Lîloz Hisên/Qamişlo
Di meha derbasbûyî de Nûnerê serokê Emerîkayê Thomas Barrack ragihand ku ew tevlîbûna bi hezarên çekdarên biyanî yên tundiraw di nava artêşa Sûriyê ya nû de erê dikin. Ev gav jî li cem gelên Sûriyê bû cihê metirsiyê.
Li gorî raporeke ji Ajansa Reuters parve kiribû berî demekê, tê de erêkirina Emerîkayê ji bo tevlîbûna çekdarên biyanî di nava artêşa Sûriyê de erê kir, vê yekê gelek fikar di nava welatiyên Sûriyê de çêkir. Pilan li gorî berpirsyarên ji wezareta parastinê wê 3500 çekdar praniya wan Uygur, Çîn û dewletên cîranin tevlî firqeya 84‘an bibin.
Hejmara çekdarên biyanî ku bi HTŞ’ê re şer dikirin bi hezaran e. Li gel Partiya Îslamê ya Tirkistanî, wekî din hin beş weke Şîşanî, Qoqazî, Ozbek, Tacîk û Tirkman li gel Ereb û hwd..
Çekdarên biyanî kîne?
Ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê ku 13 salan dewam kir, bi hezaran biyaniyên Sunî tevlî komên opozîsyona Sûriyê bûn, beşek ji çekdaran komên taybet yên girêdayî xwe çêkirin, wekî din hin kom tevlî rêxistinên terorist weke DAIŞ û Qaîde bûn, herwiha hin ji wan tevlî komên weke HTŞ’ bûn.
Ev çekdarên biyanî ji dewletên cuda ne di nav de Uygur in. Uygur, komeke etnîkî ne ku li herêma Sinjiang a bakur-rojavayê Çînê dijîn, bi zimanê tirkî diaxivin û xwe wekî welatiyên dewleta Tirkistana Rojhilat dihesibînin, parêzgeha Sinjiang a Çînê ye. Li Sûriyeyê partiyek bi navê “Partiya Îslamî ya Tirkistan” li dar xistine.
Li gorî rapora ajansa FRANCE 24, fesîleyên din hene mezin an biçûk in di bin sîwana Tirkiyê de ne, piraniya wan bi HTŞ’ê re an girêdayî wê bûn, hejmara wan di navbera 3500 û 5000 çekdar in. Berovajî DAIŞ û Qaîde dijberî HTŞ’ê bûn ku di navbera wan de gelek şer û pevçûn derket di dema borî de, li gorî pisporê ewlehiya istratejîk û lêkolînerê siyasî yê Urdinî Omer El-Redad. Oygur stûna çekdarên biyanî di bin ala Heyet Tehrîr El-Şam de ne, ew ji Çîn û nava Asyayî ne herwiha girêdayî Partiya Îslama Tirkistanî ne ku li Pekînê li ser lîsteya terorê ne.
Emerîka rê da ku çekdarên cîhadî tevlî artêşa Sûriyê bibin
Reuters 2’ê Pûşbera 2025’an raghand ku nûnerê taybet ê Emerîkayê yê li Sûriyê Thomas Barrack, eşkere kir ku Washingtonê planeke nû ya Sûriyê ji bo tevlîbûna çekdarên tundrew di nav refên artêşa Sûriyê de erê kir. Li gorî ajansê, rayedarên leşkerî yên Sûriyê piştrast kirin ku plan ew e, ku nêzî 3,500 çekdarên biyanî, ku piraniya wan Uygurên Misilman ên ji Çînê ne, di yekîneyeke leşkerî ya nû avabûyî, Firqeya 84’an a artêşa Sûriyê de, ku dê Sûrî jî di nav de bin. Ajansê destnîşan kir ku El- Şeri hewil da ku dewletên rojavayî îqna bike ku tevlîkirina çekdarên biyanî ji terikandina wan kêmtir xeternak e.
Dema ku Reutersê li Şamê ji Thomas Barrack, balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê, ku meha borî wekî nûnerê taybet ê Trump ji bo Sûriyeyê hatibû tayînkirin pirsî gelo Washington razî bûye ku çekdarên biyanî tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bike got, “Ez dixwazim bêjim ku têghiştin û şefafiyeteke heye”. Wiha lê zêde kir “Mayîna çekdaran çêtire di projeya dewletê ji bilî dûrxistina wan herwiha gelek ji van çekdaran alîgirên desthilata Şamê ya nû ne.” Li ser piştgiriya Emerîkayê ji bo QSD’ê wiha got: “QSD’ê hevalbendê me ne, piştgiriya me ji bo wan weke piştgiriya hevalbend e, ji bo Kongreya Emerkîayê pir giring e.”
Bertekên li dijî vê biryarê
Piştî raghandina vê biryarê di nava gelê Sûriyê de gelek bertek li dijî vê yekê derketin, nemaze ku destê gelek van biyaniyan di komkujiyên ku li berava Sûriyê de çêbûn hene û heta niha bêyî mihasebe hatine hiştin. Tevlîbûna çekdarên biyanî êdî bi xwe re wê bandorke mezin li ser gelê Sûriyê û xeteriyekê li ser ewlehiya wê bike. Ji ber ku ev kesên tundrew in û baweriya welatiyên Sûriyeyî bi van çekdarên cîhadî tune ye herwiha di nava lîsteyên terorê de ne, êdî wê bi jiyaneke fikar bijîn. Desthilata Şamê diyar kiribû ku ew ê nasnameya Sûrî bide van çekdaran, lê mixabin gelek welatiyên Sûriyeyî ku bi hezarên salan li ser vê xakê jiyan dikin heya niha nasnameya wan tune ye.
Parêzer Zeîd el-Edim derbarê vê yekê û piştî ku destûr hat dayîn ku 3,500 çekdarênên tundraw ên Tirkistanî tevlî Firqeya 84’an li beravê bûne got, “Ji niha û pê ve, xatir ji berava Sûriyeyê û bi xêr hatin berava Uygur re.” Wî destnîşan kir ku berava Sûriyeyê hêdî hêdî vediguhere navendeke cihê terorîstan.
Berteka dewleta Çînî
Di bersiva van pêşketinan de, berdevkê Wezareta Derve ya Çînê got, “Em hêvî dikin ku Sûriyê dê li dijî hemû cureyên terorîzmê û hêzên tundrew derkeve, li gorî fikarên civaka navneteweyî.” Di heman demê de, berpirsê siyasî yê Partiya Îslamî ya Turkistanê, Osman Bogra, di daxuyaniyek nivîskî de ji Reuters re ragihand ku “Ev kom bi fermî hatiye hilweşandin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûye. Niha, ev kom bi tevahî di bin desthilata Wezareta Parastinê de dixebite, pabendî siyaseta neteweyî ye û tu têkiliyan bi partî an komên derveyî re nagire”.