Friday, June 13, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e dagirkerî bi dawî bibe’

11/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêwîst e dagirkerî bi dawî bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Koçberên Efrîn û Serêkaniyê diyar kirin ku piştî ketina Rêjîma Baas û hatina desthilatdariya Şamê, li herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkerî berdewam e û gotin, “Pêwîst e hêzên navdewletî bi awayekî lezgîn bi erkên xwe rabin û dagirkirina axa Sûriyê bi dawî bibe.”

Di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve bajarê Efrînê hate dagirkirin. Di encama dagîrkirina Efrînê de, bi sed hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê şehîd, birîndar û koçber bûn. Di heman demê de, di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Di encamê de piraniya hemwelatiyên resen neçarî koçberiyê bûn, di heman demê de bi sedan kes hatin kuştin û revandin.

Piştî ketina Rêjîma Baas û hatina desthilatdariya Şamê, li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hîn jî dagirkerî berdewam e û welatî nikarin vegerin li ser cih û warê xwe. Herwiha di vê dema dawî de li ser vegera koçberan gelek nîqaş tên kirin.

Derbarê mijarê de koçberên ji bajarê Efrîn û Serêkaniyê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Li herêmên dagirkirî kiryarên dijmirovî berdewam in’

Koçberê ji Serêkaniyê û berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso da zanîn ku heta niha li herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkerî berdewam e û wiha got: “Rewşa niha li herêmên dagirkirî tê jiyankirin weke rewşa berê ye, mîna berî ketina Rêjîma Baas e. Heta niha binpêkirin, revandin, kuştin û destdirêjî li herêmên dagirkirî berdewam dike. Li herêmên dagirkirî mafê mirovan  winda ye û kesên li wan herêman bi tirs jiyan dikin. Herwiha çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rojane kiryarên dijmirovî pêk tînin, milk û malên welatiyên resen yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî talan dikin. Ruxmî ku gelek malbat dixwazin ku vegerin li ser milk û malên xwe, lê ji aliyê çeteyan ve bac li ser wan tê ferzkirin. Heta niha li herêmên dagirkirî tu guhertin di aliyê hiqûqî, siyasî û mirovî de li ser rûyê erdê nehatiye çêkirin. Çeteyên dagirkeriya Tirk bi riya ragihandinê dibêjin ku rewşa wan herêman aram e û dibêjin bila welatî vegerin cih û warê xwe. Lê berovajî vê yekê em dibînin ku heta niha kiryarên dijmirovî berdewam dikin û rojane mirov tên revandin û kuştin.”

‘Pêwîst e saziyên mafê mirovan bi erkê xwe rabin’

Ciwan Îso anî ziman ku dewletên navnetewî dibêjin ku em dixwazin Sûriyeke demokratîk were avakirin, lê heta niha hin deverên Sûrî dagirkirî ne, bi vî rengî demokrasî pêk nayê û wiha pê de çû: ” Herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de mîna ku ne parçeyekê ji axa Sûriyê ne û li wan hereman hemû kiryarên dijmirovî têne kirin, ev yek parçekirina axa Sûriyê pêk tîne. Ji bo rê li ber vê parçekirinê were girtin, pêwîst e çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe ji herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vekşînin û welatiyên resen yên wan herêman vegerin cih û warê xwe. Herwiha piştî katina Rêjîma Baas desthilatdariya Şamê bi armanca hevkariya hêzên navdewletî hate li ser desthilatdariyê, xewin û xeyala tevahiya gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina Rêjîma Baas Sûriyeke wekehev û Dîmokratîkî were avakirin, her kesî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê da xuyakirin. Lewma me jî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê anî ser ziman ku piştî ketina Rêjîma Baas em ê vegerin ser axa xwe. Em dizanin ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê li ser dosyayên koçberan kar dikin. Di heman demê de pêwîst e ku dewletên navdewletî û mafên mirovan bi rola xwe rabin, rê li ber kuştin, revandin û destdirêjiyê bigirin.”

‘Pêwîst e dozên koçberan werin çareserkirin’

Ciwan Îso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga me ew ku desthilatdariya Şamê û hêzên navdewletî li ser doza vegera koçberan a bi ewle kar bikin. Da ku doza koçberan were çaresekirin, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji wan herêman derkevin û welatiyên resen vegerin cih û warê xwe.”

‘Di dema dawî de gelek kes li Efrînê hatine girtin’

Koçberê ji Efrîn yê bi navê Mehmûd Moso jî wiha axivî: “Li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê gelek kes di vê dema dawî de ji aliyên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ve tên girtin û revandin. Ev kes ku tên girtin bi hiceta ku girêdayî Rêveberiya Xweserin. Herwiha li herêma Efrînê heta niha kiryarên bê mirovî berdewam dikin û ev kiryarên bê mirovî li pêşiya çavên hêzên navdewletî tên kirin. Ruxmî vê yekê hêzên navdewletî û bi taybet mafên mirovan bê dengin.Em dibînin ku niha rewşa Sûriyê ber bi xirabûnê ve diçe, ji ber vê yekê divê ku dewletên navdewletî bi awayekî lezgîn destwerdan Sûrî bikin û dagirkerî bi dawî bibe.”

‘Em bi hêvî ne ku em vegerin cih û warê xwe’

Koçberê ji Efrînê bi navê Mehmûd Moso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê demê de behsa vegera koçberan li ser cih û warê wan tên kirin. Lê di aliyê piratîkî de tu gav ne hatine avêtin, hineke welatiyên Efrînê di vê dema dawî de vegerin li ser cih û warê xwe lê ne bi awayekî fermî. Ez bi hêvî me ku em bi ser bilindî vegerin cih û warê xwe. “

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad
NÛÇE

Kongra 7’emîn wê bibe sîwana ragihandina azad

12/06/2025
Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan
CIVAK Û JIYAN

Roja Têkoşîna li Dijî Karkirina Zarokan

12/06/2025
‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’
CIVAK Û JIYAN

‘Zanîngeha Almanî-Kurdî wê hevsengiya perwerdeyî bi zanîngehên Başûr re çêke’

11/06/2025
Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 
CIVAK Û JIYAN

Ji bo ezmûnên navîn û amadehî amadekarî tên kirin 

11/06/2025
Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov
JIN

Dema jin tê gotin, civakbûyîn tê bîra mirov

11/06/2025
RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E
HAJMARA PDF

RÊBER APO: PROJE TEMAM BÛYE, TIŞTA DIMÎNE PÊKANÎN E

11/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.