Ayşa Silêman/ Dêrik
Gundê Pirikê yek ji gundên Xirstiyanan e ku di sala 1954’an de hatiye avakirin û wek gundê kevnar piştî Berebeytê tê naskirin.
Navê Pirik li vî gundî hatiye kirin ji ber ku di gund de pirek hebû, destpêka avabûna gund hijmareke mezin gundî cihê xwe têde girtibûn, lê bi demê re tu kes nema tenê 5 mal man ew jî pirî caran berê xwe didin bajarê Dêrikê.
Jiyana gund
Kesên ku di gund de jiyan dikin ji Girê Pirê, Tirpespiyê û Qamişlo ne di sala 1954’an de berê xwe dan pirikê, li wir bi cih bûn û gund ava kirin. Berî ku ev kes werin tenê malek hezexî di gund de hebû. Mezinê gund aş û rez danîn û dest bi jiyanê kirin. Kesên ku di gund de jiyan dikin her tim cîroka başiya mezinê gundê Tildarê dibêjin, dema ku berê xwe dan gund gelek feqîrî hebû û tu tişt ji bo debara jiyanê nebû, lewma mezinên Tildarê ji wan re gotin ku zevî, dar û sewalên me di xizmeta we de ne da ku hûn jiyana xwe berdewam bikin. Gundî qenciya Mala Hecî Osman û Hecî Qasim ji bîr nakin.
Di dema berê de sewalên gundiyan gelekî hebûn, lê di dema niha de tenê du mal mane sewal kedî dikin, sewalê wan jî hindikin. Di dema berê de ji ber pirbûna avê pembû li gund dihat çandin heya sala 2005’an, lê ji ber belavbûna nexweşiya pembû û rêjîma Bees jî bac zêde kir gundiyan nema çand, niha tenê genim lê tê çandin lê ji ber kêmbûna baranê ev yek bandor li rewşa gundiyan kir. Di heman demê de gund navdar bû bi darên fêkiyan û werzê xwe, lê ji ber çikandina kaniyê di dema niha de tiştek nema. Tevî ku ew gundên kevnarin û wek mîras tên dîtin lê jiyan tê de nabe, her tişt ber bi tunebûnê ve diçe. Gundiyên ku hewil didin gund xweş bikin û çandiniyê bikin rastî zehmetiyan tên ji ber ku baran nebariye ku ew zeviyên xwe bi ceneretoran av didin. Lê buhayê mazotê jî roj bi roj bilind dibe û rewşa madî ya gundiyan destek nade ku mazota buha bikirin, lewma daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin ku destekê bidin wan û bi wan re alîkar bin.