Sunday, June 15, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pakêta xapandinê

15/06/2025
in ROJEV
A A
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
Share on FacebookShare on Twitter

Mehmet Alî  Ertaş

Hikûmeta AKP’ê li şûna ku ji kok ve Destûra Bihgehîn li gorî mafên mirovan ên gerdûnî û pêdiviyên demokrasî, edalet, heq û hiqûqê biguherîne, her salê carekê pakêteke girtî ku di nava wê de çi heye ne diyar e pêşkêşî meclisê dike. Bi van pakêtan desthilatî û serweriya xwe ya ser gelê Tirkiyeyê mîsoger dike. Her ku pakêteke darazê tîne rojevê, wekî mizgîniyê bide gelê Tirkiyeyê tev digere û li gorî xwe zagonan diguherîne. Her pakêtek di meclisê re derbas kiriye, hikûmdariya xwe ya li ser gel û partiyên din bêtir xurt kiriye. Bi van pakêtan xwe mîsogre dike. Niha jî 10’emîn pakêta darazê xistiye rojevê. Her çend saziyên mafên mirovan, rêxistinên civakî, nivîskar, rewşenbîr, hiqûqnas û civaknas li dijî vê pakêtê nerazibûnên xwe bînin ziman jî hikûmeta AKP’ê van bertek û nerazibûnan tevan paşguh dike û di dawiya dawî de li gorî daxwaza xwe pakêtê di meclisê re derbas dike.

AKP’ê heta niha pakêtên dahfik û xefikan ku anîne meclisê, wekî pakêtên edalet û demokrasiyê nîşan daye. Lê piştî pakêt bi raya giştî re hatiye parvekirin, aşkere bûye ku hundirê pakêtan vala ye û li şûna edalet, demokrasî û mafên mirovan, bêtir zagonên ku rê li pêşiya mafê azadiyê digirin derketiye pêş.

Di sala 2019’an de ku şewba Coronayê dest pê kir, hikûmeta AKP’ê 3’yemîn Stratejiya Reforma Darazê anî rojeva Tirkiyeyê. Ji wê demê heta niha 10 pakêtên darazê aniye rojeva meclisê û yek bi yek di meclise re derbas kiriye. Her çend partiyên muxalif li dijî van pakêtan derketiye jî, daxwaz û pêşniyarên partiyên muxalif li ber çavan negirtiye û pakêt li gorî daxwaza xwe di meclisê re derbas kiriye. Hikûmeta AKP’ê bi dirûşmeya “Sedsala Tirkiyeyê sedsala edaletê ye” wekî pergala edaletê ya ku serweriya edalet û hiqûqê esas digire derdiye pêş. AKPê di sala 2021’an de bi dirûşmeya”Bi mirovê azad û bi civaka bi hêz; Tirkiyeyeke bêtir demokratîk” dîsa xwest civakê bixapîne. Lê piştî van pakêtan me dît ku bêtir girtin, binçavkirin û kuştin zêde bû. Xizanî, binpêkirina mafan û îşkenceya li ser girtiyan û kolanan zêdetir bû. Li şûna bi van pakêtan dawî li neheqî, bêhiqûqî û binpêkirina mafan bîne, raporên mafên mirovan nîşanî me dide ku tundî, binpêkirina mafan zêdetir bûye. Niha li Tirkiyeyê zêdetirî 410 hezar girtî hene. 110 hezar girtî, zêdetirî kapasîteya girtîgehan girtîne. 10 qat zêdetirî Almanyayê mirov girtî ne.

Daneyên li girtîgehan, kuştina jin û karkeran, dizî, îşkence û talankirina xwezayê nîşanî me dide ku hesap ji kesên ku sûcên edlî dikin nayê pirsîn. Lê bi deh hezaran mirov ji ber nivîs, gotin, huner û siyaseta xwe hatine girtin û girtî têne darizandin.

AKP dîsa bi pakêta 10’emîn dixwaze qeyrana edalet û demokrasiyê kûrtir bike.

Ji ber ku girtiyên nexweş ên ciwan nikarin sûdê jê bigirin. Ji ber ku girtiyên cezayê muebeta giran girtine nikarin jê sûdê bigirin. Di serî de Rêber Abdullah Ocalan 4 hezar girtiyên siyasî ku cezayê muebatê xwarine nikarin ji mafê hêviyê sûdê bigirin.

Ji ber ku heta ATK rapora ‘Nikar di girtîgehê de bimîne’ nede girtiyan, ew girtî dê neyên berdan.

Ji ber ku tenê girtiyên du canî, girtiyên li gel zarokên xwe girtî, girtiyên edlî dê karibin sûdê bigirin.

Ji xwe heta niha gelek caran pakêtên darazê hatine rojeva meclisê, lê tenê girtiyên ku dizî kirine, girtiyên ku sûcê tiryakê, fihûşê kirine, Girtiyên ku cînayet kirine hatine berdan. Lê girtiyên siyasî yên ji ber fikr û gotinên xwe hatine girtin, ew heta niha bi van pakêtan nehatine berdan û xuya dike ku dê bi pakêta 10’emîn jî neyên berdan.

Li komisyona dadê ev pakêt hat niqaşkirin. DEM Partî, CHP, MHP, Deva Partî, Îyi Partî, HDK li dijî pakêtê derketin. Lê dîsa AKP daxwaza partiyan red kir û pakêt bi dengê AKP-MHPê di komîsyonê re derbas kirin.

Dijderketina van partiyan bi xwe nîşan dide ku ev pakêt tenê li gorî daxwaz û berjewendiyên AKPê hatine amadekirin. Vîna partiyên siyasî, civak û rêxistinên demokratîk û vîna gel esas nehatiye girtin. Dîsa  Biryara DMMEyê û pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî li ber çavan nehatiye girtin. Ji ber daxwazên gel û partiyên muxalif esas nehatiye girtin, heviyê nade û bertekên li dijî vê pakêtê zêde ne.

Parlamentera DEM Partiyê Dilan Kunt Ayan, girtina Şaredarê Stenbolê wekî darbeyê pênase kir û da zanîn ku pakêta darazê li dijî edalet û mafên mirovan e. Dîlan kurd destnîşan dike ku girtiyên ku cezayê muebeta giran girtine nikarin ji vê pakêtê sûdê bigirin

Parlamenterê CHPê Suleyman Bulbul jî balê dikişîne ser gotina Serokê MHPê Devlet Bahçelî yê mafê heviyê û bibîr dixe ku mafê hêviyê di vê pakêtê de tune ye. Bulbul, destnîşan dike ku di vê pakêtê de wekhevî, û edalet tune û li dijî Destûra Bingehîn e.

Parlamenterê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahin jî vê pakêtê li dijî hiqûqê dibîne û destnîşan dike ku ev pakêt daxwazên civakê nabersivîne.

Parlamenterê Partiya ÎYÎ Hakan Şerif Olgun jî li dijî pakêtê derdikeve û dixwaze ji nûve xalên pakêtê sererast bikin.

Lê di encamê de b dengê AKP û MHPê pakêta darazê di komîsyona dadê re derbas kirin û xwe esas girtin.

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine
ÇAND Û HUNER

52 sal ji nivîsîna domdar Ebas Ebas 16 berhem afrandine

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.