Farûk Sakik
Kongreya PKK’ê ya 12’êmîn bi feshkirina partiye re biryarek din jî girt û dawî li kovara Serxwebûnê anî. Rojnameya Serxwebûn 44 sal şûnde bi hejmara 521’an xatir ji xwendekaran xwest. Min xwest kurte dîroka hejmara yekemin serxwebûnê bi were parvekim.
Dema amedekariya civîna partîbûnê ya Koma Apociyan, dihat kirin, li aliyekî jî Komîteya ragihandinê ku ji Mazlûm Dogan, Duran Kalkan, Hayrî Dûrmuş û Kesîre Yildirim pêk dihat, hatibû avakirin.
Di germahiya Tîrmeha sala 1978’an de Rêber Apo di 3-4 rojan de 140 rupelên defterê nivîsî bû. Di nav komê de 2 kesan dizanibûn ku Daktîlo bikarbînin. Mazlûm Dogan û Duran Kalkan. Piştî ku Rêber Apo Manîfesto temamkir, wan jî di 4-5 rojan de bi daktîloyê redekte kir. Ev manîfesto, bingeha partiya ku dixwestin avabikin bû. Dîsa biryar dabûn ku di kovara yekem de ev Manîfesto were weşandin.
Li Dersimê, li ser redaksiyonê xebatan dest pê kir. Lê ji ber ewlekariyê û guhertina cîh, vê redaksiyonê demeke dirêj dewam kir. Derbasî navenda Dersimê û ji wê derê jî derbasî Depê, mala Sakîne Karakoçan bûbûn. Li vê derê, piştî nîqaşên redaksiyon temam kirin. Di encamê de ecibandin û biryar dan ku êdî hejmara yekem kovarê amade ye. Ji Abdullah Ocalan jî xwestin ku nivîseke taybet li ser derketina Sexwebûnê binivîse. Li ser nav jî herkes hemfikr bû. Navê Serxwebûnê tiştekî taybet bû. Ji bo peyamekê jî bidin gelê Kurd ev nav ecibandin.
Navenda xebatên wan jî li Xarpêtê bû. Ji bo çapê amûrên lazim bi têkiliyên xwe yên sînorkirî peyda dikirin û dibirin Xarpêtê. Li wêderê avahiyek hatibû kirêkirin. Hemû xebatên çapê li vê derê dihatin birêvebirin. Dema ku ev der eşkere bû, derbasî navenda Çewlikê bûn. Hemû amûrên komkiribûn jî derbasî Çewlikê kirin. Li mala Zekî Yildiz bûn. Zekî Yildiz, Ahmed Bayik û Huseyîn Durmuş jî tevlî xebatên çapê bûbûn.
Li Çewlikê 3 rojan ketin û derketina wê malê hat qedexekirin. Bi şev û roj dest bi çapkirina Serxwebûnê kirin. Her tişt temam bûbû, lê berg lazim bû. Duran Kalkan ji bo vê yekê çû Enqerê. Wî malzeme tedarîk kirin û vegeriya Amedê. Rûpela destpêkê û berga kovarê ji aliyê Mazlûm Dogan ve li Amedê ji berê de hatibû amadekirin. Wî logo amade kiribû û şiyara Serxwebûnê jî ev bû: Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir tiştek nîne. Amûrên ku ji Enqerê anîbûn, sererastkirin û dest bi çapa berga kovarê kirin. Logo û nivîsa ku Mazlûm Dogan amadekiribû jî bi cîh kirin. Rêber Apo jî hatibû li wê derê, li wê sîstemê temaşe kiribû û ecibandibû. Di payiza sala 1978´an de, êdî amedekarî temam bûbûn û 500 berg derbasî Çewlikê kirin. Li vê derê, çapa esas dest pê kir. Carinan ji ber ku teknîk tunebû, bi dest ev yek dikirin. Di rewşeke weha de di destpêka meha Cotmehê de, êdî hejmara yekem a Serxwebûnê amade bû.
Ji 500 nusxeyî, 350 nusxe jî di depoyekê de veşartin û 150 kovar jî di valîzekê de ji bo belavkirinê radestî Huseyîn Durmuş kirin. Huseyîn Durmuş berî ku van kovaran belav bike, di kontrolekê de ji aliyê Polîsan ve hat girtin. Di dest wan de bi tenê yên di depoyê de mabûn. Wan dest bi belavkirina van kir. Belavkirina van Serxwebûnan jî sînordarkirî bû. Bi tenê digihişt dest kadroyan û hin welatparêzan. Dîsa Serxwebûn di perwerdehiya kadroyan de jî dihat bikaranîn. Kadroyên komê piştî xwendina manîfestoyê dest bi nîqaşan kiribûn. Di rûpela yekem de bi nivîsa bi navê “Destpêk” politîkaya weşana kovarê hatibû destnîşankirin û di dawiya nivîsê de jî hatibû gotin; “Biryardariya me ya şerma statuya ku Kurdistan tê de ye, ew ê di têkoşîna me de bibe çavkaniya serketinê.” Piştî hejmara yekem cesaret nedikirin ku hejmara duyem derxin. Ji ber ku digotin, em bi ti awayî nagihîjin asta hejmara yekem. Di navbera salên 79 û 80´yî de, 5 hejmarên taybet hatin çapkirin. Bi hatina darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê re Kovara Serxwebûnê, navber da weşana xwe. Salekê piştî darbeya 12’ê Îlonê, li derveyî welat, li Ewrûpayê, di 1´ê Çileyê 1982´yan de, ji nû ve dest bi weşanê kir. Ji aliyê PKK´ê ve ev hejmara hanê fermî, wek hejmara yekem hat pejirandin.