Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Xweparastin rêya jiyana bi ewle û azad e’

15/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Xweparastin rêya jiyana bi ewle û azad e’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Berdevka Meclisa Jin a PYD’ê Netewî Xemgîn diyar kir ku xweparstin hebûna mirovan nîşan dide û wiha got: “Ji bo berdewamiya jiyanê xweparastin girîng e, herwiha mirov bi riya fikir û rêxistinê dikare parastina xwe bike.”

Xweparastin, li hember her hewldanek parçebûna hundirîn, mudaxeleyeke derve û êrîşekê, rêya tekane ya parastinê ye.Di vê demê de û li gorî pêvajoya heyî, xweparastin ji her tiştî êtir girîng e. Di dema niha de xweparastin ji avê û xwarinê jî girîngtir e, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku êrişên domdar li ser tên meşandin. Mirov ne tenê bi çekan dikare parastina xwe bike lê belê mirov bi riya fikir, îdolojiya û rêxistina xwe dikare parastina xwe bike. Ji ber ku dewletên dagirker li kêleka şerê çekdarî şerê taybet jî dimeşînin.

Derbarê girîngiya xweparastinê li Bakur û rojhilatê Sûriyê, berdevka Meclisa Jin a PYD’ê Netewî Xemgîn ji rojnameya me re axivî.

‘Xweparastin hebûna mirovan diyar dike’

Netewî Xemgîn destnîşan kir ku yek ji beşên sereke yên berdewamiya jiyanê xweparastin e û wiha got: “Xweparastin di xwazaya cîhanê de yek ji girîngtirîn beşê jiyanê ye, eger parastin tune be mirov nikare jiyana xwe berdewan bike. Parastin hebûna mirovan diyar dike, herwiha mirov bi fikir û rêxistina xwe dikare parastina xwe bike. Mirov ne tenê bi şer parastina xwe dike, lê bi zimanê xwe jî parastina xwe dike, dema ku mirov bi zimanê xwe biaxive û binivîse wê demê zimanê xwe didomîne û diparêz e. Li kêleka parastina ziman, parastin çandê jî heye, dema ku mirov parastina çanda xwe bike parastina cil û bergên xwe, stran, berhem, amûrên kevneşop û dîroka xwe jî dike. Ev tê wateya ku parastina hebûn û mafê xwe kirin.

Di nava civakekê de ku tundî li ser jinê tê kirin wê ew jin çawa parastina xwe bike, divê îdolojiya xwe di milê zanistê de xurt bike, hezkirina azadiyê li gel jinê zêde be, di milê leşkerî de xwe bi pêş bixe, îrade û berxwedaniya xwe ji tundiyê mezintir be. Xwenaskirin, dispilîn û rêxistin ji bo her jinekê û di heman demê de ji bo her endamek di nava civakê de lazim e. Divê her mirovek naskirina riya azadiyê û têkoşînê bike armanca xwe û wê pêk bîne.”

‘Ji bo parastina mef û azadiyê xweparastin girîng e’

Netewî Xemgîn diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin girînge û wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin di astekê de tê maşandin, lê divê hîn zêdetir bi pêş keve. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xweparastin li hemberî DAIŞ, komên çeteyan, rêjîma Baas û dewleta Tirk a dagirker jî tê meşandin. Ev têkoşîna mezin a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe ji ber ku bingehek wê ya rêxistinî heye, jin, ciwan, mêr û civakê bi gîştî xwe birêxistin kirine û di vê pêvajoyê de dimeşin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêvajoya îdolojî, projeya sîstema netewa demokratîk, sazî û sîstema jin di çarçoveya netewa demokratîk û hevjiyana azad de xwe bi pêşxistin e. Pêwîst e em hîn zêdetir hêza xwe xurtir bikin , xwe birêxistin bikin û di milê îdolojî û leşkerî de xwe bipêş bixin.”

‘Bi şerê gelê şoreşgerî hebûna civakê didome’

Berdevka Meclîsa Jin a PYD’ê Netewî Xemgîn axaftina xwe wiha qedand: “Şerê gelê şoreşgerî dema ku dagirker nasnameya gel a siyasî û mafî qirdike ev şer tê meşandin. Di bingehê şerê gelê şoreşgerî de xweparastin heye, di bingehê parastinê de jî ferd û civak heye. Li Bendava Tişrînê şerê gelê şoreşgerî hat meşandin tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn mînaka vê şerî. Hemû gel bi erka xwe ya şoreşgerî rabûn û parastina bendava xwe kirin, li kêlekî ked û têkoşîna hêzên me yê leşkerî berxwedaniya gel a bê hempa hat meşandin. Erkê şoreşê anjî şerê gelê şoreşgerî li ser milê tevahî civak û gelan e, ji ber ku erkê gele ku şoreşê pêk bîne û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Dema ku di hundirî Sûriyê de mafê tevahî jin, gelê Kurd, Elewî û Dirûzî pêk nehat wê demê şerê gelê şoreşgerê wê bê meşandin û maf û helwestên xwe yê şoreşî, leşkerî, civakî wê xwedî lê derkevin û wê bistînin.”

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.