Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo pêşxistina asta sazî û civakê xelekên xwendina parêznameyan

01/06/2025
in ROJEV
A A
Ji bo pêşxistina asta sazî û civakê xelekên xwendina parêznameyan
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê bi hevkariya Kongra Star bi armanca piştxistina asta sazî û meclisan dest bi birêxistinkirina şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan kir.

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê bi armanca pêşxistina asta endamên meclis û saziyan, bi hevkariya Kongra Star dest bi birêxistinkirina şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan kir.

Di her şêwirê de ku 15 rojan dewam dike, têgehên bingehîn ên wekî civaka demokratîk, neteweya demokratîk, sosylojiya azadiyê, têkoşîna exlaq û polîtîk, nîqaş dikin.

Xelekên xwendina parêznameyan bi xwendina pirtûka Sosyolojiya Azadiyê dest pê kir. Der barê mijarê de hevseroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm got: “Pêvajoya heyî li gel Banga Aştî û Civaka Demokratîk, vegera li ramanên Rêber Abdullah Ocalan hewce dike. Armanc ew e ku pêkhatina civakê, guhertinên dîrokî ji şerên qebîleyan heya ol, fikirên kapîtalîst, avakirina dewletan û serpêhatiyên civakan bi kûrahî werin fêmkirin.”

Raziya Îbrahîm da zanîn ku armanca ji van şêwiran pêşxistina rola saziyên civakî ye da ku bikarin bi têgihiştineke siyasî û exlaqî pirsgirêkên welatiyan çareser bikin.

Raziya Îbrahîm bi domdarî got: “Endamên sazî û meclisan ne tenê karmend in, lê lîstikvanên çalak di pêvajoya avakirina civakan de ne, ji ber vê yekê jî divê xwedî têgihîştinek kûr a xwezaya pirsgirêkên ku mirov pê re rû bi rû dimînin.”

Raziya Îbrahîm, bang li hemû beşên civakê kir ku beşdarî şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Sekna li hemberî bandorên fikirên kapîtalîst û avakirina civakeke exlaq û polîtîk ji xwendinê, xwefêmkirin û fêmkirina civakê, rewşa dîrokî û siyasî dest pê dike.”

Hewl tê dayîn ku şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li taxan û saziyên perwerdeyê jî werin birêxistinkirin. ANHA

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.