kongra 12’an a PKK’ê çêbû, PKK’ê agir best ragihand û xwe fesix kir, hem jî gelek serdanên DEM Partiyê ji bo Rêber Ocalan, partiyên Kurdî û hwd… çêbûn.
Lê ji milê dewleta Tirk ve wekî tê payîn, hîna gavên berbiçav û mercên zagonî ku divabû bavêje, nehatine avêtin. Ev yek jî ji hêla gelek siyasetmedarên Kurd ve hate destnîşankirin û gotin dewleta Tirk di warê serxistina pêvajoyê de derengxistinekê çêdike.
Derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de endamê Rêveberiya Diplomasî a PYD’ê li Ewropayê, Fûad Umer ji rojnameya me re axivî.
‘Dewleta Tirk ji ber xeteriyê pêvajo hilbijart’
Fûad Umer anî ziman ku dewleta Tirk ji ber xeteriya li ser xwe riya pêvajoyê bijart û wiha bi lêv kir: “Di van salên dawîn de bi taybet ji sala bûrî de guhertinên gelek mezin li Rojhilata Navîn çêdibin, wekî ku tê diyarkirin wê nexşeya vê herêmê were nûkirin, Kurdistan jî di nav vê guhertinê ye. Di serî de şerê Israîl û Xezeyê, hem jî şerê ku li Lubnanê çêbû, li wir dengeyên siyasî hatin guhertin, bi dirêjahiya 15 rojan guhertinke pir mezin û bi lez li Sûriyê pêk hat, îro jî şer li Yemenê tê domandin, herwiha di navbera Îran û Israîlê de şerekî tund tê meşandin. Berî çend rojan Devlet Behçelî got ku metirsî li ser Tirkiyê jî heye û wê piştî Îran dora Tirkiyê were. Ev tê wê wateyê ku xeteriyeke pir cidî li ser Tirkiyê heye û sedema gavavêtina ber bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ew e ku dewleta Tirk neçar e. Dewleta Tirk ji ber xeteriya li ser hebûna xwe riya pêvajoyê hilbijart. Êdî dem hat ku gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, li aliyekî din civak bê çek dikare têkoşîna xwe bidomîne ”
‘Pêvajo fersendeke û divê Tirkiyê wê qezenc bike’
Umer da zanîn ku divê dewleta Tirk derfeta pêvajoyê qezen bike û wiha domand: “Bi banga Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Apo destwerdaneke dîrokî kir, Rêbertî vê pêvajoyê dixe xizmeta gelê Kurd, Tirkiyê û hemû gelên herêmê. Rêber Apo di nameyên xwe de yên ji bo Kongreya PKK’ê gotibû êdî divê PKK’ê xwe fesx bike, ji ber dem dema vê gavê ye, eger dewleta Tirk gavan biavêje neavêje, Rêber Apo pêwîstiyê bi vê biriyarê dibîne. Ev yek feresendeke dîrokî ye ji bo dewleta Tirkiyê, divê Tirkiyê jî gavan biavêje da ku feresenda dîrokî winda neke û ev pêvajo bikeve xizmeta gelê Kurd û gelên Tirkiyê. Lê eger dewleta Tirk tu gavan neavêje wê ev dewleta heyî di nav van guhertinên ku li herêmê rûdidin, were rûxandin û ji nîgariya Rojhilata Navîn were rakirin. Eger di şerê cîhanê yê yekemîn de dikarîbû bi riya dostaniya xwe bi Kurdan re xwe bibaparasta, vê demê jî eger bixwaze bidome, wê bi Kurdan re dikare bi rengekî din bi riya pêvajoya heyî, jiyan bike. Ji ber ku di serdema heyî de gelê Kurd xwedî proje, hêzeke mezin, siyasetê û tevgereke rêxistnkirî ne.”
‘Rêber Apo dixwaze hemû hêzên Kurdan bibin yek’
Endamê Rêveberiya Diplomasî a PYD’ê li Ewropayê Fûad Umer destnîşan kir ku ji bo yekbûyîna hêzên Kurdî Rêber Apo daxwaz kiriye ku rayedarên Kurdan bibîne û wiha got: “Li hin parçeyên Kurdistanê jî hêzeke Kurdan çêbûye, li Başûr herêmek û li Rojavayê Kurdistanê jî sîstemek hatiye avakirin, li Rojhilat jî hêzeke rêxistinkirî amade ye. Em di qonaxeke nû re derbas dibin, lewma jî divê gelê Kurd ji vê qonaxê re amade bin, ji ber vê yekê Rêber Apo xwestiye bi hemû pêşeng û rayedarên Kurd re hevdîtinê çêbike, herwiha sedema din jî ew e ku pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê yek e, ew ewleqedarî hev in, hev xurt dikin û hev lawaz dikin. Rêber Apo di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xwe bibe faktorek ji bo hemû hêzên Kurdan li hev bicivîne, hem jî wan bike yek dest û ew bi vê rolê rabe. Em dizanin ku di sedsala bûrî de gelê Kurd hate windakirin û mafî wî hat xwarin, lê di vê derfeta dîrokî de divê vê fersendeyê winda neke. Em dizanin ku pêvajoyeke girêdayî aştiyê di Rojhilata Navîn de tiştekî herî zehmet e, lê di van guhertinên ku rûdidin, pêwîst e gelê Kurd bibe xwedî rol û misiyon.”






