Ronahî Sadûn/Qamişlo
Hunermend Silêman Mihemed di sala 1982’an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, dema ku ew bîrwerî jiyanê dibe ji hunerê hez dike, ji ber ku bandoriya hunera bavê wî Nezîr Mihemed li ser wî dike. Silêman li nêzî 7 amûran dide û strana jî vedibêje, herwiha perwerdeyên fêrkirina tembûrê dide û hunerê ruhê ku pê jiyan dike dibîne.
Huner ruhe, lê ne her kes xwediyê wî ruhî ye. Huner jiyane, lê ne her kes dikare wê jiyanê jiyan bike. Lê gelê Kurd di hunerê de dewlemendin û xwediyê wî ruh û jiyanê ne. Herwiha hunermendên Kurd praniyên wan mîrateyên xwe ji malbatên xwe digirin. Yek ji hunermendên Kurd ku mîrateya hunera xwe ji bavê xwe girtiye Silêman Mihemed kurê hunermend Nezîr Mihemed e.
Kurtejiyana hunermend Silêman Mihemed
Hunermend Silêman Mihemed di sala 1982’an de li taxa Mehetê ya bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Silêman xwendina heyanî refa 5 dixwîne, pişt re dev ji xwendinê berdide, sedemên berdana wî ji dibistanê re jî ew e ku şert û mercên malbatê pê re nebû alîkar ku ew xwedina xwe dewam bike. Piştî dayika wî diçe ser dilovaniya xwe, barê malbatê giran dibe, lewra ew bê çare dibe ku ji dibistanê dûr bikeve.
Bavê Silêman Nezîr Mihemed jî hunermende, lewma dema ku Silêman bîrwer dibe ku di temenê xwe yê 7 salî de, ji hunerê hez dike û bandora hunera bavî gelekî li wî dike, hem jî girêdaneke zêde ya Silêman bi bavê wî Nezîr re hebû.
Hunermend Nezîr bavê hunermend Silêman dibistan amadehî bidawî kiribû, hem jî bi 4 zimanan diaxivî ku ew jî zimanê Kurdî, Erebî, Firansî û Inglîzî bû. Nezîr li kêlek xebatên huneriyê xwedî jêhatiya wênesaziyê jî bû. Herwiha Nezîr xwedî 4 kasêtan bû. Di heman demê de helbest bi xwe dinvîsandin û bi awayekî stran vedigot, ew jî helbestên netewî, evînî û xemgînî bû, hem li alava bizqê dixist û amûr jî çêdkirin û çeksaz jî dikirin. Nezîr Mihemed di dema dewletê de di balafirgeha Qamişlo li gel rejîma Baas kar dikir, lê ji ber xebatên wî yên hunerî yê ku li şahiyan mîna cejna Newroz dikir, ew ji kar hat derxistin.
Piştî ku hunermend Nezîr Mihemed diçe ser dilovaniya xwe, Silêman rêya hunera bavê xwe berdewam dike û di hunera xwe de helbestên bavê xwe jî vedibêje, da ku helbest û stranên bavê wî neyên windakirin.
Zanîna amûran û lêdana wan ji aliyê hunermend Silêman Mihemed
Hunermend Nezîr Silêman bikaranîna gelek amûran jî dizane ku ew jî amûra; Bizq, Cimbiş, Ûd, Tembûr, Bexleme, Org û Derbek e, van amûran bi awayekî xweş lê dixe. Hem jî ew cihê xwe di nava Koma Folklorê Kurdî diger û li şahî û Cejna Newrozê hunera xwe pêşkêş dike. Di heman demê de dikaneke wî ya tembûra heye, hem tembûran dikire û difroşe, hem jî zarok û mezinan grûp grûp fêrî tembûrê dike.
Huner bûye ruh û ew bi wî ruhî jiyan dike
Silêman ji ber ku bi temenekî biçûk dest bi xebatên huneriyê kiriye û heya roja îro di nava vê xebatê de ye, lewra jidûrxistina hunerê jêre gelekî zor û zehemete, ji ber ku li cem wî huner bûye ruh û ew bi wî ruhî jiyan dike.
Tevî ku hunermend Silêman di jiyana xwe de ji aliyê aborî gelek zor û zehmetî kişandiye, lê dîsa ew ji bo berdewamiya hunerê bi israr bû, şert û mercên jiyanê bi têkoşîna li hemberî wê nîşan dike.
Hin ji berhemên hunermend Silêman Mihemed jî ev in: Strana Tu histrên min dibarîne, stranek li ser şehîdan, Dayê negrî ne lorîne, Dema saz û bilile, Bela xweşik buxwînin, Ji te hez dikim, Ew çavên teyî xweşik, herwiha stranek jî li ser dayika xwe çê kiriye.