Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya Kurdî

11/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsef

Helbestvan Elî Çilaxa Çiraxek geş li asîmanê wêjeya kurdî Helbestvan û nivîskarên Kurd ên hevdem di parastina nirxên miletê kurd de û parastina mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî de roleke girîng lehîstine ne kêmtir ji rola têkoşîna şervanan di eniyên şeran de.

Wêjeya Kurdî navgîneke berxwedanek aştiyane û çandî avakir, bû amûrek belgekirinê ji bo bîrdanka gelemperî û zindîkirina nirxên neteweyî di rûyê hewildanên pişaftin û tunekirinê de, herwiha Helbestvan û nivîskarên Kurd roleke girîng di parastina zimanê Kurdî de lehîstin li hemberê hewldanên qedexekirin û piştguhkirinê bi rêya nivîs û helbestên xwe bi zimanê dayîkê û wan helbesta kurdî ya nûjen kire rêbazeke teşwîqkirina berxwedanê û bangek ji bo girêdana bi erdê re, maf û nasname yê ve bimînin, wan di rêya kar û çalakiyên xwe, derdên neteweya kurd di aliyên xwe yên dîrokî, hestyarî û polîtîkî de diyarkirin .Helbestên wan naveroka azadiyê, redkirina dagirkeriyê û serhildana li dijî neheqiyê hildigirin û gelek caran vediguherînin sîrûdên şoreşgerîyê ku şervan distirînin.

Ne gengaze (mumkine) helbestvan û nivîskarên kurd ên hevdem ji projeya neteweyî ya Kurdî werin veqetandin, ew dengê netewê ne, bîrdanka jîyana wê ne û parêzvanên nasnameya wê ne, wan bi peyvan vehûnandin ku çek bi tena xwe ne dikarî wê îfade bikin û wan wêje kire li kêleka berxwedanê û navgînek ji bo avakirina neteweyek ku ji xwe re haydar be û bi israr be li ser jiyanek bi azadî û bi rûmet .

Helbestvan Elî Çilaxa yek ji van helbestvanên kurd ên hevdem e ku di parastin û pêşxistina mîrateya çandî û wêjeyî ya gelê kurd de, roleke bingehîn lehîste bi riya pabendiya xwe ya kûr bi zimanê kurdî ve û bikaranîna wî ji helbestê re mîna amûrekî ya têkoşîn û hişmendiya neteweyî. Helbestên wî dîrokek zindî ya cefayê kurdan û şepêlek xurt ya nasnameya neteweyî ava kiriye û bi rêya wan derbirîna derd û kulên gelê xwe kiriye û têkoşîna wî belgekiriye û dîroka wî zindî hiştiye di hemberî zordariyê û rolek lehîstiye ku zimanê kurdî di jiyanê de mayende bimîne û lêbide, wî wêje û berxwedan biheve girêdan, hişte ku ew bibe semboleke çandî û wêjeyî ya navdar di dîroka gelê kurd de.

Elî Çilaxa di sala 1969’an de ji dê û bavekî kurd (Remezan – Emîne) di nav malbateke kurdperwer a welatparêz û xebatkar de, evîndarê welat û girêdayî bi nirxên wî yê kurdewarî ve, li gundek yê kurdan li Rojavayê Kurdistanê gundê (Girkê Xelo) yê girêdayî navçeya Çilaxa ya herêma Dêrika Hemko hatiye dinyayê, herçiqas ku ev herêm bibû hêlîna kul û derdan û keleheka pêdarî û berxwedanê di demek ku navê Kurd di bin gefan re derbas dibû, zimanê wî dihate qedexekirin û dîroka wî ji holê dihate rakirin, ew li jîngehek gundî di nav malbatek neteweyî ya belengaz de mezin bû ku debara jiyana xwe li ser çandinî û sewaldanê diqedandin, di nav herêmek kurdî de ku wargehê çîrok û efsaneyan û di nav mirovên qenc de ku barê giran û rûmeta welat li ser milê xwe hildigire mezin bûye, ew di dîroka 29.10.1992 bi xanim Rismiya re zewiciye û ew bavê şeş zarokaye (du keç û çar kur), ew endamê komîteya herêmî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) û endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya yê û herwiha endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan û yek ji damezrênerên Rêxistina Mirovan a li Rojava, ku di sala 2013’an de hatiye damezrandin, herwiha yek ji damezrênerên Mîhrîcana Helbesta Kurdî, ku salane li ser xaka welat tê derxistin her wekî din roleke wî ya berbiçav heye wekî mamosteyek zimanê kurdî li herêma wî.

