Idrîs Henan
Li Rojhilata Navîn demeke dirêje babelîsoka kirîzan kûr dizivire. Îro jî şikil diguhere. Sîstemên bi peymana Sayks – bîko re bûne desthilatdar, pêxîrtengiyê dijîn û bi têkçûnê re rû bi rû mane. Demek dirêj e bi aloziya Sûriyê re encamek wisa derketiye, îro jî bi şerê Îsraîl – îranê re seynala derbasbûna qonaxeke nû ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê dikeve ku sîstemên li gorî heqîqeta hegemoniyê nehatibin kedîkirin, ti şansê wan ê jiyanê nehiştine. Lew re jî, çi sîstemên hewl dane li hemberî îradeya heqîqeta modernîteya sermayedar serî hildin, bi têkçûnê re rû bi rû mane. Bi gotinek din; ji ber ku nekarîne li hemberî heqîqeta hegemoniyê bibin heqîqeta altirnatîf, îroj bi hemû şiklên xwe mehkûmî têkçûnê bûne û weke kevirên domino yek li pey yekî hildiweşin.
Qewimîn û pêşketinên bi şerê Îran – Îsraîlê re derketine holê, diyar dikin ku asta pevçûnê wê di wir de nemîne û dê hinek derdorên din bişimitîne nava xwe. Di heyamekî wisa de çendîn navên blok, kamp û navên qebe lê hatibin kirin, wê nikaribin li hemberî êrişa veguherîner a hegemoniyê li ber xwe bidin û dê bi zorê mecbûrî guhertinê bibin. Ji ber ku ti para wan di heqîqeta manedar a diyardeya civakî de nîn e, ji bona vê jî nekarîne hebûna xwe ya zir bikin heqîqet ku weke altirnatîfeke azadîxwaz xwe pêşkêş bikin.
Yanê em dikarin bibêjin ku demek e li Rojhilata Navîn blokbûneke nû ya heqîqetê têye avakirin. Ev blokbûn jî girêdayî şiklê nû ya cewherê sîstema sermayedar e ku ew jî ji aliyê xwe ve, mecbûrî guhertin û veguhertina metodên xwe yên mayîndebûnê ye. Lew re, weke beriya sed salî û vir ve, çawa ku sîstemên dewletdar îrade û heqîqeta wê ya sade qebûl kirine ku hebûna xwe bi diyardeya wê re parastine û xistine misogeriyê, îro jî li ser hîmên heqîqeta nû ya sermayedariyê sîstemên dûvik ku carek din hebûna xwe bixin bin gerantiyê, rîtuelên ajantiyê pêşkêş dikin. Li aliyê dîdtir jî, sîstemên ku hewl didin li hemberî hêza kakil a hegemoniyê li Rojhilata Navîn – Îsraîl – derkevin, di nav pêlên pêxîrtengiyê de nefesa xwe ya dawî dikişînin.
Tabloya îro bi şerê Îsraîl – Îranê re derketiye holê, nîşan dide ku modernîte nahêle derveyî heqîqeta wê ti şiklên din li civakên Rojhilata Navîn bêtên barkirin. Çendîn desthilatdariya Îranê, bi dehê salan, îdîaya nûjeniyê kiribe jî, lê rewşa xapandinê wêdetir derbas nekiriye û bi vê yekê re jî şansê xwe yê jiyanê ji dest daye. Heqîqeta wê ya paşvemayî ku hewl daye bi metod û alavên xapînok ên kapîtalîzmê xwe îfade bike, ne kariye ziravahiya wê ya ku tenê di fezaya hêza kakil a modernîteyê de tevgeriyaye, ji hilweşînê biparêze ku îro bi rewşeke rûbirûyî heqîqeta xwe ya derew re maye. Vê rewşa nû ya Îranê bandorek mezin li hemsîtemên fena Tirkiyê kiriye ku ta, lerizîn û metirsiya heman narvînê jiyan dike.
Lew re; eger heqîqet nûnertiya hêza jiyanê û temsîla wê neke, nikare îfadeya serketinê bike. ancax serkeftin bi cewherê heqîqetê re pêkan be. Tevgerên îslama siyasî jî ku dûrî cewherê îslamê ne, nikarin bibin altirnatîf û ne jî dikarin bi metodên xwe yên rizyayî li hemberî heqîqeta hegemoniyê li ber xwe bidin. Ancax heqîqeta demokrasî û azadiyê be ku têkoşîna gelan bigihîne serkeftinê.




