Friday, June 6, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Peywendiyan a Kampa Newroz, Nedîm Omer diyar kir ku bi hatina demsala Havînê re pêwîstiya koçberan bi pêviyên girîng heye û got, “Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser em pêdiviyên koçberan yên bingehî pêktînin”

Dema ku dewleta Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir, bû sedema koçberiya sivîlan û derxistina wan ji bajarên wan. Dewleta Tirk a dagirker bi hezaran malbatên Serêkaniyê û Girê Spî, neçar kirin ku mal û milkên xwe li pişt xwe bihêlin. Herwiha ji bo bicihkirina van koçberan Rêveberiya Xweser kamp dan avakirin, lê ji ber Kampa Serêkaniyê(Waşûkanî) cih lê nema, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberên van bajaran li Kampa Newroz ya dikeve bakurê bajarê Dêrikê bi cih kirin.

Kampan Newroz di sala 2014`an de hate avakirin, ev kampe piraniya koçberên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî lê bi cih bûne. Herwiha hejimara koçberan li Kampa Newroz 5 hezar û 100 kes in û ji hezar û 50 malbatan pêk tê.

Derbarê rewşa Kampa Newroz Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Peywendiyan a Kampa Newroz, Nedîm Omer ji Rojnameya me re axivî.

‘Em li gorî derfetên Rêveberiya Xweser pêdiviyên koçberan pêktînin’

Nedîm Omer anî ziman ku bi hatina demsala Havînê re pêwîstî û xweseketên koçberan zêde didin û wiha got: “Bi hatina demsala Havînê re pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên bingehîn hene, ji ber ku demsala havînê pir germ e, koçber di vî alî de gelek êş û astengiyan dikşînin. Herwiha ev 2 sal in ku rêxistinên navdewletî pêwîstiyên bingehî li koçberan belav nekirine, sedema vê yekê jî şerê di navbera Okraniya û Rûsiya ye. Piştî ku serokê Amîrka dorpêşkirin li ser Sûriyê rakir piraniya rêxistinan xwe ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişandin û karê xwe kêm kirin. Di heman demê de, dema ku rêxistinan xwe ji herêmê vekişandin bandoreke mezin li koçberên kampan hate kirin. Ji ber ku dema ev rêxistin li herêmê bûn, alîkarî bi koçberên  kampan re dikirin. Em li gorî derfetên Rêveberiya Xweser pêdiviyên koçberan yên bingehîn pêktînin, pêdiviyên di nava destê me ne zêde ne û têra koçberên li kampê nakin. Elektirîk li herêma me ne zêdeye û kêmasî di keve aliyê avê, ji bo vê yekê bi alîkariya Rêveberiya Xweser di rojê de 8 seetan cenetoran bi kartînin.”

‘Pêwîst e rêxistinên tenduristiyê destekê bidin Heyva Sor a Kurd’

Omer da zanîn di demsala zivistanê de baran zêde nebarî, ji ber vê yekê havîna îsal pir germ e û wiha pê de çû: “Rêxistinên navdewletî ev du salan dermanê kêzikan, tûpişkan û hwd li hewîrdora kampê nekiriye. Li gorî hêz û karîna xwe em têkiliyê bi şaredariya bajarê Dêrikê re dikin û şaredarî jî li gorî derfetên xwe dermanên kêzikan li kampê belav dike. Herwiha ji aliyê tenduristî ve gelek kêmasî hene û aliyên ku bi tundirstiyê ve girêdayî bi taybet Heyva Sora Kurd e. Di heman demê de komeleyek girêdayî rêxistina UNICEF li kampê heye, ev komele beşa tenduristî ya zaroka tenê ser xwe digire. Lê Heyva Sor a Kurd bi giştî karê tendurstî radibe, lewma pêwîst e rêxistinên tenduristî destekê bibin Heyva Sor a Kurd. Da ku karibe bi karê xwe yê tenduristî rabe.”

‘Pêwîst e rêxistinên mirovî bi erkê xwe rabin’

Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Peywendiyan a Kampa Newroz Nedîm Omer eşker kir ku bi hatina demsala Havînê re nexweşiyên ku li kampê derdikevin mîna weke nexweşiya leşmaniya, kolêra û hwd, wiha bi dawî kir: “Ev nexweşiyên ku derdikevin bi sedema qirêj û germa havînê ye. Herwiha bi riya Heyva Sor a Kurd rewşa kesên nexweş bi awayekî domdar dişopîne tên û derman li wan tên belavkirin. Banga me ji rêxistinên mirovî re heye ku bi erkê xwe rabin û destekê bidin Rêveberiya Xweser, ji bo ku em karibin pêviyên koçberan pêkbînin.”

Post Views: 8
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.