Esma Mistefa
Her çendî ji jina xwedawend rastî û heqîqeta wê hatibe dizîn jî, lê dîroka jin a ku xwe dispêre bi hezaran salan ku civakbûyîn û jiyan li derdor wê hatiye hunandin û avakirin heye. Ew serdem jî Serdema Şoreşa Neolîtîk e.
Li gorî teoriya `Bîng bangê` ku temenê gerdûnê tê texmînkirin 13 milyar sal e û bi demê re zindî hatine avakirin û gihştiye asta mirovbûnê, êdî jiyana zindiyên bi aqil û fikir yên mirovan tê destpêkirin. Gelo ev zindiyên bi aqil û hizir çawa karîn li hember jiyan û zehmetiyan xwe rabigire û xwe zêdebike; gelek girîng e. Di mijara lêkolînkirina gerdûn, mirovahî, xweza, şaristanî û dîroka civakbûnê û zindiyan de, ji lêkolînvanekî û profesorekî professonel di van mijaran de; Rêber Abdullah Ocalan bi giranî li ser van mijaran lêkolînkiriye û ponijiye. Emê zêde di mijarên gerdûnî de nemînin ji ber mijara ku em dixwazin balê bikşînin ser `Civakbûyna ku li derdora jinê hatiye avakirin û pêşxistin e`.
Min çima bi vê yekê re destpêkir! Piştî qonaxa avabûna gerdûn û miroahiyê, însanê ku jiyana destpêkê keşif kir da ku mirovahî xwe zîdebike, biparêze û pêşkeve; Jin e. Jinê pêşengtiya destpêkê a ji jiyan û civakê re kiriye ye. Ji lewra divê em bizanibin gelo jinê çawa civakbûyînek bi heybet a ku dîrok nikare wê înkar bike li derdora xwe ava kir.
Rêber Apo gotiye “Zanabûna mirov a bingehîn di kûrahiyên neolîtîkê de veşartî ye, ji wê derê derketiye û bi pêş ketiye”. Bi van gotinan û pê ve Rêbertî rola pêşeng û rewşa jin di civaka destpêkê de dinirxîne. Yekane tişta ku sumeran înkar kiriye û li hember wê bi înad sekiniye; Ew jî rola jina pêşeng a di civaka neolîtîkê de ango civaka xwezayî de ye. Li hember jina xwedawend hemû rê û rêbazên înkarkirin û tunekirinê bikar anîn heyanî ku gihand rewşa pergalê, civakê û ya mirovahiyê ku di kerakter û hişmendiya wê a heyî de em dibînin e.
Avabûna civakê li derdor jinê (Şoreşa Neolîtîk)
Em dîrokê tenê nivîskî nagirin dest. Gelek dane hene ku di civaka xwezayî de çandeke xwedawendiyê hatiye jiyîn û li derdora jinê civakbûnek pêş ketiye. Di destgirtina dîrokê de jî armanca me ne îspatkirina hebûna civaka xwezayî ye. Ji wê bêhtir ew civak çawa hatibû avakirin û birêvebirin, rastiya mirovahiyê di wê demê de çi bû. Divê em bizanibin ku mabesta me ji van mijaran ne ku kê beriya kê tiştek keşif kiriye, yan kê çandinî pêşxistiye yan kîjan zeyendê bar rakiriye. Rastiyek heye ne ku mîtolojîke an jî metafîzîke; jiyanek li derdor jinê dihat avakirin û pêşxistin. Jinê pêşengtiya şaristandiya demokratîk a wê demê kiriye û gihandiye asta mirovahî bifire. Ger îro pergala serdest vê hebûnê ango rastiyê înkar dike divê em vê yekê bînin bîra mirovahiyê… ya din pergala heyî ji her kesî wêdetir rastiya ku li derdor jinê hatiye avakirin dizane.
Di vir de emê ji sîstema kilan de destpêbikin. Kilan yekîneyeke ku ji 30 heyanî 45 endamî/ê di nava xwe de dihewand û bi hev du re jiyan diafirandin. Di vir de rola sereke a jinê ye. jin weke hilberîna jiyanê tê dîtin. Di asta herî jor de ku weke pîroziyekê ye tê dîtin û hezkirin. Ji lewra jê re dibêjin xwedawend. Helbet ne tenê ji bo vê yekê dema em dibêjin jinê li derdora xwe jiyan avakir û hilbirand wê demê hemû tiştên bingehîn yên jiyanê bi destê wê hatine afirandin, yek ji wan jî çandiniye. Çandinî û keşifkirina xwezayê jêdera bingehîn a xwetêrkirin û zêdekirinê bû. Kedîkirina heywanan û xwedîkirina nebatan bi giranî bi firkir û hizrên jinê ve giryadayî bûn. Bi mijûlbûn û ponijandina xwe a li ser hemû hurguliyên li derdor xwe her wiha bi zakayên xwe yên analîtîk û hestiyarî dikarî bi awayekî leztir berhemên xwezayê keşif bike û bike malê civakê.
Dayîka xwedawend bi hemû hêza xwe da ku mirovahiyê li ser piyan bihêle; Kar dikir ango şoreş avadikir. Çima em dibêjin şoreş, li gorî civaka xwezayî ku mirovahî şerê xweparastin û xwezêdekirinê dike, her tişt bi zanîn û xuliqandin diviya bû. Pêşketina ziman, deng, xwarin, amûrên bikaranînê di jiyanê de weke ku çawa xwarin bixwin çawa çêkin, çawa lawiran bigrin, amûrên xweparastinê, nisil zêdekirin, tedawî, tevn, destar û keşifkirina giyayan her wiha çawaniya zêdekirina van giyayan, gerdûn û rêfleksa avhawayê û bi hezaran mînakên wiha.
