Dilîn Ehmed/Qamişlo
Ji ber şert û mercên zehmet yê ku xwediyê xaniyên kirê li ser kirêçiyan ferz dike, koçberên Efrînê ji neçarî dibistan ji xwe re kirine maleke demikî. Hevseroka Komîna Dibistanê Meryem Sîdo diyar kir ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bi taybetî ji ber germa îsal ya zêde.
Bi salaye koçberî maye para gelê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd, lewra ji ber dagîrkikrina bajarên Kurda ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê, di van salên dawî de hejmara koçberan zêde bûye. Pitî dagîrkirina bajarê Efrîn xelkê wê neçar man koçberî cihekî bi ewle bibin. Lewra berê xwe dan bajarê Şehba û Şêxmeqsûd ê. Piştî bi cihbûna koçberan ya bi sala, êdî careke din ji ber kiryarên komên çekdar yên girêdayî desthiladara nû ya Şamê, gel berê xwe da bajarê Qamişlo.
Ji ber bihabûna kiriya xaniyan û derfetên kêm yên kar, xelkê koçber dibistan ji xwe re kirin malake demikî. Dibistana Hisên Ebdullah ya taxa Korîş yek ji wan dibistana ye ku malbatên koçber di nava xwe de hewandiye. Ev dibistan ji Îlona 2024 ve ji bo 14 malbat ku ji 60 kesî pêk tê, bûye malek demkî. Di nava wan 36 zarok jî hene (23 keçik û 13 kurik) Temenê wan di nav 1 salan heya 15 salan de ye.
Derbarê sardana rojnameya me ji dibistanê re Hevseroka Komîna Dibistanê Meryem Ehmed Sîdo diyar kir ku hewcedariya wan pir bi alîkariyê heye.
Meryem Sîdo axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em bûne rojan dihejmêrin ta kuj em ji vê rewşê derkevin. Her
malbatek di dibistanê de ji xwe re odeyek girtiye tê de xwarinê çêdikin, cilan dişon serê xwe dişon. Odeyek ji xwe re kirine mîna malekê. Ji vî aliyî de em pir zehmetiyan dikşînin, bi taybetî niha bûye havîn û germ roj bi roj zêde dibe. Di dibistanê de ne merwehe ne jî mûkeyfek heye ku mirov li ber rûnê. Herwiha ji ber ku dibistan di nava avahiya de ye, em nikarin pencerên xwe jî vekirî bihêlin, lewra malbatê ku di avahiya de jiyan dikin ji me ve xuya dikin.”
Ji maf û pêdiviyên jiyanê bê par in
Cihê serşokê li dibistanê nîn bû herwiha destşoyên wan jî her tim têne girtin. Ji vî aliyê de malbat pir bi gazin bûn lewra girtina destşokan bide sedema derxistina bînên ne xweş. Li ser pêwîstiyê koçbera û pirsgirêkê heyî Meryen axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka herî mezin ew e ku destşokên me her tim têne girtin û cihê ku mirov xwe lê bişo jî nîne. Em tev dizanin ku di hevînan de mirov nikare ku xwe yan zarokên xwe neşoştî bihêle, lewra ev germa zêde dibe sedema gelek nexweşiyên leaş.”
Pêwîstiya wan bi tîmên tenduristiyê heye
Ji dema ku malbatên koçber li dibistanê bi cih bûna û heta niha ji bilî carekî Heyva Sor a Kurdî sardana wan nekiriye, ev jî bû cihê gazinê ji aliyê mabata. Li ser vê yakê Meryem diyar ku, ji ber paşguhkirina Heyva Sor a Kurdî û rêxistinên ku ji bo tenduristiya mirova dixebite, nexweşiya xurê(Cerib) di nava wan de belav bû. Ji bilî vê yekê di nav welatiyên koçber yên bi temen mezin û nexweş hene û her tin hewcedariya wan bi dermanan heye. Ew ji ber kêmbûna derfeta kar nikarin her tişî ji derve bikirin.
Hêviya wan çareserkirina pirsgirêkên heyî ye
Meryem Sîdo derbarê giranbûna vê rewşê de wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber bihabûna kirîn û dagirtina balonê xaze, malbat neçar mane ku mîna dem û dewranê berê paporên gaze bi kar bînin. Ev jî bi xetere, herwiha ji ber dûmana wê mirov nikare nefesa xwe bikişîne. Ji bilî wê di germê de îhtîmala teqîna wê zêde ye.”
Hevseroka Komîna Dibistanê Meryem Ehmed Sîdo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya rêxistinên mirovî kirk u di zûtirîn dem de van pirsgirêkan çareser bikin û wiha got: “Hêviya me ew e ku dengê me bighêje rêxistinên ku xwe dibînin berpirsyarê koçbera û sardana dibistanê bike ta ku pirsgirêkên heyî çareser bike. Lewra rewşa me û ya zarokên me bi zehmete.”






