Ronahî Sadûn/Qamişlo
Endamê Şanoya Çiya ku yek ji rêveberê projeya Zarhunera Havînê ye Simko Cûdî diyar kir ku xebatên projeya Zarhunera Havînê ji bo vejandina çand û parastina nasnameya her zarokekî/ê ye, hem jî qecenckirina demê bi awayekî rast ji bo zarokan e.
Di 1’ê Hizêranê de li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî ji aliyê Şanoya Çiya, TEV-ÇAND û Fontî Di Pace (Çavkaniya Aştiyê) projeya Zarhunera Havînê ya zarokan hat destpêkirin. Ev proje gaveke erênî ji bo pêşxistin û derbaskirina demeke bi sûd a havînê ji bo zarokan ne. Di vê projeyê de zarokên 7 salî heta 14 salî di aliyê şano, wêne û muzîkê bên perwerdekirin. Di heman demê de zarok bi rêya hunerê hebûna çand û nasnameya xwe biparêze, hem jî ji rewşên koçberî, şer û piskolojî dûr bikevin bi ruhekî zarokatî jiyan bikin.
Derbarê projeya Zarhunera Havînê ya zarokan, endamê Şanoya Çiya ku yek ji rêveberê projeyê ye Simko Cûdî ji Rojnameya me re axivî.
Simko Cûdî eşkere kir ku wan dirûşmeya projeyê “Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin”ji nameya Rêber Apo ya ku ji zarokan re nivîsandibûn, gitiye û wiha domand: “Xebatê ku em didin meşandin xebatê Zarhunera Havînê ye, ev xebat jî li sernaserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Kantona Cizîr û Firatê tê meşandin. Ev xebat bi pêşengiya Şanoya Çiya, TEV-ÇAND û rêxistina Fontî Di Pace (Çavkaniya Aştiyê) tê birêvebirin. Herwiha du rêxistinên din jî wê ji bo Kantona Firatê alîkar bin. Xebatên Zarhunera Havînî mîna dibistaneke hunerî ye ku ji bo pêşxistin û xurtkirina zarokan di warê hunerî de. Sedema ku me dirûşmeya vê projeyê kir “Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin” ew bû ku beriya demekê Rêber Apo ji bo zarokan nameyeke nivîsandibû û tê de ji zarokan re dibêje; xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin, lewra me xwest li ser vê bingehê projeya xwe bidin meşandin.”
’Projeya Zarhunera Havînê qezenckirina demê bi awayekî sûd ji bo zarokan’
Cûdî diyar kir ku yek ji armancên projeya Zarhunera Havînê ew e ku zarok di dema havînê de bikaribin rast dema xwe bikar bînin û wiha got: “Ev xebatê di 1’ê Pûşberê de hat destpêkirin û wê di 15’ê Tebaxa 2025’an de dawî dibe. Herwiha wê li bajarê Dêrikê, Tilkoçer, gundê Girbawî, Kampa Newroz ji bo zarokên Serêkaniyê, Qamişlo ji bo zarokên Efrînê, Rimêlan, Hesekê û Kobanê pêk were ku ew jî 8 navend ji bo vê xebatê tê armanckirin. Armanca sereke jî ew e ku di warê Şano de bikarin bi awayekî rast avakirina kesayetekî/ê li gorî civakeke demokratîk di nifşê nû yên zarokan de bidin çêkirin. Di warê wêne de jî xelayên zarokan berfireh bikin, aliyê din jî wê di hin bajaran de xebatên muzîkê were meşandin. Ev xebat jî, ji bo vejandina çand û parastina nasnameya her zarokekî/ê ye. Armanceke meyî din jî heye ku zarok di dema havînê de bikaribin rast dema xwe bikar bînin, ji bo wê jî gelek hewldanên me di rêya rêklaman de hat kirin, da ku malbatên zarokan bixin nava tevgerê de û xwedî li vê yekê derkevin û heya niha jî xwedîderketine baş heye. Herwiha me nêzî 1000 zarokî/ê di vê pirojeyê de hedef girt û di warê qeydkirina navan de em gihiştine nêzî armanca xwe, ez bawerim jî di rojên pêş de wê ew hejmar zêdetir bibe.”
