Remezan Olçen
Li devr û berên Kurdistanê deng û newaya dengbêjan weke aveke zelal û rewan em li ser ekranên televîzyonan dibihîzin. Ev dengê efsûnî car bi car li dilê zar û zêçan dixe, lê pirî canan li dilê kal û pîran dide. Erê dengek e lê ev deng şahidiyê bi demekê re dike. Tê de arezûyên vegera li dewrên berê jî heye. Her çend ku di stranan de piranî evînên nîvçomayî, şerê êl û eşîran hebin jî. Ji ber wê ew deng şehadeta demekê, hêvî û daxwaza jiyanekê ye.
Di serdema ku şoreşa dijîtal, globalîzasyon û siyaseta “yekkirina neteweyan” bi hostatî tê firotin, gelek netewe û civakên di bin nîrê bindestiyê de bi rêya têkoşîna xwe li dijî tinebûnê li dijî jêbirina nasname, dab û nêrît, folklor, çand û huner û zimanê xwe li ber xwe didin. Dîrok devedev tijî ye bi civakên di têkoşîna xwe de têkçûyî. Lê li aliyê din di dîrokê de civak jî hene ku tevî bi sedê salan di bin nîrê bindestiyê de jî karîbûne li ebr xwe bidin û bi awayekî ji awayan hebûna xwe bidomînin. Vaye civaka me bi vî rengî ye. Bi saya têkoşîna dehê salan Kurd îro dikarin behsa hebûna xwe, çand û ziman û dîroka xwe bikin. Ev ne hêsan bû û wisa tiştekî basît jî nîne. Pêşketineke mûazam e.
Dêhna xwe bidinê qet nebe ji dema illeta netewe-dewletê ket herêma me; li vê derê ji xeynî Kurdistanê dewlet û dewletokên çêkirî bi siyaseta qirkirinê xwestin gelê Kurd qir bikin, tine bikin. BI gelek rêbazan kirin. Bi eskerên xwe re ev kirin. Bi dibistanên xwe re kirin. BI mizgeftên xwe re kirin. DI vê serdema teknolojiyê de jî bi rêya ekranên televîzyonên xwe kirin û dikin.
Civak ji her aliyê ve dor lê hat girtin. Hebûn û rastiya Kurd hat berovajîkirin. Ziman û stranên wî hat qedexekirin. Dengbêjên wî bê deng hatin hiştin heta demekî. Lê ev heqîqet weke rojê timî xwe di derz û qelaştekan de nîşan da. Ronî kir, germ kir. Tine nebû. Dema em dibêjin tine nebû em nikarin îdia bikin ku bi tendurist jî dimeşe. Niv mirî maye. Rih li ber e lê din ava cih û nivînan de ye. Car bi car bi xebatine taybet weke ku were ser hişê xwe xuya bike jî jê re dem divê. Ji berk u pir hatiye êşandin. Tehde û êşkenceyeke mezin lê hatiye kirin. Ne tenê beden, hinav, dil û mêzî heta bi rihê xwe derb xwariye. Ku ev rastî nabe ku were înkarkirin. Ji ber çi? Ji berk u dema mirov înkar bike mirov nikare li rêyên tedawî û çareseriyê jî bigere.
Îcar dema me got çareserî û tedawî; mirov dikare li tecrûbeyên civakên wekî me binêre. Yên têk çûn sedema têkçûan wan çi bûn û yên bi ser ketin bi çi rengî bi ser ketin. Erê rast e ne têkçûn ne jî serkeftin ne ew tişt in ku mirov rabe ji cihekî îthal bike û bikre lê mirov dikare wê tecrûbê li parzûna rastiya Kurd bixe û bi vî awayî jê sentezek derxe. Li aliyê din ji tecrûbeyên civakan wêdetir di destê me de îlm û feraseta Apoyî heye ku bi rêya wê em dikarin xwe birêxistin bikin û bi vî awayî deriyekî felatê ji xwe re vekin. Bi vî awayî wê di vê serdema bûrehm de em dikarin wî dengê birîndar baş bikin.
Navê Kurdê azad li dinyayê bi têkoşînê belav bûye. Pir kes dizanin ku Kurd li dijî polîtîkayên pişaftinê li ber xwe didin, tûdikoşin. Lê di têkoşînê de em bi tenê nînin. Dêhna xwe bidinê ji Maoriyan heta Baskan, ji Katalanan heta bi Inuîtan ango li hemû parzemînan civak ji bo çand û huner, dîrok û zimanê xwe ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin. Eve jî me di têkoşînê de digihîne hev ku em di demên qirkirinê de jî bikaribin strana xwe ya azadiyê bistirên.




