Nehîr pale
Di navbera du rojan de min derdora 20 jinên ku hevjînê wan wefat bûye, dîtin. Rûyê her yekê ji wan mîna tabloyên xumamî, çav melûl û sîmeyên gelekî westiyayî bûn. Mêr, çi birayên hevjînên wê, yan jî zarokên wan li derdora wan jinan bûn. Mîna ku dev ji hemû karê xwe berdane û bi wan jinan ketine. Jinên hevjînên wan mirine sûc nekirine ku li ser serê wan nobedar bin. Rêbazên ku bi wan re didin bikar anîn mîna ku ev jin li ser serê wan bûne bar, divê namûs û şerefa jinên mêrê wan wefatkirine, biparêz in. Ev hemû jî di bin navê kevneşopiyan de tê kirin.
Ev çi kevneşopî ye ku lawikê 10 salî parastina jineke hevjînê wê miriye, bike. Hemû jinên min ew dîtin temenên wan ji 20 û jor ve bû, xwedî zarok in û tecrûbeyên wan hene, lê li gorî kevneşopiyan ev jin nikarin xwe biparêzin, lawikê 10 salî namûs û şerefa wê û malbatê diparêz e.
Tişta balkêş jî di hemû rewşan de jin tê sûcdar kirin û kesek newêrê ku kevneşopiyên dûrî edaletê lêpirsîn bike. Hinek jinên xwedî zarok ku piştî wefata hevjînên xwe careke dîtir zewicîne li ber çavê zarokên wê û civakê reş dikin. Ji civaka cinsiyetparêz kesek napirse çima ew dayîk li gel zarokên xwe nemaye û careke dîtir zewicî ye. Ji ber vê yekê ez ê balê bikşînim ser kevneşopiyeke dîtir. Jina hevjînê wê wefatkiriye jêre dibêjin`Jinebî` eger temenê wê biçûk an mezin be ew neçare bi mêrekî dîtir re were girêdan. Li gorî kevneşopiyan eger ew li gel zarokên xwe bimîne divê bi birayê hevjînê xwe re bizewicê yan jî yê malbata wê (bav, bira û apan) bi zorê wê ji zarokên wê dûrbixîn in û vegerînin malê careke dîtir bizewcîn in.
Di hemû rewşan de kêmanî dikin a jinê û wê sedema hemû pirsgirêkên civakî dibîn in. Şaxên vê zîhniyetê gelekî kûr çûne, di kevneşopî, rêbaz, ziman û her tiştê civakê de diyar dibe. Jin temenê wê çiqas be yan jî kî be ji vê zîhniyetê xilas nabe. Berevejî dibin qurbanê vê zîhniyetê û heyanî saxin divê xizmeta vê zîhniyetê bikin û xwe jêre isbat bikin. Jina hevjînê wê wefatkiriye mîna pariyekî hemû mêr dixwazin wê biqurpîn in. Bi westandin û fedakariyeke mezin zarokên xwe bi tena xwe xwedî dikin, ne malbata wan ne jî malbata hevjînê wan pêre dibin alîkar. Yên derdora wê jê napirsin ku ew ê pere ji kudere bîne û zarokên xwe xwedî bike, berevajî li ser serê wê û zarokên wê ne. Eger lawikên wan hebin piçekî zexta civakê li ser wan sivik dibe, lê tenê keç bin dayîk û keçên xwe heyanî saxin ew ê di bin rehmeta mêr û kevneşopiyan de bin.
Duh wexta min cejin li wan dayîkan pîroz dikir mîna ez ji miriyan re bibêjim cejna we pîroz be, bi dengekî nizm bertek ji wan derdiket. Her çavên wan li mêrên nobedar û celad ên li ser serê wan in, bû. Gelekî bi baldar tevdigeriyan da ku zeyîfatiyeke wan negrin. Min dema ev yek didît min hîsdikir ew dayîk di cehenemeke heft tebeqeyî de dimîn in.