Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xîtaba kîn û nefretê û têkoşîna li hemberî wê

22/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Xîtaba kîn û nefretê û têkoşîna li hemberî wê
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Nivîskar û danerê di qada geşpêdana mirovî de Hejar Rustem Abdulfetah rave kir ku xîtaba kîn û nefretê diyardeyeke ku ewlehiya aştiyane li Sûriyê tehdît dike, herwiha tekez kir ku têgihştin û hişyariya civakê çareseriya herî guncaw e ji bo sînordarkirina vê diyardeyê di Sûriyê û tevahî cîhanê de.

Xîtaba kîn û nefretê diyardeyeke ku di nava civakan de tê dîtin. Ev diyarde xwe dispêre hundirê mirov ku neqebûlkirin û nehezkirina însanê li hember xwe tê dîtin. Helbet ev yek li dijî pîvan û exlaqê mirovahiyê ye. Ev diyarde di encama gelek hesan û hisiyetan de tê ku li hember her ferdekî tê bikaranîn û di hundir her ferdekî de jî kêm zêde heye. Caran ku mirov mabesta wî ne êşandina yê Ii hember xwe ye, lê bi rêbazekê ev yek tê pêkanîn û dibe sedema şikestina yê li hember xwe. Divê mirv di aliyê hilbijartina gotin û axaftinên xwe di dema xîtaba, nîqaş û axaftina bi kesekî re ger mijar çi dibe bila bibe dike, divê baş hilbijêre û bi baldarî ji dev derbikevin. Gotinek pêşiyan jî dibêje (Heyanî gotin di qirika te de ye, ew koleyê te ye. Lê dema ji qirika te derket, tu dibe koleyî gotinê) Ev di aliyê kes de em dikarin pênase bikin.

Lê ji aliyê pergala desthilatdar û berjewendîparêz ve jî ev yek hatiye belavkirin û tê pêkanîn. Ev diyarde di navbera dewlet, rêxistin, partî û komên nijadperest û olperest de bi taybet tên sepandin û bikaranîn. Her tim armanca wan tunekirin û pêkanîna berjewendiyên xwe, avakirina tevlêheviyan di navbera gelan û netewan de û hwd. Ev bi serê xwe bûye diyardeyekî gelemperî di serdema heyî de. Her yek ji bo tunekirin û biçûkxistina yê din, vê rêbazê li ser sosyal mediya û ragihandinê bikar tîne. Gelo da ku tu hebûna xwe mayînde bike, divê tu yê li hember xwe tune bike? Mixabin li ser asta cîhanê û ji aliyê hêz û sîstemên navendî û kapîtalîst ve ev yek bi giranî tê dîtin. Bi taybet bi serdema lezbûn û înternêtê re ev yek zêdetir hatiye bikar anîn.

Mînak; Bi destpêkirina alûziya Sûriyê re gelek alî û komên ku ji bo belavkirina xîtaba kîn û nefretê gelek xebat dan meşandin ku bûn sedema belavkirina dijberî û kînê di nava civakê de. Bi serdema lezbûn û medyaya civakî re, platformên ji bo belavbûna vê yekê zêde bûne û ev yek bûye sedema belavbûna bilez a gotinên nefretê ku xwe dispêrin nijadperestî, cudakarî û dûrxistina yên din. Bi qonaxa hesas a ku Sûriye tê re derbas dibe re, ev tewrî zêde bûye û bûye astengiyek ji bo aramiya welêt.

Di Sûriyê de bikaranîna xîtaba kîn û nefretê û kurkirina alûziyê

Têkildarî diyardeya Xîtaba Kîn û Nefretê Nivîskar û danerê di qada geşpêdana mirovî de Hejar Rustem Ebdufetah ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Xîtaba Kîn û Nefretê ne tenê bi rêjîmên otorîter ve sînordar e, lê di heman demê de ji hêla rêxistinên ku di vê dawiyê de di alûziya Sûriyeyê de derketine holê de jî hatiye bikar anîn. Wek rêxistinên terorîst, DAIŞ’ê bi çandina fikarên tundiyê û bikaranîna îslamê her wiha derxistina hin aliyan li ser navê olê, nefret û fikra îslama tund belav kir û bi vî awayî gelek kes tevlê xwe kirin. Belavbûna gotinên nefretê ku me di destpêka krîza Sûriyeyê de dît, ji ber çend faktorên civakî, psîkolojîk û çandî ye ku ferd û rêxistinan teşwîq kirin ku bi hestên dijminahî û nefretê li hember yên din bisekinin û hevdû qebûl nekin. Nezanînê roleke girîng di belavbûna vê gotarê de lîst. Civatek ku ne li ser ramana rexne û nirxandinê be, ne jî li ser zimanê lêkolîn û deduksiyonê ji bo gihîştina rastiyê ava bibe, bi vî awayî dikare bi hêsanî were kontrol kirin.”

Her wiha Hejar destnîşan kir ku aliyên ku xwestine kîn û nefreta li ser esasê nefreta mezhebî û nijadî di Sûriyê de avabikin, gihîştin armancên xwe û got: “Rejîm, sazî û kesên ku bi belavkirina nefretê re eleqedar in, li ser çend aliyên weke girêdana etnîkî û olî, lîstin. Yek ji rêbazên girîng ên ku şîrket û rêxistinan jê sûd wergirtine, bikaranîna rewşa aborî û rewşa civakî ye di gihîştina armancên xwe de û xizmetkirina berjewendiyên xwe bi rêya belavkirina ramanên nefret û dijberiyê.”

Girîngiya rola ragihandinê di xîtaba kîn û nefretê de

Hejar tekkez kir ku roleke girîng a ragihandinê di vî warî de heye û wiha destnîşan kir: “Medya ew otorîteya serdest e ku bi rehetî dikeve nav hemû malan. Amûrên ragihandinê yên iftîradî di nav amûrên herî xeternak de ne ku bandorê li çandina ramanan û belavkirina hin têgehan dikin. Rêbaza ragihandinê di belvkirinê de, rêbaza herî bi lez a serdema nû ye, ku dikarin bi riya ragihandinê û medya civakî pir bi lez fikir û armancên ku dixwazin pêk bînin; bighînin encamê. Her wiha kontrolkirina li ser vê yekê gelek dijwar e. Ev rêbaz dikare bi riya belavkirina hin dîmen û wêneyan li ser mejiyê mirov hakim bibe û bandor bike”.

Çawaniya sînordarkirina vê diyardeyê

Hejar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kêmkirina ji diyardeya xîtaba kîn û nefretê û wiha got: “Riya sînordarkirina vê diyardeyê, belavkirina hişmendiya li ser cidiyeta meseleyê ye. Her wiha spartina zagonên guncav di vê warî de, da ku ev diyarde nebe diyardeyekî ji rêzê. Pêwîst e malbat bi erkên xwe yên bingehîn rabin di çawaniya mezinkirina zarok de, divê li ser bingeha hevdû hezkirin û pêşxistina asta wî/ê ya têgihiştin û serwextbûnê li hember van diyardeya. Ya din perwerdehiya dibistanê, roleke girîng dilîze û li ser têgeha qebûlkirina yên din û biratiya gelan divê bên mezin kirin û perwerde kirin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.