Argêş Vîyan
Ev nêzî 52 salin têkoşîneke mezin ya ji bona azadiya doza Kurd tê meşandin. Beriya Tevgera Azadiyê jî gelek serhildan û hewildanên ji bona dozê hatin kirin. Ji Seyid Rizayan heya Şêx Seîdan, Qazî Mihemedan heya Zerîfe Besê û Elîşêran, pir pêşeng derketin. Li hemberî wê jî gelek Komkujî, qirkirin, tinekirin û pişaftin li dijî gelê kurd pêk hat. Lê dîsa jî kurdan qet gav paşde neavêt û bi domdarî têkoşîn û berxwedaniya xwe meşandin. Heya ku şoreşa mezin ya di sala 1978’an li gundê Fîsê bi avakirina PKK têkoşîna azadiyê gehişte lutkeyeke bilind. Heya wê deme jî gelek neyarên ku naxwazin Kurd rêxistin bibin û doza azadiya Kurd deskeftî çêbibin, derketin holê. Lê bi berxwedaniya Cuma Tak, heya Mazlûm Dogan, Salih Kendal Heya Kemal Pîran ev hişmendiyên kevneperest hilweşandin û xwe mezintir kirin. Ev bû gava pêşveçûyîna Kurdan yên ku ji aliyê desthilatan ve hatine dabeşkirin. Piştre bi pêşengiya fermandarê mezin pakrewanê rojên azad Egîd (Mahsum Korkmaz) û hevalên di bin fermandariya wî weke Gozluklu Elî û Cemşîd (Ahmed Kesîp) bi teqandina guleya yekemîn li Dihê û Şemzînanê textê dagirkeran hejandin. Gelek ciwanên Kurdistanê xwe kirin pêtê agir, xwe bi ramanên Rêber Apo xemilandin û dijmin û neyarên Kurdan gotin di cîh da be, hejandin. Kurt û kurmancî Tevgera Azadiyê heya 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtina Rêberê gelan Rêber Apo re qonaxeke têr û tijî derbaskir. Piştî dilgirtina Rêber Apo û pêvajoya girava Imraliyê berê şoreşê kete qonaxeke nû. Rêber Apo bi vîn û ramanên xwe hem ezmûneke mezin ya têkoşînê dan qezenc kirin.
Ev qonax jî, ji aliyê têkoşîna doza Kurd ve xwe gihande lutkeya berxwedana dîrokî. Ciwan piştî dîlgirtina Rêber Apo weke avê herikîn û peyama ku “Dîlgirtina Rêberê me, dîlgirtina me ye.” kom bûn û di cîhan û herêmê de cara yekem ev berxwedan û têkoşînên efsûnî hate kirin. Dema ku ev yek hatin kirin Tevgera Azadiyê jî li gor hindê xwe guhert û di veguhertinê re, xwe derbas kir. Qasî êrîşên dijmin dijwar bûn, bersivdayina êrîşan jî ewqasî xurt bû. Hêzên leşkerî yên ku di şikeftên parastinê de tevî bê derfetîyan hatibûn çêkirin, bi vîna Apogerî berxwedanî kirin û bersiva wan êrîşan dan. Bi rihê Girêsor, Amediyê, Minbicê heya Bendava Şehîdan şer serxistin û dijminê dagirker neçar ma gav bi şûnde bavêj e. Li gorî wan pêşveçûnan serokê Partiya Netewperest ya Tirkîyê (MHP’ê) Dewlet Bahçelî 23’ê Cotmeha 2024’an de axivî û got: “Pêwîste mafê hêviyê ji Abdullah Ocalan re bê dayin.” Piştî wê axaftinê biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan çû girava Imraliyê li gel Rêber Apo hevdîtîn pêkanîn. Ev hevdîtin nîşaneya destpêkirina hêviyên nû û di heman demê de jî encama têkoşîna salan bû. Rêbertî bi dîlgirtina xwe ya 26 salan de dewlet û desthiladarên hegemon hemû neçar kirin ku ji aliyê kurdan ve bêjin ku “Pirsgirêkeke mezin heye û divê demildest were çareserkirin.” Rêber Apo da nîşandan ku bi şer û êrîşan nikarin vîna Kurdan ya ji pola têk bibin û Kurd dikarin li hember her cûre êrîşan jî berxwe bidin.
Piştî wan pêşketinan Rêber Apo bi riya desteya DEM Partiyê peyamek şand û bangek bi navê “Banga Aşitî û civaka demokratîk” şand. Ev bang ji aliyê cîhanê ve pir bi baldarî hate şopandin û bi girîngî hat guhdar kirin. Tevgera Azadiyê li gorî wê bangê bi şêwazekê hemdemî kongireya xwe ya 12’emîn di dîroka 5 û 7’ê Gulanê lidarxist. Ev kongire bi banga Rêber Apo kom bû û hate diyarî kirin ji bona giyanê şehîdên mezin Alî Haydar Kaytan (Fuat), Riza Altûn û Sirri Sûreya Onder. Ev kongrêye de, peyama serkeftinê hat dayin û dawî anîna şerê çekdarî hat kirin. Ji ber Rêber Apo gotibû ku “Pêwîste PKK xwe di guhertin û veguhertinê re derbas bike.” Ev bang hem ji bona PKK’ê derfeta guhertin û veguhertina têkoşîna nûjen e û ji bona hikûmeta Tirkiyê jî derfetên bi dawî kirina gengeşe û aloziyên herêmê ye. Ev radestbûyine weke ragihandina şerê taybet dinirxîn e. Rêber Apo ji bona her du aliyan derfeteke mezin avakir, pêwîste baş bê nirxandin. Ji ber ku ezmûnên Rêber Apo yên Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berbiçavin û dê bibe modela cîhanê ya rêveberiyê. Li Rojava Kurd, Ereb, Tirkmen û Siryan hwd. Bi hev re jiyan dikin, çima li Tirkiyê Kurd, Laz, Tirk û Gurcî nekaribin bi hev re jîyan bikin?
Ji ber wê em dibêjin gelek kesan axivîn û pêşniyar jî kirin. Li gorî pêşniyara Rêber Apo kiribû, li gel hemû aliyên parlemento û derveyi parlemento jî hevdîtin hatin çêkirin, ji bona pêvajoyê bidin fêmkirin. Dê ji bona serxistina vê pêvajoyê jî, mirov nikare keda şehîdê mezin Sirri Sureya ji bîr bikin. Gelek kesan jî di derheqê van mijaran de, nêrîn didin û pêşniyar dikin çima pêkanîn nîn e? Tê gotin ku hîn destên veşartî nahelên pêvajo serbikeve? Pêwîste yên wisa bidin xuyakirin û di nav gel de bê darizandin û weke tawanbarên şer bidin xuyakirin. Pêwîste sozên tê gotin bên pêkanîn jî. Destpêkê jî rewşa Rêber Apo jî di nav de, pêwîste ku girtiyên nexweş di ber çavan re bên derbaskirin. Divê her Kurdistaniyê ku neçarî ji ber zextên dewletê koç kirine bi rengekê demildest vegerin warên xwe û dagirkeriya tirk û çeteyên wê ji wan deveran derkevin. Divê bersiv ji banga rêber Apo re tenê di gotinê de nemîne û dewleta tirk jî gavên ber bi çav bavêje.