Rohat Bulut
Her sala dema Cejna Qurbanê tê bi milyonan sewal tên serjêkirin. Ev kevneşopiya ku wekî îbadet û rîtueleke tevkariyê bê dîtin jî di heman demê de nîqaşên girîng ên exlaqî û ekolojîk jî bi xwe re tîne. Başe, gelo em dikarin Cejna Qurbanê ya ku qet sewal nayên serjêkirin xeyal bikin? Jê jî wêdetir: Gelo cejneke ku şopên jiyana bi xweza û aştiyê re li hev hatî lê xuya pêkan e?
Di xwezaya îbadetên qurbanan de parvekirin, çav li kesên xwedî pêdiviyan, terbiyekirina nefsê heye. Pêkanîna van nirxan bêyî ku xwîna sindîwarekî bê rijandin jî dikare bi cih bê. Mînakên wê jî hene. Em dibînin gelek bawermendên demokratîk û wekhevîparêz ew aliyên sembolîk ên qurbanê derxistine pêş. Yanî kesên ku rewşa wan a madî ku baş be wekî wesfê mirovî neçare ku alîkariya kesên ku pêdiviya wan heye bike. Ev yek jî li gorî ruh û bi cih anîna şertên qurbanê ye. Li gorî min divê em di Cejnên Qurbanê de li gorî ruhê demê vê kevneşopiyê ji nû ve bifikirin. Sektora sewalkariyê, yek ji sedemên sereke yên pêşketina qeyrana avhewayê ye. Belavbûna gaza metanê, mizextina (Xerckirina) zêde ya avê ji pirsgirêkên serekene. Bi taybetî jî di Cejnên Qurbanan de ev yek bi awayekî berbiçav xwe dide xuyakirin. Di Cejna Qurbanê de serjêkirina sewalan ne tenê bi dawîkirina mafê jiyanê yên sewalan e, di heman demê de dibe sedema xerabûna hevsengiya xwezayê jî.
Netenê ji bo mirovan, bi nêzîkatiyeke etîk û exlaqî, parastina mafê jiyanê yê hemû zindîwaran pêkan e. Em dikarin bi nêrîneke avakiran hevsengiya di navbera xweza û mirovan de û bêyî ku zirarekê bide zindîwaran bi hêzdarîkirina çanda tevkarî û alîkariyê li Cejna Qurbanê binêrin. Em dikarin tundiyê li sewalan nekin û bi kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, nan, av û xwarina xwe bi wan re parve bikin.
Îro li tevahiya cîhanê şer, hilweşîn, qirkirin û bêedaletiyeke mezin heye. Mirov dikare jiyaneke bêyî şer, aştiyane û bi hev re jiyaneke wekî cejnê ava bike. Cejn dikare bibe sembola aştî, xweşik-biratî, parvekarî û jiyaneke bê xwîn. Bila xwîna sewalên qurbankirî neherikin, bila tovên mirovahî û merhametê aj bidin. Bila ne qêrîna sewalan, stranên mirovan deng vedin.
Jiyaneke nû pêkan e. Rêya avakirin û pêşvebirina jiyaneke nû bi merhamet û ekolojîkbûnê pêkan e. Di lêpirsîna hînbûn, bawerî û rîtuelên xwe de derbas dibe. Bêyî ku em serê sewalekê jê bikin jî em dikarin Cejna Qurbanê pîroz bikin, ev jî pêkan e. Ev di heman demê de rêzdariya li pêşberî xwe, xweza û sewalan îfade dike.
Di cejnan de ne dawîkirina jiyanekê, bi hev re pêşxistina jiyanê û bi hev re jiyîn watedar e. Ev nêrîn û nêzîkatî ji bo me û pêşerojê fersendeke. Nêzîkatî û feraseta me ya ji cejnê; divê cejneke bê qurbanî be. Divê em puxteya baweriyê, hevsengiya xwezayê û mafê jiyanê yê hemû zindîwaran biparêzin.