Dîlan Mulhim\Qamişlo
Li Rojhilata Navîn û bi taybet li Îranê rojane jin rastî kuştin, destdirêjî, revandin û tundiyê tên. Li gorî raporên rêxistinên mirovî, tenê di Nîsana bûrî de li Îranê 12 sûcên kuştina jinan û 12 bûyerên xwekuştina jinan rû dane.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di dema dawî de kuştina jinan zêdebûye. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, di Nîsana 2025’an de li Rojhilatê Kurdistanê 12 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Herwiha 12 jin bi awayekê bi guman xwekuştine.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê 47 jinên Kurd ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 97 jin jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li hemberî van kiryarên dijmirovî ku li dijî jinan tên meşand li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê saziyên mafê mirovan û hêzên navdewletî ve tu bertek nehatine nîşandan. Bêdengiya navdewletî rê li ber kuştina jinan vedike, herwiha pêwîst e hêzên navdewletî û bi taybet saziyên ku mafê jin diparêzin bi erkê xwe rabin.
Rêjîma Îranê xwe li ser bingeha tunekirina jinê ava kiriye
Rêjîma Îranê di dîroka xwe ya demdirêj de heya roja me ya îro siyaseta xwe ya darvekirinê bi her şêweyî li hemberî çalekvanan dewam dike. Ji xwe tê zanîn pergala rêjîma desthilatdar ya Îranê li ser bingeha tunekirina jinê hatiye avakirin, ew bi zihniyeta zilamê serdest zagonan didine avakirin. Di heman demê de hijmareke mezin ji mirovan hatin bi darvekirin û bi taybet jin. Di roja me de jî gelek mînakên ber bi çav hene ku Jîna Emînî dixwest bi nasnameye Jintiyê û di heman demê de bi cil û bergên xwe yên resen xwe bide pêş, lê ev bû sedem ku rejîma Îranê ji bona domadina pergala xwe xeteriyek mezin bibîne.
Li Rojhilatê Kurdistanê cezayên darvekirinê li ser jinan tên ferzkirin
Hişmendiya baviksalyarî û sîstemên hegemonîk naxwazin ku sedsala 21`ê bibe sedsala azadiya jin, bêhitir êriş û qirkirina xwe li ser jinan zêde dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet li Îranê rojan e jin rastî kuştin, destdirêjî, revandin û tundiyê tê, herwiha divê dema dawî de hejmareke ji jinan li ser destê mêr tên qetilkirin. Di heman demê de cezayên darvekirinê heta roja îro li Rojhilatê kurdistanê li ser jinan tê meşandin. Ji ber ku naxwazin hêza jinê xurtbibe, desthilatdariya rêjîma Îranê bi birîna cezayên darvekirinê li ser kesayetên pêşeng, rojnameger, siyasetmedar û yên bi bandor di civakê de. Tirsa serîrakirina li hember rejîmê dide avakirin, bi taybet ev siyaset li ser gel û jinên Kurd bi tundî tê meşandin. Herwiha Hêzên dijberî jin û doza wan çalakvan, xebatkarên civakî, siyasî, rêveberî û aborî dikin hedef. Armanca wan tunekirina îradeya jinê ye.
Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li hemû qadên têkoşînê bilind bûye
Jinan di têkoşîna ji bo mafên xwe û civakê de berdêlên giran dan û jiyana xwe ji dest dan, hatin girtin, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû man, lê tu car dev ji têkoşînê bernedan. Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya li hemû qadên têkoşînê bilind bû, sînor derbas kirin û bû banga yekîtiyê. Ev sekna jinan, nîşaneya têkiliya di navbera aqilê hevpar û zanînê, axê, gel, azadî û wekheviyê de ye. Jin bi zanistî û hişmendiya kolektîf, li hember polîtîkayên zextkar ên hêzên hegemonîk serî rakirine û vê zanabûna têkoşîna bi hêz avakirine. Li hember şerên parkirinê yên desthilatdaran, dem hatiye ku hemû jin, mêr û ciwan ji bo hevdîtinek di nava şoreşê de û hevgirtinê ava bi kin.