Monday, June 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avabûna komên çete li Sûriyê û kiriyarên wan

22/06/2025
in ROJEV
A A
Avabûna komên çete li Sûriyê û kiriyarên wan
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji destpêkirina kirîza Sûriyê ve bi dehan komên çete ku ji bo berjewendiyên dagirkeriya Tirk tevdigerin hatin avakirin, van koman gelek kiriyarên xirab û komkujî derheqê gelên Sûriyê pêk anîne. Niha jî hewldan tên kirin ku ev çete tevlî artêşa Sûriyê ya nû bên kirin, lê gelên Sûriyê daxwaza dadgehkirina van çeteyan dikin.

Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di sala 2011’an de bi navê ‘Cêş Elhur’ ango Artêşa Azad li ser destê hin dewletên dijî rêjîma Baasê hat avakirin. Di nav Artêşa Azad de bi dehan komên çekdar hebûn, bi pêşveçûna kirîza Sûriyê ve ji ber berjewendiyên hêzên derve yên ku ew li ser daxwaza xwe tevdigerandin, hatin parçekirin û her komek an hejmarek ji koman ketin bin sîwana dewletên weke dagirkeriya Tirk, Qeter û hwd…. Lê hêza ku rasterast bi bandor bû dagirkeriya Tirk bû, wê destek da DAIŞ’ê, Dêrazorê û Reqa dagir kir û  hewl da ku Kobanê dagir bike, lê şikest û DAIŞ bi destê QSD’ê di 2019’an de li Dêrazorê têk çû. Dewleta Tirk dema ku dît DAIŞ lawaz dibe bi taybet piştî şikestina wê li Kûbanê, wê di sala 2017’an de 36 komên çete di bin sîwana Cêş Elwetenî ‘Artêşa Niştîmanî de kom kirin. Ev artêş ji sê tûgay pêk dihat, tûgaya yekem Siltan Murad, Tabûra Şîmal û hwd… dihewand nava xwe. Tûgaya duyem ji Koma Emşat, a Hemzat, Koma 23’an, Tabûra Selam û hwd… pêk dihat. Herwiha Tûgaya sêyem ji Ehrar Elşerqiye, Tabûra Weqas hatibû avakirin. Avakirina komên çete di bin sîwana Artêşa Niştîmanî bi saya MÎT a dagirkeriya Tirk bû ku wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Kiriyarên xirab ên çeteyan:

Bi dirêjahiya kirîza Sûriyê komên çete hemû cureyên kiriyarên xirab weke talankirin, işkencekirin, kuştin, revandin û ên di derheqê gelên Sûriyê de pêk anîn. Di destpêka aloziya Sûriyê de êriş li ser Girê Spî, Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê heya sala 2014’ê berdewam bûn û YPG û YPJ’ê berxwedanî dikirin. Lê êrişa yekem ku dewleta Tirk bi riya komên çete pêk anî 2016’an de bû ku bajarên Cerablus, Ezaz û Bab hatin dagirkirin. Piştre di 2018’an de Efrîn bû, di encamê de ji  destpêka dagirkirinê heta dawiya sala 2024’an, 706 sivîl hatine kuştin, ji wan jî 111 jin û 13 zarok bûn. Herwiha bêtirî 300 hezar şîniyên Efrînê koçber bû û zêdeyî 500 hezar darzeytûn û hwd hatin birîn. Di 19’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, di encamê de dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn û li şûna wan malbatên Ereb, Efxan û Tirkmen hatin bicihkirin. Tevahiya êrişên dagirkeriyê bi awayekî hawayî û bejayî pêk hatin û hemû cureyên çekan, di serî de jî çekên qedexekirî, hatin bikaranîn. Ji destêka dagirkirina herdu bajaran heta dawiya sala 2024’an 228 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan herwiha 808 kes hatin girtin,  çarenûsa 294 kes heta roja îro ne diyar e, hem jî 696 kes di bin îşkenceyê de ne.

Komên çete piştî ketina rêjîma Baas û pêwîstiya cezakirina wan:

Piştî rûxandina rejîma Baasê êdî hemû komên çete yên di bin serweriya Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrişî Minbicê, Til Rifetê û Şehbahê kirin. Di encama  Armanca dagirkeriyê ya sereke ew bû ku Kobanê û Bendava Tişrînê jî dagir bike. Êrişên dagirkeriyê 149 rojan li ser hawirdorê berdewam kir, 25 sivîl û gelke şervanên QSD’ê li ser destê çeteyan û dewleta Tirk hatin şehîdxistin, lê planên çeteyan ji bo dagirkirinê bi ser neketin. Li aliyekî din komên çete, çeteyên biyanî û artêşa Colanî êrişî Berava Sûriyê kirin, di 7, 8 , 9’ê Adarê de zêdyî 1700 kes ji pêkhateya Elewî hatin kuştin, ev êriş heta roja îro didomin. Tevî ku Komîteya Şopandina Rastiyan ji bo komkujiyên Beravê di wê demê de hatibû avakirin, lê heta roja îro bi erkê xwe ranebûye. Ji ber ku ji destpêka komkujiyan heta roja îro komkujî, talankirin û hemû cureyên binpêkirina bi awayekî veşartî bi hinceta bermahiyên rêjîma Baasê tên domandin. Di derbarê heman mijarê de jî Yekîtiya Ewropayî di 28’ê Gulanê de biriyara cezakirina dadgehkirina serkêşên hin komên çete da, ji wan ê bi navê Ebû Emşa (Mihemed Elcasim) serkêşê Koma Emşat. Di meha Pûşberê de jî biriyara fesixkirina hemû komên çete ji hikumeta veguhêz a Şamê hat dayîn, lê eger komên çete bêyî ku bên cezakirin û tevlî artêşa Sûriyê bibin, wê derfeta cezakirina van koman zehmet be.

Cezakirina dewleta Tirk li ser kiriyarên wê erkekî mirovî ye

Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê diyar kir ku di encama derbeyên 69 firokên bêmirov ên dewleta Tirk di sala 2024’an de, 87 tobbaran, 18 aran ji şerên rûbirû, û 20 teqînan de 162 sivîl şehîd bûn.  Herwiha di encama derbeyên 43 firokên bêmirov, 38 tobbaranan, 28 caran ji şerên rûbirû, û 53 teqînan de 194 kes birîndar bûn. Herwiha dewleta Tirk û çeteyên wê di 8’ê Çileya sala 2024’an de êrişî Bendava Tişrînê kirin, ev êriş bi berxwedaniya 149 rojan hat domandin. Di encamê de 250 sivîl û di nav de jî 9 rojnamevan birîndar bûn, herwiha 25 sivîl şehîd bûn û di nava wan de 3`ê rojnamevan jî hebûn. Herwiha li gorî zagonên mirovî yên cîhanî divabe li dadgehên navnetewî were cezakirin.

Post Views: 20
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
Navenda Pargîn a çand û hunerê
ÇAND Û HUNER

Navenda Pargîn a çand û hunerê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.