Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd aştiyê dixwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seyd

Mijara sereke ya pêvajoya demokratikbûna Sûriyê li ser zimanê gelek aliyên herêmî û yên Navdewletî ye. Şertê sereke yê aliyan ji bo qebûlkirina Ehmed El-Şeri û kabineya wî jî ew e ku bi Israîlê re xwedî peywendiyên baş be û hinekî komkujiyên li hember pêkhateyan kêmtir bibin. Her çiqasî ev wekî şert li pêşiya van aliyên ku niha li Şamê desthilatin hatibin danîn jî lê ev wê bi xwe re çi demokrasiyê bîne ger kesên radîkal û tunderew di nava saziyan de xwedî peywirên biliind bin?

Dîsa dewleta Tirk ew ku zêde zextê dike da ku danûstandina di navber Şamê û Bakurê Sûriyû negihêjin sêrî lê şert û merc wekî daxwazên wê nabin. Bi vê ve girêdayî, hefteya derbas bûyî, şandeya bakur û rojhilatû Sûriyê li Şamê bê û bi hikumeta demkî ya desthilata li wir re rûnişt. Wêne ê dîmenên danûstandinan ku li ser çapemeniyê belav bûn, rengekî nû raberî kesên doza yekrengiya Sûriyê dikin, kir. Li heber çend endamên Hikumeta Şamê yên riya wan dirêj, şandeyeke ku di nava xwe de jinên Kurd, Ereb, yek kesê ji pêkhateya Suryan û yek jî Ereb cih girtin. Ev şande ne li ser navê Kurdan an ereban an jî pêkhateyeke din çûn, lê berê li ser navê bakurê Sûriyê û rêveberiya xweser bûn.

Vê şandeya navborî daxwazên xwe li ser masê eşkere kirin û ji yên derve re jî ji yên li hundir salona danûstandinan re jî gotin ku bazarê li ser vî miletî û pêkhateyekê nekin, ji ber vaye em ji hemû pêkhateyan li pêşberî we ne.

Dîsa destpêkirina van danûstandinan bi vî rengî, bi xwe re hêviyekê dide pêkhateyan ku ew ê  tunderewiya ku niha serwere bi diyaloga bi Rêveberiya Xweser re hinekî kêmtir bibe û aliyê dijber mejbûr bike ku di hin aliyan re tawîzan bide an jî wê xelkê Sûriyê wan qebûl neke.

Dawiya dawî, ew ê bi zexta leşkerî pirsgirêkên li Sûriyê çareser nebin û ancax bi diyalogê riyên baştir ji bo aştiyê peyda bibin. Hêzên ku bixwazin mijara şer û zextê bibin pêş, ew ê dawî rûreş bibin. Ji ber rêjîma Esed a bi sala xwest vî rêbazî bi kar bîne û xwe li ser piyan bigre, her kesî dît çawa di nava şev û rojekê de ji hev belav bû.

Çareserî bi diyalogê dibe û hêvanê wê jî projeya Rêveberiya Xweser e. Pirrengiya ku di şandeya Bakurê Sûriyê ya çûyî Şamê de jî nîşaneya hêviyê pêşkeşî pêşerojeke baştir a xelkê Sûriyê kir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.