Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civaka li xwe mukir neyê, ew nayê guhertin

18/06/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Li hemberî jinê bê adaletî û bê wijdaniyeke mezin tê kirin. Rojan e jin têne kuştin, tûndî li wan tê kirin, di temenê biçûk de dizewicînin, destdirêjî jinan dikin û direvîn in. Ji civakê jî kesek berpirsyartiya vê yekê ranake. Napirsin çima jin dikeve van rewşan de. Bi taybet jin bi rêbazên giran dawî li jiyana xwe tîn in.

Ev nebûye 4 roj li bajarê Hejînê yê Dêrazorê keçeke 20 salî xwe tavêjê çemê Firatê û hîna cenazeya wê nedîtine. Li Kobanê keçên ciwan dawî li jiyana xwe tînin, li Tebqa û Reqayê heman bûyer berdewam dike.

Dema jin dawî li jiyana xwe tînin, malbatên wan li xwe mukir nayên ku berê jinê dane kuştinê. Mîna malbata jina ji bajarê Hejînê. Ji civaka xwe re gotine ku bê hemdî keça wan ketiye çem û ber avê çuye. Lê derdorên wan dibêjin ku keça 20 salî xwe avêtiye ciyekî herî kûr da ku nefilitê û bimre.

Ev buyerên ku diqewimin encama cinsiyetparêziyê ye. Jin bi giştî dema dibihîzin jinekê dawî li jiyana xwe aniye dibêjin misoger ji ber zexta lê hatiye kirin berê wê daye mirinê. Ev pirsgirêk gelekî kevn e û berdewam dike, lê belê dîsa jî civaka zayendperest li xwe mukir nayê ku pirsgirêka jin heye. Li xwe mukir nayên ku rewşa jin tê de ye pirsgirêkeke civakî ya herî sereke ye, ji ber vê yekê li çareseriyê nagerin. Jin li gel wan ne girînge heya mirov dikare bêje nîv insan dibînin. Heyanî pêdiviya wan bi jinê heye û dikarin karê xwe bi jinê bikin, wê xwedî dikin, piştî ku di çavên wan nema bi kêrî tiştekî tê wê tavêjin. Mînaka vê yekê jî kevneşopiya ku mêr hevjîna xwe dike xwişka xwe. Ev yek di civaka zayendperest de rêbazekî ku rewabûnê bide hemû kiryarên mêr ên li ser jinê dide meşandin. Piştî ku mêr hevjîna xwe kir xwişka xwe êdî wê li ser bizewicê û nema xwedî lê derbikeve. Her wiha eger jin nema zarokan bîne mêr dibêje kargeh sekinî û dibe ez kargeheke nû vekim.

Tevgereke biçûk ji jinê li gel civakê pirsgirêke û bi exlaq, şeref û namûsê ve didin girêdan, lê belê hemû rêbazên dûrî wijdan û edaletê yên li hemberî jinê têne bikaranîn pirsgirêk nayên dîtin. Eger civaka zayendperest li xwe mukir neyê ew di zîhniyeta xwe de israr dike û xwe nade guhertin.

Civaka cinsiyetparêz tu carî li xwe mukir nehatiye heyanî ku were guhertin. Di kîjan malbatê de jin dawî li jiyana xwe bîne, yan bireve, were kuştin an destdirêjî wê bikin vedişêrin û li ser digrin. Ji ber vê yekê li Kobanê, Dêra Zorê û hwd jin dawî li jiyana xwe tîn in. Ji ber zexta li ser wan, rêbazên li hemberî jinê didin bikar anîn dibe sedema ku girêdana wan bi jiyanê ve nemîne. Mirinê ji xwe re çareserî bibîn in.

Ev buyerên ku diqewimin dawî li wan nayê û em ê dîsa rojane bibhîz in. Eger zayendperestî pirsgirêk were dîtin wê demê wê pirsgirêka jin were çareser kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.