Ahmet Aktaş
Di jiyana gelemperî ya gelan de dîplomasî, cihekî giring digre û mijarek ewqas hewcedarî pê heye ku divê neyê paşçavkirin.
Ji xwe gelên mîna gelê me ku di qonaxek wisa nazdar re derbas dibe de, ji gelên din ên asayî zêdetir pêdivî bi pênaseyê û piştgiriya cîhanî-navneteweyî heye.
Weke ku di nirxandin û banga Rêber Apo jî de tê dîtin, gelê Kurdistanê, ji qonaxa hişyarî, hişmendî, xwenasî, viyanî û xwebûnî derbasî qonaxa bidestxistina statuya azadbûnê dibe.
Di vê qonaxê/serdemê de, êdî li şûna xebata çekdarî û zordarî, şêwazê xebat û hewldana siyaseta demokratîk digre.
Mijara dîplomasiyê jî, di vê serdemê de hîn pirtir derdikeve pêş û rola wê zêdetir dibe, ji ber ku zemînê piştgrî û hevkariyê hêsantir û xurtir dibe.
Hilbet, heta niha gelek kar û xebatên kêrhatî ên dîplomatîk hatine kirin, divê ev xebat neyê jibîrkirin.
Lê di vî karî de bêgûman kêmasî û xemsarî jî hene, divê ev jî werin dîtin, da ku kar û xebatên me yên dema pêş hîn xurtir berhemdar bin.
Heta niha ji bo karê dîplomasiyê, bi bingehîn dewletên cîhanê yên mîna DYE, Rûsya, Ewropa û hwd…hatin e dîtin, ev ne şaş e, gotin jê re nîne, lê kêmayî hene, kî ne? Çîn û hwd.
Gelo çima têkilî heta niha bi Çînê re çênebû ye an heye lê kêm e û ez nizanim?
Li ser vê mijarê, kêm be jî, min bi hinek hevalên têkildar re guftugo kir, lê min bersîva têr û tije ne stand û kurt kurmancî di vê derbarê de xemsariyek berbiçav heye.
Doh, di çapemeniyê de hevpeyvînek li gel profesorekî Çînî, bi navê Prof.Dr.Ruiheng Li, hebû.
Vî kesî, teza xwe ya doktoriyê li ser Gelê Kurd çêkiriye û weke çav li xezineyekê bikeve, di roportajê de gelek pesindariya Kurdan dike û di encama lêgerinên xwe de pirtukekê jî li ser Kurdan dinivîsîne.
Ji dîrokê ve despê dike tê heta roja îro; ji bandor û hêjatiya Seleheddînê Eyûbî tê heta qehremaniya li dijî DAIŞê.
Ev profesor, li paytextê Çînê di Zanîngeha Bekînê de mamoste ye û lêkolîn û lêgerînên xwe yên li ser Kurd û Kurdistanê, hîn jî bê rawestan dide meşandin û ji bo avakirina Kurdilojiyekê jî di nava hewldanan de ye.
Carekê hatiye Başûr, bi gelek kesan re hevdîtin çêkiriye û dibêje “ez bi Başûr tenê ranawestim, ez ê derbasî her çar perçeyên din jî bibim” û hwd.
Li vira balkêşiyek hevpar heye, çawa em rexneya li xwe dikin ku “ji bo çi heta niha me xemsarî kiriye li ser têkiliyên bi ÇÎnê re”, ew jî heman rexneya li Çînê dike ku “çima heta niha têkilî bi Kurdistanê re xurt nekiri ye”?
Ew, sedemên vê rexneyê jî destnîşan dike; “him dîrokî û him niha jî Gelê Kurd, bi rûmetên xwe, ne tinê li ser her çar dewletên dagirker bi bandor e, belê li hemû herêma Rojhilata Navîn xwedî bandor e û niha li cîhanê jî bi erênî nav vedaye”!
Di encamê de, li goreyî konjoktora giştî jî, pêdivî bi xurtkirina têkiliyên welatên mîna Çînê re hene.