Dilyar Cizîrî
Piştî hilweşîna rejîma malbata El-Esed a zêdeyî 53 salan desthiladariya Sûriyayê bi dest xistibû û li gorî berjewendiyên xwe hemû qadên welat kontrol dikirin, gelek pirs di nava civaka Sûriyayê de belav bû. Ev pirs bi taybet li ser çarenûsa hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizîvirin. Ev piştî hevdîtinên dawî yên di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û desthilata Şamê de ku encamên wê yên destpêkê bi vegera lihevkirina Heleb û Şêxmeqsûd û pêkanîna qonaxa duyemîn a serbestberdana dîlgirtiyan di navbera herdû aliyan de û paşê lihevkirina li ser mijara xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê yên metiriyalên Hikûmeta Şamê dixwendin, tacîdar bû zêdetir bûn.
Li gorî herêman pirs têne guhertin, bi wate alîgirên desthilata Şamê li gorî berjewendiyên xwe û aliyên piştgiriya xwe ji wan digirtin û di serî de dewleta Tirk a dagirker vedibêjin. Di serî de dibêjin mane “Sûriyayê ji rêjîma Esed rizgar bûye, çi karê QSD’ê maye, gerek xwe fesex bike û wekî kes tevî nava Artêşa Sûriyê ya nû bibin” dibêjin Rêveberiya Xweser a 14 salin rêveberiya herêmê dike û sîstema hevgirtina civakî pêş xistiye, hilweşe û saziyên dewletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê şûna wê bigirin. Ragihandina desthilata Şamê û dewleta Tirk a dagirker li ser van pirsan hemû rojevên xwe ava kirine.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî civak heman pirsê bi rêbazekî din pirs dike “Eceb piştî ewqas şehîd û destkeftiyên mezin wê çarenûsa me çibe, eceb raste wê çeteyên li Perava Sûriyayê komkujî pêk anîn, werin herêmê me jî. Eceb wê pêşeroja zarokên me yên xwendekar û saziyên me bi rêve bibin û em û zarokên xwe di wan de kar dikin, çi be? Welhasil di vê çarçoveyê de gelek pirs li ber guhê me dikevin. Beşek mezin ji civaka me yên dûrî saziyên rêveberiya xweser bûn, ji bandora navendên şerê taybet ên desthilata demikî ya veguhêz a Şamê û dewleta Tirk a dagirker bi bandor dibin, vê metirsînê di nava civakê de zêdetir dikin.
Di vê nivîsê de ez ê hewl bidim bi awayekî beşî be jî bersiva van pirsan bi çend movikan bidim. Ji bo bersiveke bi rêk û pêk were dayîn, em mecbûrin bi kurtasî be jî behsa salên derbasbûyî yên sîstema Rêveberiya Xweser û dîroka hêza wê ya leşkerî QSD’ê bikin. Di nava şert û mercên herî zehmet de ev sîstem li ser bingeha piradîgma Netewa Demokratîk a xwe dispêre felsefeya Rêber APO. Ev felsefe li ser bingeha Berxwedan Jiyane mezin bûye. Berxwedana civakî ya li ser esasê edalet û wekheviyê pêş ketiye û di şert û mercên herî zehmet de gavên herî mezin qezenc kir.
Îcar niha bi ketina vê sîstemê nava sîstema Desthilata Şamê de nayê wê wateyê tunebûna wê ye. Berûvajî wê hêza sîstema Rêveberiya Xweser a xwe dispêre hevgirtina civakî misogeriya sererastkirina tevahî sîstema Sûriya demokrat a ne navendî ye. Ji ber wê bela gelê Sûriyayê û di serî de civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji beşdarbûna nava saziyên desthilata Şamê rehet be. Çiqas planên hindir û derve hebin jî wê sîstema QSD’ê û Rêveberiya Xweser ên din di nava xwe de bihelîne û ne gengaze ew karibin bandoreke mezin li ser bikin.