Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DYE’yê xwe li Başûr û Rojava qayimtir dike

01/06/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Li gorî gotin û trafika diplomasiyê, tê xuyakirin ku Emerîka, him li Bexdayê û him li Şamê giraniya xwe mezintir dike.

Li dijî rêveberiya Bexdayê, senatorên Emrîkî nameyek tund şandine Wezerata Derve ya DYEyê, nerazîbûna xwe bi tundî nîşan dane û gotine; “Bexda, bi tevayî ketiye ber destê Îranê”!

Li Moskovayê, Şêwirmendê Ewlekariya Netewiyê Iraqê Qasim Ereci û Sekreterê Ewlekariya Giştî ya Îranê Elî Ekberî dicivin.

Li rex vê hilwesta dijberî Bexdayê, li gel rêveberiya Hewlêrê gotin û peywendiyên xwe xurtir û mayindetir dike.

Hevpeymanên bazirganiya enerjî û xazê, ji dijî yasayên Bexdayê, yekser li gel Rêveberiya Federal a Herêma Kurdistanê çê dike.

Her wiha him Bafil Telebanî û him Mesrûr Berzanî vedixwînin Washingtonê.

Hema hema hilwestek wisa dişibe ya Bexdayê, li Şamê jî birêve diçe.

Li vira jî, Îsrail ji rexekî ve rêveberiya demkî ya Ehmed Şara tengav dike û hewcedarî hewara DYE’yê dike, li aliyê din li ser vê senaryoyê Trump li Riyadê, nûnerê wî yê berpirsê Sûrî Thomas Barrack li Stenbolê, hevdîtinê bi Ehmed Şara re çêdikin.

Hema li pey van hevdîtinan Thomas Barrack ê ku di heman demê de Serbolyozê DYEyê li Enqereyê ye, vê Pêncşemê derbasê Şamê dibe û “xwoşewistiya” xwe ya li gel Rêveberiya Şamê bi pêşve dixe û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Şeybanî re, xaniyê xwe yê Balyozxaneya Şamê, piştî 14salan vedikin.

Di heman rojan de şandeya Rêveberiya Xweser a Rojava jî li Şamê ye û wê di çarçova peymana navbera Mezlûm Ebdê û Ehmed Şara de hevdîtinan pêk bîne.

Her wiha tê gotin, cezayên berê yên li ser Sûriyeyê hatin rakirin.

Li aliyê din, têkilî û peywendiyên xwe yên li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê(Rojava), her xurtir dike.

Bi vêya jî ranaweste, ji bo yekrêziya Kurdên Başûr û Rojava hewldanên şênber dike, li ber çavê raya giştî.

Her wiha piştgriya têkilî û peywendiyên navbera Mezlûm Ebdê û Mesûd Berzanî dike.

Di heman demê de destekê dide, peywendî û pêkhatina hevpeymana navbera Mezlûm Ebdê û Ehmed Şara jî.

Heta li goreyî TVa El Meşhed a Dubai dibêje; “Enqere xwe amade dike ji bo pêşewaziyê li hatina Mezlûm Ebdê bike”. Her wiha li ser gotina General Ehmed Rahal ku bi rojnemavan Ramî Şûşanî re kiriye, dibêje “ji bo ewlekariya Îsrailê, dikarin  Mezlûm Ebdê bikin ‘Serok an Cîgirê Serokê Sûriyê’ jî!

Dema ku mirov bala xwe dide van gotin û kiryaran û şîrove dike, senoryoya Emerîka û hevalbendên wê yên li ser Rojhilata Navîn, hîn zelaltir tên dîtin.

Hema hema gotin û hilwestên Macron jî, mîna rayedarên DYEyê ne; him ji bo nerîn û peywendiyên wî yên li gel hêzên Kurdistanî û him yên li gel rêveberiyên Bexda û Şamê.

Her wiha Wezîrê Derve yê DYEyê Rubio jî dibejê, “hevkariya me li gel Kurdistanê stratejîk e û evder mifteha aramiya herêmê ye” û hwd!

Şandeyek YEyê jî li Şingalê ye.

Wisa diyar dibe ku, di Rojhilata Navîn de Kurdistan dibe navenda piralî ya cîhanî; siyasi, leşkerî, aborî, bazirganî, çandî û hwd.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.