Argêş Vîyan/Qamişlo
Endama Konseya Serokatiya PYD’ê û hevseroka şandeya danûstandinên li gel hikûmeta Şamê Foza Yûsif diyar kir ku ew goftûgoyên hatin meşandin ji bona yekitiya gelên Sûriyê ne û wiha got: “lihevkirina Sûrî-Sûrî çareserkirina pirsgirikên herêmê ne”
Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya gavên ji bo bicihanîna peymana ku di 10’ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin de, li Şamê bi rayedarên rejîmê re civiya. Li gorî daxuyaniya hevberdevkên şandeyê, civîna yekem bi hevnasîna aliyan dest pê kir. Piştre, li ser planeke xebatê ya hevbeş û pergalekê guncaw ji bo bicihanîna bendên peymanê li ser erdê danûstandin hatin kirin.
Di derbarê danûstandinên li gel hikûmeta Şamê yêk ji hevseroka nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Foza Yûsif ji rojnameya me re axivî
‘Xala ku sereke li ser hat sekinandin divê Sûriyê pirsgirkên xwe bi aşitîyane çareser bik e’
Hevseroka Şandeya goftugoyan ya li gel hikûmeta Şamê Foza Yûsif bilêv kir ku divê hemû pirsgirêkên civakê di nav danûstandinan de bê çareserkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Xala ku destpêkê hat nîqaşkirin ew bû ku divê pirsgirêkên Sûrî-Sûrî bi aşitîyane bên çareserkirin. Di wir de berpirsyarîtiya sereke dikeve li ser mile bingehîn Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ye. Pêwistî hat dîtin ku ev her du hêz bihevra birûnin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev çareseriye jî êdî bi rêbazên leşkerî nabê, pêwiste bi danûstandin û goftûgoyan bên çareserkirin. Ji ber ku şer û pevçûn ev ezmûnên salan de da xuya kirin ku gelek tirajediyên mezin anîn li ser gelê Sûriy ê. Herdu alî jî, li ser wê xala hevbeş hev kirin ku êdî gelê Sûriyê re alozî û gengeşî ne, demokrasî û aşitî pewîst e. Ji herdû aliyan we hat teqezkirin ku “Axa Sûriyê yek e û nayê dabeşkirin.” Xala din ya em weke şande li ser sekinîn ji ew bû ku pirsgirikên Sûriyê navendî û yek destî ve nayê çareserkirin. Ji ber ku Sûriyê de gelek pêkhate û gelên cûda jiyan dikin û divê pergalekê demokratîk ve bê rêvebirin. Pêwiste destûrekê demokratîk hebe ku ji bona mafên gelên Sûriyê bên parastin. Me biryar da ku desteyek hevbeş bê avakirin û wê desteyê de hemû nûnerên Sûriyê jî cih bigire û ji bona parlementoya nû bê avakirin de, nûnertiya hem netewe û zimanan di hindûrê wê de bê kirin. Êdî li gorî desteyên ku hatin diyarkirin em ê karên danûstandinan bidin meşandin. Ew desteyê hevbeş yên ku hatine hilbijartin ji mijarên weke perwerde, tendirûstî û hwd. dê kar û xebatên xwe destpê bik e. Ew desteyê de ji herdu aliyan jî nûnertî dê bê kirin. Emê jî karên tên meşandin bi nêz ve bi şopînin. Aliyekê din mijara girîng li ser hate hevkirin ku perwerdê bû., xwandekarên ku asta amadehî de tevlî ezmûna dibin biryar hat girtin ku ezmûnên xwe bajarên ku tê de jiyan dikin pêkbînin û demekê nêz da ev li ser bên sekinandin. Desteyekê ji bona vegera koçberan bi ewle pêk de bê avakirin û vegerekê ku ji bona bajarên dagirkîrî pêk bê û çeteyên hawîrdor dê wan herêman bên valakirin.”
‘Em ê demekê nêz de vegera koçberan pêk bînin’
Foza diyar kir ku xalên ku hatine nîqaşkirin dê demekê nêz bikevin meriyetê û wiha bilêv anî: “Em ê bi şêwazekê hevbeş xalên ku hatine nîqaş kirin li kar bikin. Gelek pirsgirêk û kêmahiyên Sûrî-sûrî hene ku pêwîste demildest bên çareser kirin. Karê ku demên pêşiya me bê kirin ew e ku avakirina desteyan û diyarkirina karên desteyan e. Karê herî sereke bê meşandin ew e ku koçberên ji ber dagirkeriyê warên xwe neçarî terikandine, vegeran ya bi ewle ye. Taybet koçberên Efrînê û perwerde dê desteyekê lezgîn bê avakirin. Mijara penaberan îro xwasteka me hemûya ne ku herkes welatê xwe de bê pirsgirêk jiyan bike. Hemû bajarên Sûriyê penaberî hatiye jiyan kirin û gelê me welatê xwe dûr hatiye xistin. Me li ser wan xalên vegera koçberên herêmên dagirkirî teqez kir û lihevhatin hat kirin. Ji bona pêkanîba wê xalê jî erkekî mezin dikeve li ser milê me hemûyan. Ji xwe ji bona wan mijaran me pêwîstî dît ku em herin Şamê û pirsgirêkên xwe bi hevre çareser bikin. Ne tenê koçberên hindûrê Sûriyê de di heman demê de jî yên ku koçber bûne çûne derveyî welat jî dê bên mîsogerkirin û vegeran wan jî bê pêkanîn. Em ê di demekê nêz de jî li ser hurgûliyên wan hevdîtinan jî daxûyanekê berfireh bidin çapemeniyê”
Şanda ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku di 12’ê Nîsanê de ji bo pêvajoya danûstandinan hatiye avakirin, navên ji pêkhateyên etnîkî û siyasî yên cuda cih digirin:
Foza Yûsif – Endama Konseya Serokatiyê ya PYD
Ebid Hamid El Mihbash – Hevseroka Partiya Pêşeroja Sûriyeyê
Senherib Bersum – Hevseroka Partiya Yekîtiya Suryaniyan
Ehmed Yûsif – Hevseroka Konseya Darayî ya Rêveberiya Xweser
Sozdar Hecî – Endama Fermandariya Giştî ya YPJ
Meryem Îbrahîm – Hevseroka Desteya Karên Civakî
Yasir Silêman – Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Gelan
Rayedarên ku nûnertiya hikûmeta Şamê dikin:
Muhammed Kanatrî (Cîgirê Rêveberê Ofîsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya Wezareta Karên Derve)
Ebdulganî Muhammed (Rêveberê Ewlekariya Navxweyî ya Parêzgeha Helebê)
Mesud Battal (Serokê Dosyaya Efrîn)
Fewaz El Ayish (Cîgirê Wezîrê Karûbarên Sivîl ê Wezareta Karên Navxweyî)