‘Bixeyalên zarokan jiyanê ji asta xwebûnê heya hebûnê bidin nîşandan’
Simko diyar kir ku ji bo projeya zarokan Komîteyeke rêvebir ku ji 4 kesan pêk tê, hatiye avakirin û wiha pê de çû: “ Berhemên ku wê di vê projeyê de derkevin herî kêm wê 10 lîstikên şano be. Deman demê de wê pêşengeheke mezin a wêneyan bi hejmara 1984 wêneyê di 15’ê Tebatê de bê lidarxistin, di wê pêşengehê de wek xeyalên zarokên Kurd taybet, hem jî çawa ku 15’ê Tebaxê çûleya yekemîn li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê bû û pêngava 15’ê Tebaxê, bi xeyal û wêneyên zarokan, jiyanê ji asta xwebûnê heya hebûnê bidin nîşandan. Ji bo vê xebatê jî Komîteyeke rêvebir ku ji 4 kesan pêk tê, hatiye avakirin û nêzî 15 mamosteyan li bajarên ku wê ev proje lê bê dîtin, ji bû beşên bên dayîn hatine erkdarkirin. Dîsa jî wê di dema projeyê de herî kêm wê li her bajarekî 2 çalakiyên hunerî were lidarxistin, da ku zarok bikaribin hunera xwe li bajarê xwe bidin danasîn, herwiha ev çalakiyên bên çêkirin jî dibe ku filim, şano yan konsertek be, ev jî wê ji aliyê komîteya rêveber a vê xebatê mehane werin lidarxistin. Amadekariyên vê projeyê bi awayekî xurt ji aliyên mamosteyên erkdar ve, hatiye kirin. Hem jî tevlîbûn heya niha bi heyecaneke pir mezin tê meşandin.”
‘Zarokan li ser hîmê parastina çand û nasnameyê mezin bikin’
Simko Cûdî di dewamkirina axaftina xwe de destnîşan kir ku peyama wan ji vê projeyê parastina çand û nasnameya zarokan ne û wiha got: “Peyama me jî ew e ku hemû malbatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî li zarokên xwe derkevin ku zarokên xwe li ser parastin hîmê çand, nasname û hebûna xwe bidin avakirin û wan tevlî xebatên çand û hunerê bikin, da ku xwe di vê yekê de lipêş bixin. Heger ev proje bi awayekî serkeftî pêk hat, dibe ku di sala bê de di asta akadimikî ji bo zarokan di aliyê hunerî de, pêk bê.”
‘Zarok ruhê xwe yê zarokatiyê jiyan bikin’
Simko Cûdî axaftina xwe wiha qedand: “Di nava şoreşa Rojava di bi 100’an zarok ji aliyê dagirkeran ve şehîd ketin, mînaka wê jî şehîd Silava ku xebatkareke çandê bû. Rastiyeke ku di nava êrişên dagirkeriya de, xweparastin bi taybet di aliyê zarokan de cûdatiyeke wê heye, li aliyekî din jî zehemet e ku piskolojiya zarokan ne li gorî jiyana zarokbûnê be, ji bo wê jî xebatên ku em didin meşandin li ser bingehê ku zarok li gorî “Ruhê xwe yê zarokatiyê jiyan bikin, bi hîmê şoreşê hebûna xwe jiyan bike”. Berî demekê jî dema êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma me pêk hat, zarok diçûn dibistan û navendên xwe yên çandê, ev jî vê yekê dide diyarkirin ku zarokên şoreşê bi hîmên şoreşê û hebûna Şerê Gelê Şoreşgerî ava bûne, em jî weke tevgera çandê vê bi xebatên istratîjîk nîşandin didin.”