Zekî Bedran
Rejîma Baasê li Sûriyê bi dawî bûye, lê ti şoreş çênebûye. Sedema vê yekê ew e ku gengaz e ku HTŞ li Şamê li ser desthilatdariyê ye. HTŞ ji aliyê hişmendî ve li dijî demokrasiyê ye. Ew bi hişmendiya El Qaîdeyê hatine perwerdekirin û ol li nijadperestiya erebî zêde kirine. Ev tê wateya şêweyekî hikûmetê yê pir navendî û li ser bingeha zordariyê. Di vê şêwaza rêvebirinê, gelê Sûriyê wê bêriya serdema Baasê jî bike. Duyemîn bextreşiya mezin a Sûriyê hebûna Tirkiyê wekî hêzek dagirker û hewldanên wê yên ji bo serwerî avakirina HTŞ’ê ye, ku ew piştgiriyê dide wê. Tirkiye avahîsaziya siyasî ya zordar û fetisandinê li ser gelê Sûriyê ferz dike. Sedema sereke ya vê yekê dijminatiya wê ya li hember Kurdan e. Dijminatiya li hember Kurdan dibe sedema ferzkirina dewletek neteweyî ya pir navendî li ser gelê Sûriyê ye. Tirkiye dibêje ku çi dibe bila bibe, divê Kurd nebin xwedî deskeftîyan. Ji ber vê sedemê, ew li dijî azadiyan û avahiyek demokratîk e. Ew hêz û derfetên di destê xwe de bikar tîne da ku bêje divê Sûriyê dewletek yekgirtî be û rêveberî yekalî û navendî be.
HTŞ dizane ku ew ne ewqas bihêz e ku bi hêza xwe aboriyek hilweşiyayî û welatekî wêranbûyî dîsa ji nû ve ava bik e. Gelê Sûriyê piştgirîya şêwaza rêvebirina HTŞ nake. Tirkiye hemû hêza xwe bikar tîne da ku HTŞ li ser piyan bimîne û bibandor be. Li Sûriyeke demokratîk de, ew nikare li herêmên ku dagir kiriye bimîne. Ger gel rêxistinkirî be û xwedî vînekê be, ew ê serdestiya hêzên derve ne pejirîn e. Ji bo ku bandora xwe li Sûriyê biparêze û hebûna xwe ya leşkerî rewa bike, Tirkiye dixwaze HTŞ serdest bike. Ji aliyekî din ve, Tirkiye dixwaze QSD’ê ji hevkêşeyê derxîne. Ji bo vê armancê, bi DYA’yê re danûstandin kiriye. Tê fêmkirin ku wan li hev kiriye. Tê zanîn ku komeke xebatê ya sêalî ya DYA, Tirkiye û Sûriyê hatiye damezrandin. Armanca vê yekê ew e ku ev hêza şerê li dijî DAIŞ’ê, kamp û girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê bigirin li ser milê xwe. Di vê rewşê de, êdî pêwîstiya DYA bi QSD’ê namîne. Tirkiye ji bo bêbandorkirin û ji holê rakirina QSD’ê bênavber xebitî. Bi salan e, bi alîkariya DYA re PKK’ê bi tometa terorê tawanbar dike û zextê li ser wê dike. Lê DYA û hêzên hevpeymana navnetewî ferzkirinên Tirkiyê yên ku dixwestin ne pejirandin. Niha, bi hatina Trump ser desthilatdariyê, rêveberiya Erdogan hewldanên xwe zêde kiriye.