Ev keşifkirinên wê demê ne hêsan bûn. Ji bo zanabûna her xalekî ji van bi sedan sal dem girtiye û pêş ketiye. Pêşketina civaka neolîtîk a destpêkê bi gotina “Şoreşa Neolîtîk” tê pênasekirin. Em amûrên herî ji rêzê yên niha di destên me de, bi ked, şoreş, û hezaran salan li ber xwe daye û gihiştiye vê astê. Dîtin û afirandinên wê demê em dikarin îro weke ji nexweşiya pençeşêrê re derman dîtinê pênase bikin. Ev jiyan jî li derdora jinê dihate hunandin û afirandin. Jin ji ber van berhemên xwe, pîroz dihat dîtin. Jina dayîk bi van berheman bûye navenda avabûna civakê û xwdîderketina li wê. Di serdema neolîtîkê de ev şoreş bi serê xwe ye.
Em vê yekê weke Şoreşa Neolîtîkê dinirxînin. Weke şoreşa çandinî û cotkariyê jî tê pênasekirin. Rista jinê di vê derê de esas e. Em şoreşa ewil ya mirovahiyê, weke berhemeke jinê dikarin binirxînin. Zanist û pêşketina teknolojiya heyî jî rista xwe ji wê demê digre.
Me berê xwedawendî, weke jineke por dirêj, qralîçeyeke xeyal dikir. Lê ne wisa ye. Xwedawendî taybetmendiya jinên pêşeng ku di nava civakê de rista xwe dîlîzin e. mînak hinek peykerên çanda Til Xelef yên wê demê de hene; ji wan pêykeran tu fêm dikê ku şîr dayina zarokê xwe ya jinê pîroz tê dîtin. Lewma ji bedena xwe tiştekî diafrîne û jiyanê didomîne. Di hin peykeran de destnîşan dikin ku pesîrên jinê berhem dide û pîroz e. Divê em xwedawendiya jinê bi van nirx û pîroziyan re bigrin dest û têbighêjin. Çawa ku em dibêjin xwedawand, diafrîne, diparêze, dide jiyîn û hwd; Di vê derê de jî bi şîrê xwe jin dide jiyîn. Ew hemû nirxên ku li derdora jinê pêş dikevin, dihêlin ku civak xwe ava bike, bide jiyîn, biparêze û debara xwe bike.
Divê em ji bîr nekin ku jina xwedawend di aliyê zanistî û aborî de gelek li pêş bû. Ku dikarî di nava kilanan de sîstema berdêlê bikar bianiye a ku niha hemû bûye pere. Di heman demê de di aliyê biryarstandinê de berê her kesî li wê bû. Em dikarin bêjin ku dayîka xwedawend ji ber zanabûna wê heya astekê bibû serwer.
Rêber Apo jî wiha dibêje “Di cewherê xwe de xwedawendî, îfadeya jinê ye ku şoreşa neolîtîkê bi serfirazî pêk aniye”.
Çima jin gihandin vê rewşê?
Weke ku hatiye şîrokekirin. Derketina çanda xwedayetî jî, dijberî vê şoreşê pêş dikeve. Ji ber vê yekê derketina hiyerarşî weke dij-şoreşî tê pênasekirin. Ew dem jî bi Sumeran re destpê dike. Em vê pêvajoyê jî zêdetir di mîtolojiyan de dibînin, tabletên wê demê jî hene. Me anîbû ziman ku pergala heyî jî rastiya jina xwedawend baş dizane, lê înkar dike ye. Ji ber dîroka ku niha hatiye nivîsandin, bi destê Sumer û rahiban hatiye nivîsandin. Dîroka mirovahiyê weke ku ji wan destpêkiriye nivîsandine. Lê bi milyara salên dûrûdirêj ê mirovahiyê beriya wê heye. Ji xwe zihniyeta wa di kerekterekî nûjen a sîstema heyî ya Modernîteya Kapîtalîzmê de tê sepandin.
Piştî derketina zihniyeta yekxweda a ku bi destê ew kalmêrên mezin dibûn di kilanê de ku êdî ne ndikarîn nêçîrê bikin û ne jî dikarin weke dayîka xwedawend bên esasgirtin êdî dest bi fêlbaziyê kirin. Ji wir fikarên li dijî xwedawendbûna jinê hate derketin. Her çiqas ev yek kêm be jî, yek ji sedemên derketina li dijî jin û berhemên wê ,ev e. Kalmêrên temen mezin êdî nikarîn hebûna jinê bi wî awayî qebûl bikin. Ji vir û pê ve şerê di navbera herdu zayendan de derket holê. Serdema Sumeran dest pê bû.
Ya girîng niha divê em bizanibin û bidin zanînê ku kombûna destpêkê, şaristaniya destpêkê, mirovahî û pêşketina wê beriya milyaran salan li derdora jina xwedawend hatiye avakirin û hunandin. Belê; belkî niha em bala xwe didinê ku tiştekî bi êşa dema em rewşa xwe, dayîkên xwe û tevahî jinan dibînin ku çawa di asta xwedawendiyê de bû, niha jî zayenda ku herî zêde li ser wê siyaset, leystûk, şerê taybet û bi hezaran pilan tên birêvebirin. Rastiya jin a wê serdemê weke ku Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî mirovahiyê re eşkerekiriye, divê jina heyî li kur dibe bila bibe, kî dibe bila bibe; pêwîste heqîqeta xwe bizanibe.
Kurte rastiya pergal û zihniyeta serwer di van gotinan de îfade dibe “Tu kuletî bi qasî kuletiya jinê nehatiye qebûlkirin û rewakirin” Rêber Andullah Ocalan