Birûc Resûl/Qamişlo
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed da zanîn ku heye niha zêdetir 207 hezar ton genim hatiye wergirtin, ew bawerin ku di nava çend rojan de wê 300 hezar ton were wergirtin.
Berhema genim îsal ne baş bû û ne li gor dilê cotkaran bû, herwiha buhayê kirînê jî yê ku Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye, têra vegerandina ziyanên li wan bûye nake. Tevî gavên ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya cotkaran avêtine, wek bilindkirina buhayê kirîna genim li gorî sala borî û hêsankirina xebatên wergirtina genim ji cotkaran, lê ev gav têra vegerandina zirarên mezin ên cotkaran nake. Hijmara embarên genim li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20`in ku heya niha 207 hezar ton genim wergirtiye. Di vê çarçoveyê de Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed ji rojnameya me re axivî.
Dr. Mihemed Şewqî Mihemed di detpêka axaftina xwe de diyar kir ku hemû embarên wergirtina genim bi
awayekî baş û serkeftî dewam dike û wiha got: “Navendên genim yên li herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hejmara wan bi giştî 20 navendin, xebatên xwe ji bo wergirtina genim ji cotkaran didomînin û heta niha ti kêmanî û pirsgirêk tuneye û kar û xebat bi awayekî rêk û pêk dewam dike. Di vê çarçoveyê de em tekezî li ser berdewamiya rênîşandin ji bo rêveberên navend û komîteyên giştî di navde komîteya şopandinê ji bo hêsankirina wergirtin û birêvebirina kar û xabat û bi awayekî rêk û pêk wergirtina genim ji cotkaran.”
‘Heya niha 207 ton genim hatiye wergirtin’
Dr. Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hejmara wergirtina genim ku heye niha zêdetir 207 hezar ton hatiye wergirtin û em bawerin ku di nava çend rojan de wê bighêje 300 hezar tonî. Ji aliyekî din ve jî, ji ber ku rewşa hewaya îsal dijwar bû, di heman demê de di vê demsalê de û bi taybet pêlên ziwabûnê bandoreke mezin li berhemdariya zeviyên çandiniyê kir û ev yek jî bandorekî pir mezin li ser rewşa çandiniyê bi rengekî neyînî kir, her wiha hemî berhemên çandiniyê zerar dîtin, li ser vî bingehî em ê heya astekî bi cotkaran re bibin alîkar.”
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em spasiyên xwe ji bo keda cotkaran dikin û di heman wextî de wê piştgiriya me ji bona cotkaran her berdewambe, û her tim emê hewil bidin ku astengiyên heyî ji holê rakin.”