Şandeya danûstandinê yên Rêveberiya Xweser û Şamê dest bi hevdîtinan kirine. Wan daxuyaniyek ji çar xalan pakêtên ku di derbarê çareserkirina hin pirsgirêkan de dan. Her wiha hat ragihandin ku ji bo avakirina desteyên ji pisporan pêk tên lihevkirinek çêbûye. Ev pirsgirêkên çareserkirî di qonaxek pêşerojê de bi rêveberiya Şamê re hatin nîqaşkirin û lihevkirinek çêbû. Lê, HTŞ ti gavên pratîkî neavêtiye. Di vî warî de, astengî hatine derbaskirin û ne hewce ye ku meriv bifikire ku pirsgirêk dê êdî werin çareserkirin. Ji ber ku HTŞ ji bilî avahiyek pir navendî û tevlîkirina herêmên xweser di nav wan herêman de cuda ti nêrînek din tine ye. Tirkiye jî zextê li HTŞ dike ku QSD û Rêveberiya Xweser ji holê rake. HTŞ ji hêla hişmendiyê ve jî, ji dewleta Tirk ne cuda ye. Ev rewşek e ku li peyman û çareseriyê gefan dixwe. Herêmên xweser, gelê Kurd û partîyên kurd heta niha di ti xebatên avakirina Sûriyê de nehatine tevlî kirin. Destûra demikî û hikûmeta damezrandî bi tevahî biryara HTŞ bû. Ew dixwazin hebûna QSD bi dawî bikin, lê ewlehiya gelê herêmê dê çawa were misoger kirin? Teqezkirina destûrî tine ye. Tirkiye her tim dixwaze ku fikarên ewlehiya xwe li ber çavan bên girtin û wer e, mîsoger kirin. Lê ew qet ewlehiya Kurdan û gelên herêmê naxîne rojevê. Wezîrê Parastina Netewî yê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê hêzên xwe yên leşkerî ji Sûriyê venekişînin. Wisa got, “Heta ku terorîzm bi dawî nebe û ewlehiya sînorên me neyê misogerkirin, em ê vekişîna leşkerên xwe nîqaş nekin.” Ji bo Tirkiyê kî li Sûriyê terorîst e? Dema ku Tirkiye dibêje terorîst, ji bilî QSD û YPG’ê mebesta wî tu kesê din nîne. Tenê fikara wê tinekirina Kurdan û Rêveberiya Xweser e. Ew bi DAIŞ’ê re jî nêzîkî hev in, çawa ku nêzîkî HTŞ’ê bin. Dema ku DAIŞ’ê êrîş herêmên sînor ên Tirkiyê dikir, rêveberiya Erdogan qet negot ku sînorên min di xeteriyê de ne. Dema ku DAIŞ ji wir hate derxistin û herêmên Rêveberiya Xweser hatin avakirin, Tirkiyê li ser sînoran dîwar ava kir û got ku sînorên min di xeteriyê de ne.
Trump ti eleqeya xwe bi demokrasiya li Sûriyê nîne. Me gelek caran li ser vê yekê nivîsandiye; ew dixwazin ku Sûriye di bin Peymana Îbrahîmî de be û bin serweriya wan de bimîn e. Her çend piştî vê yekê rejîmek ji Baas’ê xirabtir hat damezrandin jî, ev ji bo wan ne pirsgirêk e. Mixabin, gelê Sûriyê ne rêxistinkiriy e. Gel nikare di navbera xizanî û ewlehiyê de bifikire, ew nikare rêya pêşveçûnê bibîne. Bê guman, ger ew hişyar û rêxistinkirî bin, ew ê xwedî hêz bin ku li dijî vê fen û lîstikan biseknin. Di vî warî de, pêdiviya herî mezin a gelê Sûriyê ew e ku xwe birêxistin bike û yekîtiya xwe misoger bike. Hêza herî guncaw ji bo pêşengiya vê yekê Rêveberiya Xweser e. Di vî warî de, Tirkiye dixwaze bi çêkirina peymanek bi DYA û bi hevkariya HTŞ’ê QSD û Rêveberiya Xweser ji holê rake. Mîna ku pirsgirêka herî lezgîn a Sûriyê hilweşandina QSD û jiholêrakirina rêveberiyên azadîxwaz û demokratîk ên ku li herêmên xweser hatine damezrandin be!