Amara Baran/ Qamişlo
Rêber Apo , “Ferd û welatiyên netewa demokratîk bi qasî ku komînal bin dikarin azad bin. Kesayeta azad a sexte ku ezezîtiya kapîtalîst li ser civakê kişkişandiye di rastiyê de koletiya herî kur jiyan dike. Netewa demokratîk li dijî ferdperestiyê ye û xwe di nava civaka azad a komînê de dibîne.”
Nirxandinê Rêber Apo li ser komînê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de ji bo komînê wiha dibêje: “Ferd û welatiyên netewa demokratîk bi qasî ku komînal bin dikarin azad bin. Kesayeta azad a sexte ku ezezîtiya kapîtalîst li ser civakê kişkişandiye di rastiyê de koletiya herî kur jiyan dike. Netewa demokratîk li dijî ferdperestiyê ye û xwe di nava civaka azad a komînê de dibîne. Di asta herî jor de cihê wê heye û bi giştî ji bo qadên jiyanê bingeh e. Mebesta me ji komînan ew e ku komên mirovên ku di her qadên civakê de çalak in. Ji lewre divê her gundek li gorî şert û mercên heyî komîn avabikin, heta derbasî tax û bajaran jî bibe. Her wiha komîn dikare xwe li kooperatîf, febrîqa, komele an jî di saziyên sivîl de jî ava bike. Di heman demê de di hemû qadên jiyanê mîna perwerde, çand, huner û zanistê de dikare were afirandin. Ger wiha bibe mirov dikarê jê re bêje pergala komînal a demokratîk.”
Komîn civaka rêxistinkirî ye
Dema şoreş pêk hat, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl da komînan bi pêş bixînin, ji ber komîn mînaka civaka bi rêxistinkirî ye. Komîn li gund, tax, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin û erka wan a esasî bi rêxistinkirina civakê ye, ji ber bingeha netewa demokratîk, azadî, wekhevî û edalete. Komîn di taxa xwe de kar, xebat, barê civakê, xizmetguzarî, mazot, xaz, paqijî, alîkariya mirovan di aliyê madî û manewî de pêk tîne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya komînan parastina xwe ya rewa dike. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel bi saya komînan dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û civaka xwe bi rêxistin bike.
Derbarê girîngiya komînan hevserokê Meclîsa Bajarê Qamişlo Îzedîn Gedo ji rojnameya me re axivî.
Komîn stûna civakê ye
Îzedîn Gedo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Komîn stûna civakê ye, bi rêya komînê pirsgirêkên civakê tên çareserkirin û xizmeta civakê bi awayek wekhev û kolektîf pêk tê . Komîn bi 3 komîteyên bingehîn hatin avakirin; Komîteya Xizmetguzarî( ku îro wek komîteya şaredariyê) tê naskirin, Komiteya Lihevanînê û Komîteya Parastinê. Komîn demokrasiya rastîn û yekser e, demokrasiya rasterast bi komînê dest pê dike û gel bi awayekî rihet mafê xwe yê heyî diparêze.”
Bi saya fikre Rêber Apo komîn xwe birêxistin dikin
Îzedîn Gedo tekîldarê rola komînan wiha anî ziman: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo komîn hatin bi rêxistinkirin. Di gava destpêkê de komîn girêdayî mala gel bûn, piştî ku meclis û sazî hatin rêxistinkirin komîn bi meclisa bajar ve hatin girêdan. Li bajarê Qamişlo 110 komîn hatine birêxistinkirin, du bajarok jî girêdayê bajarê Qamişlo ne, li bajarokê Girbawî 60 komîn hatine rêxistinkirin, li bajarokê Tenûriyê jî 38 komîn hatine rêxistinkirin. Di hevpeymana civakî a nû de biryar hat girtin ku li 3 Taxên bajarê Qamişlo; Taxa Xerbî, Aşûriyê û Hililiyê meclis bên avakirin, da ku barê meclîsa bajar sivik bibe.”
Daxwaza gel ji bo komînan
Îzedîn wiha domand: “Wek meclîsa bajarê Qamişlo li ser daxwaz û pêşniyarên gel taxên ku di bin rêveberiya Rejîma Baas de bûn komîn bên rêxistinkirin ji bo ku gelê ku li wan taxan dijîn bi awayek komînal û ji bo parastina taxa xwe, xwe bi xwe rêve bibe pêwîstî bi rêxistinkirina komînan heye. Herwiha ji bo projeyan jî Rêveberiya Xweser destekek baş dide komînan. ”
Komîn cîhê biryar û Îradeya gele
îzeddîn da zanîn ku dema pisgirêkên gel di komînan de çareser nebe, dibin meclîsa gel û wiha domand: “Di komînan de kêmasî derdikevin piştê ku Rêveberiya Xweser hat damezirandin û sazî hatin avakirin, komîn lawaz man, ji ber ku piraniya civakê bere xwe da saziyan. Ji Rêveberiyê heta zarok û ciwanek ku li taxê, dijî cîhê xwe di komînê de digre, Rêber Apo girîngî dide komînê û wiha dibêje ger rojek ez ji Îmraliyê derkevim ez ê li gundê xwe komîn avabikim û xizmeta wî bikim”. di roja me ya îro de komîn wek komiteya xizmetgûzarî tê naskirin. Wek meclîsa bajarê Qamişlo em hewil didin fereseta ku di nav civakê de pêş ketiye ji holê rakin, komîn cihê biryarê û îradeya gel e.”
Di komînan de cîhekê girîng yên komîteyan heye
Îzedîn wiha i axaftina xwe zêde kir: “Komîteya Perwerdê tendûristî, parastinê û şaredariyê jî rolê xwe di komînê de dileyîze ji aliyê paqijî û xizmet guzariya taxê de gelek komînê bi awayek kolektîf derdorê kolana xwe paqij dikin û gel teşwîqê paqijiyê dikin. komîn hene her 15 rojan carek hemleya paqijiyê didin destpêkirin ji bo paqijiya kolanên xwe. komîteya parastina Cewherî ji bo taxa xwe ango komîna xwe biparêze din av liv û tevgerê da ye û xwedî roleke girînge. Komîta lijna silhê jî di komînê de rola dadgehê bileyîze. di hevpeymana civakî ya nû de de 15 komîte wê di cîhê xwe di komînan de bigrin.”
Hevserokê Meclîsa Bajarê Qamişlo Îzedîn Gedo axaftina Xwe wiha qedand: “Hêviya me ew e ku gelê me komînên xwe esas bigre û ruhê komînalbûnê di jiyan û komînan de ava bike. Wek Meclisa Gel jî çi alîkarî lazim be em dikin. Komînên ku hatin avakirin bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bûn û gelek dahurandinên Rêber Apo li ser mijara komînê hene ku ew yek ji bo me esas e. Komîn cihê biryarê ye û esasê wê gel e, ji lewra em jî wek Meclisa Gel, gelê xwe esas digirin û armanca me ew e ku em vê projeyê bi ser bixînin.”