Farûk SAKIK
Li cîhanê herkes li dijî şer e. Herkes behsa aştiyê û aramiyê dike. Komkujiyên pêk tên wijdana herkesî diêşîne. Dema zilmek li kesek dibe, herkes bi nefret li zilimkar dinêre.
Lê herkes piştî ku zilm pêk tê, diaxive. Baş e, tu kes pesnê şer nade. Tu kes şer naxwaze lê her tim şer bi ser dikeve. Gelek caran, dema ku mirov dibînin ev karesat gav bi gav nêzîk dibe, çavên xwe jê re digirin. Talûkeya ku nêzîk dibe ji pêş ve dibînin, lê bi tu awayî midaxale nakin. Ew, xemsar in.
Dîsa herkes bi çavên xwe dibîne ku kesek ji mirovahiyê derketî roj bi roj dibe cinawir. Dibînin wê ev kesê bibe dîktator û wan kiryarên tu kesnaxwaze wê pêkbîne lê dîsa jî bêdeng dimîn in.
EWROJ…
Li Almanya hatina Hîtler bi vî awayî bû. Hîtler hat û li dijî mirovahiyê şer da destpêkirin. Di pêvajoya şer de jî bêdengî dewam dikir. Kesî negot ku îroj li filan deverî evqas cihû hatin şewitandin an jî bi gazê hatin jehrîkirin. Kesî negot îroj di pevçûnan de ewqas însan hatin qetil kirin.
Şer qediya, Hîtler têk çû, birîn û êşên mirovahiyê hêdî hêdî sax bûn, mirovahî dest bi axaftinê kir. Piştî re ji Hîtler re gotin cinawir bû û dest bi tespîta îstastîkên êşa mirovahiyê kirin. Dest bi nivîsandina salên reş kirin.
Lê hêza gelê Almanan tune bû ku pêşî li cinawirê bi destê xwe afirandibûn, bigirin. Diviya bû ku mirovahî rabûna ser piyan. Lê nebû. Diviya dersek ji vê karesetê bihata girtin lê dîsa jî nehat girtin. Hîtler ev mirovahiya xemsar û bêreaksiyon baş naskiri bû û ji vê yekê cesaret girtibû. Di axaftinek xwe de digot mirovahî li hember komkujiya Ermeniya çawa bêdeng bû wê li hember me jî bêdeng bimîne. Wî, rast gotibû.
ÎROJ…
Îroj li Tirkiyê cinawirek bi navê Erdogan hatiye afirandin û gav bi gav ber bi komkujiyên mezin ve diçe. Bi taybetî wî, li dijî kurdan fermana qirkirin û tunekirinê da ye. Her roj ji deverek agahiyên komkujiyek tê. Lê li dijî vî cinawirî, bi tenê kurd ji bo hebûna xwe têdikoşin.
Li Tirkiyê tu hêzek îroj nikare û cesaret nake li dijî vî cinawirî derkeve. Ev kesên ku dengê xwe derdixin û helwestek nîşan didin, tên darizandin û cezakirin.
Di demek wiha de, divê mirovahî xwedî helwest be û midaxale bike. Divê mirovahî bizani be ev zilma wî, wê bi kurdan sînorkirî nemîne. Mirovahî divê bizani be bi tenê berxwedana kurdan nikare pêşî li vî cinawirî bigire. Rast e, kurd li dijî dijminê mirovahiyê DAÎŞê ezmûnek baş dane. Mirovahî ji vî cinawirî rizgarkiriye lê ev cinawir hêza xwe ji bêdengiya mirovahiyê digire.
Dive Neteweyên Yekbûyî, dewletên Ewrûpa hemû mirovahî ji niha ve midaxale bike. An jî sibê wê pir dereng be.
Nebêjin em aştî dixwazin, bibêjin em şer naxwazin. Dawîanîna şeran û pêkanîna aştiyê zehmete. Lê pêşîgirtina destpêkirina şer hêsantire. Divê ku dema îşaretên şer hatin dîtin midaxa le were kirin.
Li Tirkiyê û li Kurdistan li hember faşîzmê divê îroj bêdengî hebe lê roj were bi çiruskek wê ev bêdengî bişkê û wê gel dakeve kolanan. Dive ku mirovahî ji bo çirûska vê serhildanê zû pêk were, bibe alîkar.
Wek cinawiriya Hîtler li benda roja dawî nesekinin. Dive îro pêşî li cinawiriya Erdogan were girtin ku li kêleka kurdan mirovahî jî ber bi karesetek mezin ve neçe.