Ji zaroktiya xwe ve, ew li hember neheqiyê gelek hestiyar bû, ku nalîna xakê di dilê xwe de vedihûne û di xizaniya mirovan û bêparbûna wan de helbestên nediyar dibîne.

Di xortaniya xwe de, ewî nivîsên ronakbîrên Kurd ên sirgûnbûyîn û edebiyata helbestvanên kurdên mezin bû ên wek (Melayê Cizîrî – Ehmedê Xanî – Cegerxwîn û Seydayë Tîrêj … hwd ) naskirin û ew gelekî bi birayê xwe yê mezin Hejar Elî bi bandor bû di fêrbûna zimanê kurdî de .Wî dest bi nivîsandina helbestên xwe yên pêşîn kir ku bi rengekî dizî dihatin belavkirin û an jê bi devikî dihatin vegotin, gotinên wî ne pêkan bûn, lê rasteqîn û germbûn, mîna dengê çekan û germahiya fêrmiskan cî digirtin

Wî helbest dinivîsandin li ser gundên şewitî, li ser dayikên hêvîdar, li ser zimanê qedexekirî, li ser milîtanên şehîd ketîn bêyî ku yek xêzê ji wan re binivisîne, wî ne ji bircê mermer kirî dinivîsand, wî ji kûraniya kul û derdan ji nav girsên gel helbest dinivîsandin. Ji ber vê yekê ew hezkirî û guhdarkirî di her maleka Kurdî de ma .

Tevî astengiyan û darizandinan ji hêla rayedarên Sûrî ve, wî dev ji nivîsandinê berneda, gelek ji helbestên wî ne hatin weşandin heta piştî mirina wî, hin kesan jî heta navê wî yê rastî ne dizanîn, çimkî wî xwest ku li pişt dengê gelemperî xwe veşêre û wenda bibe, da ku bibe ziman ji bo kesên ku dengek wan tune, ew dijiya û mir jî wî her bawer dikir ku helbest dikare berxwedêr be, birînan derman bike û gel sor bike û rake ser piyan .

Wî qonaxa seretayî li gundê xwe (Girkê Xelo) xwend, piştre berê xwe da Çilaxa û li wir xwendina xwe ya amadeyî û lîse bi dawî kir û dûvre çû bajarê Helebê da ku xwendina xwe ya bilind biqedîne, li wir wî li zanîngeha Helebê kulîjeya mafnasî (Hiqûq) xwend û di sala 2010’an bi dawî kir û jê derçû û ew bû hêzek ji wî re da ku ramanê xwe yê mafnasî û mirovahî pêş bixe û hişt ku ew bibe hêzek bi bandor di nav civaka wî ya xwecihî de.

Meylên wî yên wêjeyî û çandî û hezkirina wî ya ji bo nivîsandinê û helbestê di yanzdeh saliya temenê wî de dest pê kir û di sala1980’an de dest bi kariyariya xwe ya wêjeyî (edebî) kir û dest bi nivîsandina helbestê bi zimanên Kurdî û Erebî kir, pîşeya wî ya wêjeyî tenê bi nivîsandina helbestan sînordar nema, lê wî gelek gotar, lêkolîn û çîrokên edebî nivîsandin, berhemên wî yên wêjeyî di warê helbestê, gotar, çîrok, roman û vekolînên wêjeyî de hene û ji berhemên wî yên edebî ên çapkirî du dîwanên helbestan bi zimanê kurdî hene :

1-Dîwana wî ya yekemîn (Arya) di sala 2021’an de hate weşandin.

2-Dîwana wî ya duyemîn (Heyas) di sala 2023’an de hate weşandin.

Herwiha di heman demê de du dîwanên wî bi zimanê Kurdî û du romanên wî bi zimanê Kurdî û bi zimanê Erebî hene, ji bilî bi dehan gotarên ku di rojname, pirtûk û kovarên wêjeyî û çandî û malperên medya civakî de hatine weşandin, wek (Kovara Nivîskar û rojnameya vedeng û Bûyer û yên din.).

