Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endama Desteya Rêveber a Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Cîger diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina konferansa Hevserokatî, avakirina civakeke demokratîk e û siberojeke azad.
Konferansa Hevserokatiyê bi dirûşmeya ‘‘Ji ciherengiyê hêza me tê, ji hevkariyê vîna me ava dibe’’ kombûna jinan a Zenûbiya lidarxistin. Ev konferans bi armanca pêşxistina sîstema hevserokatiyê li Bakur û Rojhilara Sûriyê û di heman demê de li tevahî Sûriyê ji bo pêşerojeke wekhev û azad e. Di konferansê de hevseroketiyên meclis û saziyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Jinan a Sûriyê, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk û Konfedraliya Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Derbarê konferansa Hevseroketiyê de endamê Desteya Pêşeroja Sûriyê Zelal Cîger ji Rojnameya me re axivî.
‘Armanca me redkirina desthilatdariyê ye û pêşxistina hevserokatiyê ye’
Zelal Cîger destnîşan kir ku armanca me rakirina sîstema desthilatdariyê ye û pêşxistina sîstema hevserokatiyê ye û wiha got: “Ev konferansa Hevserokatiyê armaca me jê sîstema ku ji 2014’ an ve hatiye meşandin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destpêkê li herêm û kontona Cizîrê, Kobanê û Efrînê sîstema hevserokatiyê hate meşandin. Dema ku Rêveberiya Xweser di 2014’ an de hate avakirin di wê demê me sîstema Hevserokatiyê di hemû sazî Û dezgehên xwe de esas girt û bi pêşxist, ji bo me gelek girîng bû ku ev sîstem bi pêşkeve, ji ber ku armancek me hebû ku di dîroka me de û bi taybet di Rojhilata Navîn de sîstema desthilatdarî û koletiyê dihat meşandin, newekhevî û qirkirin gelek li pêş bû, ji bo em vê sîstemê bugherin û tune bikin, me wekheviya gelan û bi taybet wekheviya herdu zayendan da pêş ji bo herdu zayend bi hevre civakê bi rê ve bibin, ev sîstem bi felsefeya Rêber Apo derket pêş ku di sîstema neteweya demokratîk de û di sîstema Rêveberiya xweser de hat avakirin, ji ber ku wekheviya di navbera jin û mêr de heye. Armanca me sîstema desthilatdariyê û koletiyê ya ku ji 5 hezer sale tê meşandin ji holê rakin û li şûna wê sîstema wekhevî û hevserokatiyê li pêşxin ku jin jî rola xwe têde bilîze, dema ku em van konferansan ji gelê xwe re lidardixin ji bo em ji wan re diyar bikin ku modêleke sereke ya civaka demokratîk derkeve pêş.”
‘Sîstema hevserokatiyê sîstema wekheviyê ye’
Zelal diyar kir ku sîstema hevserokatiyê sîstema wekheviyê ye û wiha domand: ” Di vê konfernasê de rêveberî, sazî û dezgehên civakî, desteyên jin, rêveberiya xweser ya Tebqa, Reqa û Dêrezorê amade bûn, hemû beşdarên jin û mêr kar û xebatên xwe yên van salên dawî û bi taybet piştî rizgarkirina van herêman ji DAIŞ’ê nirxandin ku çawa guhertina zihnî di milê jin de çêbûye. Êdî jin serdestiya zilam li ser xwe qebûl nake. Mêrên oldar û şêxên Eşîran ji di konferansê de amade bûn û nêrîna xwe jî dan ku hevserokatî û wekhevî modêleke girînge ku were pêşxistin ji ber ku hewcedariya me pê heye, lê mixabin ji ber zihnîyeta paşverû ya dasthilatdariya mêr û dewletê ku mafê jinê xwaribû, koletî û serdestî li ser jinê feriz dikir, êdî divê em bighêjin wê astê ku em wekhevî û demokratiyê bidin pêş û li ser wê esasê bimeşin.”
‘Sîstema hevserokatiyê nimûneya sereke ya sîstema rêveberiyê ye’
Endamê Desteya partiya Sûriya pêşerojê Zelal Cîger di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Sîstema hevserokatiyê nimûneya sereke ya sîstema rêveberiyê ye, Rêber Apo ferdiyeta di civakê de qebûl nedikir û di felsefeya xwe de dibêje ‘‘kesek ji bo civakê û civak ji bo kesekî’’ divê li ser vî bingehî bixebitin. Di vê felsefeyê de pêwîste civak bemeşe û li ser vî esasê kar û xebat bikin, ji bo pêşerojek demokratîk û azad ji bo civakê dibe ku em li ser esasê hevserokatî, wekheviya zayendan û felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinê bimeşin. Divê mirov sîstema demokratîk, wekhev û jiyana azad ji malbatê destpê bikin, ji ber ku malbet nimûneya biçûk a sîstema demokrasiyê ye. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me sîstema demokratîk û hevserokatî naskir ji bo pêşerojek azad ji civakê re.”