Dilyar Cizîrî
Di demekê de li Rojhilata Navîn û cîhanê rojevên gerim têne jiyankirin, bi taybet piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî Îranê, aloziyên heyî kûrtir dibin. Her çendî Amerîka ji rojên destpêkê ve beşekî êrişan bû, lê fermî nedigot ez jî di êrişên li dijî Îranê de cih digrim. Herî dawî Amerîka bi xwe jî êrişî Îranê kir. Ev şer û alozî xetimîna sîstema cîhanê û hêzên hegemon nîşan dide. Li Sûriyayê rewş hîn dijwartir dibe.
Li gelek cihan Komên çekdar bi rêbazên DAIŞ’ê êrişan pêk tînin. Di heman demê de bûyerên revandin, talan, dizî û sûcên wekî din li hemû herêman zêdetir dibin. Êrişa terorane ya Başûrê paytexta Sûriyê Şamê sînaryoyek din a bi xwîn li dijî gelê Sûriyayê ye. Heger em mijara demê de hinekî detayan bînin ber hev, li gorî agahiyan kesê terorîst ji Idlibê ye. Heta ji mêj ve endamê hêzên ewlekariyê yên HTŞ’ê ye. Di nêrîna min de ev ne tesadife, Hêzên çekdar ên niha li Sûriyayê serwerin û di bin sîwana hêzên heyî de, piraniya endamên wan berê di nava DAIŞ’ê de bûn. Bi wate diyar dibe, DAIŞ’ê xwe baş di nava saziyên fermî ku niha li ser navê dewletê tevdigerin, bi cih kiriye.
Komkujiya li Başûrê Şamê ku li dijî xiristyanên Sûriyayê mirov dikare beşek ji şerê di navbera Israîl û Îranê de bibîne. Gerek tu carî ji hev qut neyê destgirtin. Diyare DAIŞ’ê wê bibe alava guehrtinên bingehîn ên di hikûmeta Ehmed El-Şeri de. Di heman demê de bê aramî û sûcên rojane têne kirin, vê yekê nîşan dide. Her çendî em di van kêliyan de nûçeyên ku êdî wê şerê Îsraîlê li dijî Îranê rawerste. Ne mumkine ev şer wiha bi hêsanî raweste û bi dawî bibe.
Hemû aloziyên niha li Rojhilata Navîn niha têne jiyankirin, bi taybet li Sûriyê, her wiha êrişên Îranê yên li dijî Bargehên Amerîka li Iraq û Qeterê, bayê guhertina herêmê ye. Bingeha Şerê Cîhanê yê sêyemîn e. Di encama aloziyên heyî û guehrtinên di herêmê de ji her kesî re isbat dike ku dewlet netew nikare gelan ji êriş û komkujiyan biparêzin.
Ne hikûmeta Ehmed El-Şeri, ne jî hikûmeta Qeter li beranberî êrişê Îranê dikare gelê xwe biparêze û ne jî Îran û Tirkiyê dikarin gelê xwe ji komkujî û êrişan biparêzin. Ev ji bo tevahî welatên Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Berûvajî em dibînin dewlet bi siyasetên xwe yên heyî li serê civakan bûye bela, komkujiyan bi serê wan de tînin. Di dema aramî û aştiyê de dewlet bi xwe gelê xwe dikuje, di demên şer û êrişan de jî gelên xwe wekî mertal ji bo parastina desthilatdariya xwe bikar tîne.
Lewma pêwîste civak bi xwe hevgirtina xwe mezin bike, li dûrî bendewariya dewlet û desthilatan pirsgirêkên xwe çareser bike û parastina xwe misoger bike. Nimûneya piratîzekirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê baştirîn nîşan e. Ev di serî de li Sûriyayê, Lubnan, Îsraîl, Filistîn, Îran, Tirkiyê û hemû welatên Rojhilata Navîn derbasdar e. Yan jî wê her komkujî û sûcên li dijî civakê zêdetir bibin.





