Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Împratoriya Osmanî mezintirîn qirkirina di serdema 20’an de li ser gelên Suryanî û Ermenî bi hincetên olî ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî Komkujiya Seyfo pêk anî. Ev komkujî bû sedema mirina bi miloyên kesan û koçberkirina van gelan li aliyê cîhanê.
Împratoriya Osmanî mezintirîn qirkirina di serdema 20’an de li ser gelên Sruyan, Aşûr, Keldan, Ermen, Yûnan pêk anî. Di encamê de derdora 3 milyon kes ji wan gelan bi hincetên olî ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî, aborî û guhertina demografiya herêma di navbera her du çeman û Anadol de hatin kuştin. Ev komkujî ji navîna serdema 19’an heya Nîsana 1915’an dirêj kir. Wê demê desthildarî mijulbûna cîhanê bi şerê cîhanê yê yekemîn bi kar anî û dest bi komkujiyan li herêmên ku gelê Suryan, Aşûr û Keldan lê heyî kir. Di encamê de gelek kes hatin kuştin di nav de jin, mêr û zarok tevî koçberkirina bi sed hezaran.
Komkujiya ‘Seyfo’ di nava rûpelên dîrokê de
Komkujiya herî giran û mezin a li Suryaniyan hate kirin, di sala 1915’an de pêk hat. Di vê qirkirinê de ku 1.5 mîlyon Ermenî hatin kuştin, 500 hezar Suryanî jî hatin kuştin. Vê yekê weke komkujiya ‘Seyfo’ yanî ‘Şûr’ cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Bi vê komkujiyê re Suryanî li cîhanê belav bûn û niha li gelek welatan bi taybetî li Ewropayê hewl didin hebûna xwe biparêzin. Komkujiyên Seyfo ku ji aliyê Împratoriya Osmanî ve li dijî sivîlên Suryanî, Keldanî û Asûrî di nav sûcên herî hovane û kirêt ên qirkirinê yên serdema nûjen de, pêk hat. Ev komkujî bi salan berdewam kir ku bo sedema kuştina bi sed hezaran ji sivîlên bêguneh, di nav wan de jin, zarok, kal û pîr bû. Paqijkirina etnîkî û koçberkirina bi darê zorê ya van komên nifûsê ji welatê wan ê resen ber bi deverên din ve hat kirin.
Komkujiyên Seyfo ji aliyê kuştin, îşkence û jenosîdê ve
(Seyfo) peyveke Suryanî ye ku di Erebî de tê wateya şûr, ev nîşaneyeke sembolîk a çeka ku di kuştinên sîstematîk de hatiye bikaranîn. Tawanên qirkirin û paqijkirina etnîkî di sala 1915’an de li herêma Tur Abdîn dest pê kirin û ew wekî (Şato diseyfo) ku tê wateya sala şûr, dihat nasîn û (Qatlamo) ku tê wateya paqijkirina etnîkî. Piraniya qurbaniyan Suryaniyên li bajarên Tur Abdîn, Dêrazor, Nisêbîn, Heran, Aurfa, Bakurê Iraqê û Bakurê Rojavayê Îranê bûn.
Di 4’ê Cotmeha 1915’an de, waliyê Tirk ê Dîyarbekirê biryarek da artêşê ku hemû mezinên Xiristiyan û kesên berpirsiyarên wan bigire. Di nav 3 rojan de, wan nêzîkî hezar 200 girtin û ew xistin zindanê de, di zindanê de ew rastî her cûre îşkenceyê hatin kirin. Di heman demê de kuştin, îşkence û dîlgirtin li gelek bajaran belav bû, rêbazên îşkence û qirkirina cenazeyan bi awayên cûda cûda bûn ku li dijî nirxên olî, exlaqî û mirovî bûn. Ev komkujî û jenosîd bûn sedema mirina bi hezarên kesan. Her çend hejmarên rast ji bo hejmara qurbaniyên wan komkujiyên tune bin jî, lê tê texmînkirin ku hejmar di navbera (250) hezar û (500) hezar de ye, û hin hesab behsa nêzîkî (700) hezar sivîlên bêguneh dikin. Tenê li herêma Dîyarbekirê, ji bilî tiştên ku li herêma Cezîreyê, bakurê Iraqê û bakurê rojavayê Îranê qewimîn, zêdetirî (236) gund û bajar hatin wêrankirin, (16) dêr hatin wêrankirin, û (155) rahib hatin kuştin. Ew sûc di gelek êşan de ku Xiristiyanên Suryanî, Asûrî û Keldanî pê re rû bi rû man û bûyerên dîlgirtin, tecawiz, koçberkirina bi darê zorê û zilmê de hatin jiyankirin.
Jenosîd di navbera înkar û naskirinê de
Ev komkujiyên li ser Xiristiyanên Suryanî, Keldanî û Asûrî heta roja îro ji aliyê dewleta Tirk ve têne înkarkirin. Di Konferansa Navneteweyî ya Lêkolînên Dozên Jenosîdê ku ji aliyê Rêxistina Akademîk a Lêkolînên Jenosîdê ve di sala 2007’an de hate organîzekirin, belgeyek weşand û banga naskirina jenosîdê kir. Înkarkirina jenosîdê qonaxa dawî ya kiryara jenosîdê bi xwe temsîl dike. Ev tê wateya berdewamiya sûcê jenosîdê bêyî qebûlkirina wê, wekî ku dewleta Tirkiyê heta roja îro jî dike. Ev yek derî li ber kirina jenosîdên din di pêşerojê de vedike.
Dewleta Tirkiyê di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de, bi dubarekirina van sûcan, vê rêbazî didomîne, bi zanebûn Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê dike hedef, da ku komkujiyên Seyfo ji nû ve pêk bîne, lê bi şikl û rêbazên nû, bi hinceta ku ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê gefan pêk tînin.
Tevî înkara Tirkiyê, tevgereke navneteweyî heye ku komkujiya Seyfo wekî jenosîd ji aliyê hejmarek hikûmet û parlamentoyên li çar aliyên cîhanê ve were naskirin. Ev hemû bi saya hewldan û çalakbûna civakên Suryanî, Keldanî û Asûrî yên li wan welatan pêk hatiye ku bav û kalên wan di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de û berî wê ji welatên xwe bi zorê hatine derxistin û rastî paqijiya etnîkî hatine.
Pirsgirêka jenosîdê ku wekî komkujiyên Sayfo tê zanîn, bûye mijarek siyasî, mafên mirovan û yasayî ku di forumên navneteweyî de li ser asta saziyan, hikûmetan û raya giştî ya navneteweyî tê nîqaşkirin. Ew ji hêla zêdetirî 21 welatan ve hatiye nas kirin, zêdetirî 26 parlamentoyên navneteweyî deng dane ku wê nas bikin û ji hêla zêdetirî 42 dewletên Amerîkî ve hatiye nas kirin.
19’ê Tîrmehê ji bo gelên Suryan û Ermen bû qonaxa jiyaneke nû
Yên ji komkujiyê xelas bûn û xwe li Rojavayê Kurdistanê girt jî bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên rejîma Baasê ya hilweşayî re rû bi rû man, nehiştin xwe bi rêxistin bikin, çand û zimanê wan jî tune hesibandin. Ev kiryar heta sala 2012’an dewam kir lê 19’ê Tîrmehê ji bo gelên Suryan û Ermen û jinan jî bû qonaxeke jiyanî.