Hafiz Ahmet Turhalli
Ev sed sale şêxê tekoşer hatiye şehîdkirin. Divê em weke millet buyera şêx Seîdê Kal baş binasin û li gor wê stratejiya ku li beramberî me hatibû pêkanîn têbigihêjin. Millet tenê karin bi naskirina dîroka xwe pêşeroja xwe amade bikin û berdewamiya azdiyê misoger bikin. Dewleta Kemalîst beriya damezrandina xwe; du kongreyên sereke lidar xistin. Yek li Erzûrimê, ya din jî li Sêwazê. Herdû bajar jî bajrê Bakûrê Kurdîstanê ne. Ji bo avakirina Tirkiyê ku bi pêşengiya Mistafa Kemal dihatin damezrandin kar û xebat dihatin kirin. Kongreya Erzûrimê bi civandina Şêx û giragirên Kurdên misilman hate organîzekirin, kesayetên bi bandor tevlî vê kongreyê bûn û têde hate gotin ku ev welatê tê damezrandin, welatê Kurdan û Tirkan e! Guftugo hatin kirin û piştgiriya damezrandina vê dewleta nû hate erêkirin. Bi kongreya Sêwazê jî Kurdên ku pêşengiya milletê me yê Elewî dikirin weke Dede Rusipî hatin civandin û piştgiriya wan ji bo avakirina dewleta nû ku ya Kurd û Tirkan e hate teqezkirin.
Ev herdû kongr bi serpereştiya zanyarên olî yên Misilman, Elewî û kesên li ser civakê bi bandor biserkeftî hatin pêşxistin û hevkariya Kurdan bi vê serdemê hate bidestxistin. Bi avakirina dewletekî nû de, bê Kurdan milletekî din li cem Tirkan nemabûn. Ereban, Balkanan û hemû miletan azadî û serxwebûna xwe bidest xistibûn û ji Osmaniyan veqetiyabûn. Ji ber miletê Kurd wek êl, eşîr û malbatan hatibûn dabeşkirin, ne xwedan rêxistinekî berfireh bûn, mercên têde ne temambûn, mafên xwe yê netewî bi avakirina welatekî nû bi Tirkan re hêsantir didîtin. Piştî komar hate avakirin: bi serpereştiya Mustafa Kemal Kurd ji piştêve hatin xencerkirin. Hêdî hêdî Tirkbûnekî tund li ser milletî me hate ferzkirin. Piştî vê îxaneta Tirkan, tevgera azadiya Kurdan bi serpereştiya Seyîd Ebdulqadir, Xalid begê Cibrî, Şêx Seîd û pêşengên Kurdan, tevgera binavê „Azadî“ de lez dan xebatên xwe.
Amedakariyên navxweyî û yên derve dihatin birêvebirin.
Dewleta ku nû hatibû damezrandin, di derbarê vê rêxistinê de xwedan zanyarî bû û ji bo dek û dolaban li serê milletê me bigerîne di nav amadebaşiyan de bû.
Serok û Rêberên Kurdan xistibûn bin fişarê û gellekî ji Rêberên rêxistina „Azadî“ desteser kiribûn. Seyîd Ebdulqadir, Xalid Begê Cibrî û kesên pêşengê vê Rêxistinê hatibûn zîndanî kirin û amadekariya sêdareya wan dihat kirin. Amadekariya şoreşê kesên li derve ma bûn pêşdixistin. Şêx Seyîd ji bo amadekariyan di nav gel de digeriya û amdekariyên serhildanê bicîh dikirin.
Dewleta hov ev pêvajo, bi provakasyonekî di meha sibatê de teqand û gelê Kurd bê amadekariyên temamkirî kete nav liv û tevgerê. Şêx Seyîdê Kal û hevalên xwe û aliyekî gelê Kurd ketin nav serhildanê. Şêx Seyîd bi îxaneta navxweyî dîl hate girtin û şoreş hate têkbirin. Bi deh hezaran Kurd hatin kuştin, bi dehan bajar û navçe hatin dorpêçkirin û ruxandin, hezaran gund hatin şewtandin û talankirin. Bi sêdarekirina Şeyx û pêşengên Serhildanê ku endamên rêxistina „Azadî“ bûn serhildan hate têkbirin. Roja ku komara qirker û talanker ev serhildana têk bir, dest bi karê tunnebûna Kurdan ji her alî ve kir. Hêzên leşkerî, ol, mekteb û aborî hemû xistin nav tevgerê ku Kurdan ji binî ve tunne bike. Kurd tunne nebûn, hê jî berxwe didin û nêzîkê serkeftinê ne. Ê bidome…





