Argêş Vîyan
Rojhilata Navîn qonaxek veguherînê ya girîng dijî ku tê de rojevên herêmî û navneteweyî di nav hev de tê jiyan kirin. Nîşaneya herî berbiçav gûrbûna aloziyên ya li dijî Îranê ye. Lê, ev zêdebûna aloziyê nikare bi tena serê xwe were famkirin; li şûna wê, divê ew di nav pêşdîtinên berfirehtir de were dîtin ku armanc dikin nexşeyên bandor û nêrandinên ji Sûriye heta Urdun, Lubnan û Filistînê ji nû ve xêz bikin. Xetên vê xalê bi kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mecîd el-Muhendis, dorpêçkirina komên Îranî li Iraqê, kuştina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û kesên pê re di qezaya firokeyê de, û kuştinên li pey hev ên Hesen Nesrallah û serokê Hizbullah piştî êrîşa Hamasê dest pê kirin ku bi hêdî hêdî derkevin holê. Ev xalek wê çerxêye ku di stratejiya Îranê de ji bo serwerbûyina ya li herêmê dide nîşan dan. Di salên piştî wê de, êrîş û zextên siyasî û ewlehiyê di pey hew berdewam kirin. Wan bal kişand ser nêzîkatiyek zêdebûyî ku ne tenê Tehranê armanc girt, lê di heman demê de hewl da ku şiyana wê ya bandorê li derveyî sînorên xwe jî bandor bike.
Armanca sereke ya êrîşên dawî yên Îsraîlê, ku di 13’ê Pûşberê de dest pê kir dema ku Îsraîlê êrîşeke ezmanî ya berfireh li ser binesaziyên leşkerî yên li Îranê kir û fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşê û zanyarên nukleerî kuştin, xuya dike ku xaleke werçerxê ye: neçarkirina Îranê ku vekişe, an bi xistina wê bin hişmendiya têgihîştina Rojavayî an jî bi hewldana guhertina tevahî ya avahiya rêveberiya wê ye. Ev di heman demê de bi daxuyaniyên balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Tirkiyê, Thomas J. Barrack re hevdem e, ku “dawiya Peymana Sykes-Picot” ragihand, û qonaxek ji nû ve şêwegirtina Rojhilata Navîn li ser bingehên nû yên ku ji hêla hişmendîya hêz û berjewendiyan ve têne destnîşankirin, ragihand. Di ronahiya van pêşketinan de, ramanên Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe girîngtir dibin, ji ber ku ew pêşdarazeke ku rewşenbîrî û zanistî ji bo rewşa heyî pêşkêş dike. Rêber Apo eşkere kiriye ku tiştê ku li Îranê diqewime tenê beşek ji plansaziyekê berfireh e ku paşê dê bigihîje Tirkiyê û ji wê derê wêdetir jî.
Ev yek fikara zêde ya di nav navendên biryarê yên li Enqerê de li ser belavbûna gengaz a modela “Neteweyên Demokratîk” wekî modela rêvebirinê ji bo dewleta netewe ya yekdest eşkere dike. Rêber Apo nêrînên rexnegir û kûr li ser Îranê pêşkêş kiriye, nemaze di çarçoveya analîzên xwe yên li ser aloziyên li Rojhilata Navîn de. Rêber Apo pênase wiha pênase dike: “Tevî hewldanên navendîkirina yekdest û tundrew, “Îran di bingeh de avahiyekê federal e” û pêkanîna “modernîteya demokratîk” dikare deriyek hêviyê ji bo çareseriyek di nav civak û gelên Îranê de veke. Rêber Apo di hemû paraznameyên xwe de bi zelalî diyar kiriye ku “pirsgirêkên li Îranê ne ji paşveçûna çandî an avahiya civakî derdikevin,” lê, ji awayê ku dewleta netewe û modernîteya kapîtalîst têne bicîh kirin derdikevin, û ev ji tundrewiya olî ya Serdema Navîn hovtir û paşverûtir in.
Derbarê Îsraîlê de jî, Rêber Apo Îsraîlê wekî “berhemekî xwezayî ya şerên netewe-dewletan” bi pênase dike, ku damezrandina wê bi avakirina dewletên netewe yên Ereb re wekî beşek ji plansaziyekê yekdest a berfirehtir re hevdem bû. Ew nakokiya Ereb-Îsraîlê wekî “hevçûnek pisîk û mişk dibîne ku tê de enerjiya gelên Ereb di şerên pêşwext de têne xerckirin, li şûna avakirina civakên azad û zanist.” Ji ber vê yekê, paradîgmaya neteweya demokratîk wekî çareseriyek rasteqîn û dadperwer ji bo aloziyên herêmî, nemaze li Îranê, derdikeve holê. Rêber Abdullah Ocalan banga ji nû ve avakirina têgehek dewletê li ser bingeha pirrengî û naskirina hevbeş dike, li şûna ku xwe bispêre hilweşandina bi zorê ya rejîman an jî zêdebûna dijminatiyê. Gava yekem ew e ku bi tevlîkirina hemî pêkhateyên etnîkî û olî di pêvajoya rêveberiyê de mafnasî, nûnertî û hevsengiya civakî were misoger kirin. Pêşeroja Rojhilata Navîn dê ne tenê li ser bombebaran û êrîşan, lê li ser bingeha veguherîna resen a ji vîna gel derdikeve were avakirin. Di vê çarçoveyê de, ramanên Rêber Abdullah Ocalan nexşerêyekê bingehîn û siyasî ji bo Rojhilata Navîn a nûnertiya hemû pêkhateyan û cihêrengtir pêşkêş dikin, ku tê de nasname hevdu temam dikin, ne ku li hev dikevin û bi hevra jiyan dikin û pergala xwe rêve dibin.