Nehîr pale
Di encama şerê di navbera hêz û dewletan de her tim talanî, koçberî û kuştin çêbûye. Bi taybet jin û zarok ên bê çekin û nikarin parastina xwe bikin têne kuştin. Mînaka Xeza li holê ye. Bi wî şerê siyasî yê di navbera Israîl û Hemas de komkujî pêktên, yên dibin qurban jî jin û zarok in.
Em balê bikşînin ser gotina qurbanî; jin çawa dibin qurban û kî wan dixe vê rewşê. Civaka zayendperest di merasîmên xwe yên olî de her tim jin kirine qurban, niha jî di şerên navbera dewletan de mîna berxikan wan qetil dikin. Jin bi xwe dibin sedema ku têkevin vê rewşê de. Jina lawaz, radestî mêr û civaka zayendperest û ol perestî bûye wê her tim bibe qurban. Jina têdikoşe û li ber xwe dide herî kêm nakeve vê rewşê de. Çiqasî têkoşînkirine ne girîng e, biryar dane ku dengê xwe bikin û bibin xwedî helwest û bê parastin nemînin. Pirsgirêka jinê ne tenê şidet û zayendperestî ye, bê hedef jiyan kirin kêmasiya herî mezin e. Temenê xwe ji bo çi xerc kiriye nediyare, ew zarokên ku zayîne jî xwedî lê dernakevin.
Destpêke jin bi xwe dibe sedema ku wê bikin qurbana şer. Eger xwe ji vê rewşê dernexîne wê hîs neke ku însan e. Têkoşîn neke tê wateya ku li gel wê ne pirsgirêka kole bimîne û hêdî-hêdî were kuştin. Em nikarin bibêjin ku jin jiyan dikin, rewşa ku ew niha tê de ne gelo mirov navê jiyanê li çi bike. Zewcandina jin mirin e, zayîna zarokan mirin e, xizmetkirina mêr mirin e, çi heye ku mirov jê re bibêje jiyan. Dayîkên me di dawiya temenê xwe de vê yekê kêlî bi kêlî hîs dikin. Hîs dikin ku emrê wan tejî derbas nebûye, mirina fîzîkî jî ji xwe re rehme dibînin. Ew hîna saxin dojehê hîs dikin û êşa wê dikşîn in. Bê hedef sax mayîn ti fêde nade jinê, ew bimre dibe ku jêre baştir be, ji ber ew di milê ruhî ve kêlî bi kêlî tê kuştin. Ne tenê insanê kole heyanî hestiyê xwe îxanetê hîs dike, hemû jin vê îxanetê hîs dikin û wê bi xwe re dibin qebra xwe.
Li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê buyîna jin a qurbaniya şer pirsgirêkeke mezin e. Ev yek jinê lawaz û biçûk dixîne. Jina têkoşînvan çiqasî were işkencekirin, girtin û kuştin ew nabe qurbana sîstem û dewletên desthilatdar. Ew berî her tiştî rûmeta xwe diparêze, têkoşîna jiyanê dike, hebûna wê heye, lêgera heqîqetê ye û azadiya xwe dixwaz e, ev jiyane û tişta jê re tê gotin sosyalîzm.
Jina Kurd ji destpêka avakirina Tevgera Azadiyê û heyanî roja îro têkoşîna azadî û sosyalîzmê dike. Di asta pêşengtiya şerê çekdarî de berpirsyartî rakir, li hemberî sîstemên desthilatdarî li ber xwe didin, civaka zayendperest mecbûr maye ku nêrandinên xwe li ser jinê bide guhertin. Jin eşkere û ne veşartî lêgera heqîqetê dikin, sîstema baviksalarî rexne dikin, xwe birêxistin dikin, bi gelek rêbazan parastina jin dikin û wê perwerde dikin. Ev hemû rêbazên têkoşînê ne û meşa ber bi azadî û sosyalîzmê ye.