Elî Çilaxa dihate nasîn bi zanebûna xwe ya berfireh û ramanên xwe yên ronakdêr û di civaka xwe de roleke wî ya navdar hebû, ji ber ku ew beşdarî çareserkirina gelek pirsgirêkên civakî û mirovahî dibû, herwiha ew beşdarî gelek festîval û ahengên wêjeyî û çandî li Rojavayê Kurdistanê bûye, û wî gelek helbest û noşe li şevbuhêrkên helbestî û helkeftên neteweyî pêşkêşkirine. Di xebatên xwe yên edebî de, êşên gelê kurd, pirsgirêkên welat, kul û derdên gelê xwe û berxwedan, û lehengiya wê bi rêya helbest û gotinên xwe dianîn ser ziman.

Elî Cilaxa yek ji helbestvanên serdema nûjen tê hesibandin, wî hemû cûreyên helbestên kurdî (Kevneşop, Nûjen û Peşxan) bi şêwazek bedew nivîsîne, hişt ku bandorek erênî li ser şagirtên xwe bike, di rêya hest , raman û baweriyên xwe.

Elî Cilaxa ne tenê helbestvanek hestyarî bû, lê her weha dengek şoreşger bû, lê şoreşa wî ne bi hêlehêl bû, şoreşa wî rihet bû, mîna dilopên baranê hêdî hêdî dibare ku di zikê xakê de diçe xwarê û jiyanê diafirîne.

Di nav helbestên wî yên herî navdar ên ku ji kûrahiya hestyarî û neteweyî ve hatine diyar kirin evin :

1- Welatê Şêrîn

2-Gaziya Sînor

3- Çima

4- Komek kul

5-Herê Yarê

Herwiha wî gelek helbestên kilasîkî yên stranbêjiyê bi rêzbend û terazû nivîsandine ku ji hêla gelek hunermendên kurd ve hatine awazkirin û di albumên xwe de weşandine, ya herî navdar helbesta wî ya (Cejna sersalê) ku ji hêla hunermend Sulîman Hevok ve hatî çêkirin û strandin.

Mafnas û helbestvanê Kurd Elî Çilaxa di temenek zû, hîn di pêncî û du saliya buhara emrê xwe de koçê xwe ji jiyanê barkir û çû ser dilovaniya xwe, piştî ku mîrateyek wêjeyî, çandî û konevanî ya dewlemend li dû xwe hişt û di roja 28/1/2021’an bi sedema kirîza mejî wî jiyana xwe ji dest da li navçeya Çilaxa ya girêdayî herêma Dêrika Hemko, bi merasîmekî bi heybet hate oxir kirina, bi amedebûna girseyek mezin ji xelkê herêmê û ji rewşenbîr û kesayetiyên siyasî û civakî ve hate veşartin li bajarê wî, yê ku hertim jê hesdikir û di gelek helbestên xwe de pesnê evîna wê dida (Çilaxa), navê ku bi wî re hevrê jiyana wî bûyî û hatibû hez kirin û pê hatîbû naskirin, bajarê nemirde di wijdana wî de û bîrdanka xwendevanên wî de .

Bi çûna wî, qada çandî û wêjeyî ya Kurd dengek winda kir ku mîna pirekî bû di navbera kevneşop û nûjen de û di navbera zimanê peyvok û zimanê sembolîk de .

Helbestvan Elî Çilaxa bi laşê xwe oxir kir, lê ew bi giyanê xwe û bi wêjeya xwe sax ma, li dû xwe mîrateyek helbestî ya dewlemend ji edebiyata kurdî re hişt, ku bûye beşek girîng a bîrdanka çandî û edebî ya Kurdî. Helbestên wî ne gotin, ew dengê gel û fikarên welatin û ew hestên nasnameya Kurdî di rûyê hewildanên pijavtin û berzekirinê ne, helbestên wî di navbera wijdana neteweyî û dimîneya mirovî de ne, wî helbest veguhêrtê çeka berxwedan û parêzvanê nasnameyê. Helbestên wî heya roja îroyîn jî di navbera nifşan de têne bikaranîn û di pîrozbahiyan de têne xwendin û di edebiyat û rêbazan de têne nimûnekirin, ev yeke piştrast dike ku ew di wijdana kurdan de sembola ramanê, pêdarî û afirîneriya azad dimîne

Ji bo ruhê wî yê pak û paqij re rûmet û mandarî, ji bo mîrateya wî ya neteweyî, edebî û çandî mayende û domdarî.

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.