Esma Mistefa/Qamişlo
Gelo biryara cemdandina cezayan li ser Sûriyê bi desthilata Şamê re dikare bibe cihê kêmkirina kirîza aborî a civakê? Şîrovekar û Aborînas Azad Hiso da zanîn ku di ferzkirina Qanûna Qeyserê de tenê gel bû qurbanî û desthilata Şamê wê nebe hêza careserî û geşkirina aboriya Sûriyê.
Cezayên navdewletî yên li ser Sûriyê komeke tedbîr û qedexeyên aborî ne ku di dema desthilatdariya Beşar Esed de li ser Sûriyê, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û gelek dewletên din hatibûn ferizkirin. Ev ceza wek bersivek li ser zordariya hikûmeta Sûriyê li dijî sivîlan di dema şerê navxweyî de hatin ku di sala 2011’an de teqiya û heta sala 2024’an berdewam kir.
Armanc pêşîgirtina li kiryarên rêjîma Esed li ser gel
Cezayên Amerîkî ji van tedbîrên herî giran û bibandor in ku ew aliyên derve jî di nav xwe de digirt û digihîşte ambargoyeke aborî a giştî. Hêjayî gotinê ye ku ev cezayên Dewletên Yekbûyî weke xwe man heta sala 2020’an, dema ku Qanûna Qeyser ket meriyetê. Armanc ew bû ku rê li ber rejîma Sûriyê bigire ku li dijî welatiyên xwe tundûtûjiyê bikar bîne, û wê ber bi reformên siyasî ve bibe, da ku sedemên bingehîn ên pevçûnê çareser bike.
2025 ragihandina rakirina cezayan
Di 13’ê Gulanê de Donald Trump li Riyadê bi awayekî ji nişkêve biryara rakirina cezayan li ser Hikumeta nû a Sûriyê ragihand. Ev biryar li ser daxwaza Mîr ê Keyaniya Erebistana Siûdî, Mîr Mihemed bin Selman hat dayîn. Her wiha yekîtiya Ewropayê di 24’ê hevê de erêkirina li ser vê biryarê di Civîna Meclisa Ewropayê de îlan kirin.
Sivikirina cezayan piştî erdheja wêranker a 2023’an
Daxwazên navneteweyî ji bo rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê piştî erdhejên wêranker ên ku di sala 2023’an de li Tirkiye û Sûriyeyê qewimîn zêde bûn. Ji ber ev biryar bandoreke wê mezin li ser hewildanên alîkariya mirovî heye. Li hember vê yekê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hin dorpêç demkî sivik kirin, û rê da hejmarek ji rêxistinên xêrxwazî ku alîkariyên darayî û mirovî ji bo Sûriyê bişînin.
Siyaseta li ser gelê Sûriyê û bi taybet Kurdan
Girêdayî vê mijarê şîrovekar û aborînas Azad Hiso ji rojnameya me re wiha axivî: “Rêjîma Esed siyasetek wiya a aborî hebû ku her tim polîtîkeya durxistina civakê ji siyasetê û aboriyê dida meşandin. Tenê di asta ku gel pêdiviyên xwe yên rojane peyda bike û dabara xwe bike bû. Ev yek jî da ku civak dûrî siyaset û xuliqkariyê bike bû. Di 2004’an de bûyerek li Qamişloyê hat rûdan, gelê Kurd serî li hember rêjîma berê rakir. Rêjîma Esed siyaseta pêşnexistina aborî û pêşesaziyê li herêmên Kurda da meşandin, da ku di van herêman de pêşketin çênebin û gel her tim berê xwe bide metrepolan. Ev yek jî bi taybet siyasetekî zirav li ser gel û herêmên Kurdan bû.”
‘Gel êşa cezayên Qanûna Qeyserê kişand’
Azad di berdewamiya axaftina xwe destnîşan kir ku Şoreşa Sûriyê bi bin ket û Qanûnên Qeyserê hatin ferzkirin û got: “Şoreşa ku di Sûriyê de hatiye pêkanîn, bi tu awayî bi ser neket û bû kirêzeke êdî gel rojane bi kiryaran re dima. Ji lewra Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê Zagonên Qeyserê li ser Sûriyê û rêjîma wê ferz kirin. Ev zagon di asta yekemîn de ji bo gel hatin ferzkirin, da ku rê li ber kiryarên desthilata Sûriyê yên li ser gel bê girtin. Lê belê Qanûna Qeyserê di aliyê hikumet û rêveberiyê de her wiha di aliyê leşkerî de tu bandoreke xwe a mezin nîn bû, lê di aliyê aborî de derî li civakê hat girtin û a ku êşa van cezayan kişandine tenê civakên di Sûriyê de bûn.”
‘Geşkirina aborî di Sûriyê de nîne’
Azad Hiso diyar kir ku cemdandina cezayan tu sûdê li Sûriyê nake û got: “Biryara rakirina cezayan ango cemdandina wan ji aliyê dewletên têkildar ve, ev weke şansekê ye ku didin hikumeta nû a Şamê. Lê belê ev yek nayê qebûlkirin, ji ber bi vê gavê bêhtir rewakirina hikumeta nû hat dayîn. Hikumet nû bi vê terzê xwe yê heyî nikare Sûriyê birêve bibe, hey aniha em dibînin ku destdirêjî li ser gelan tê kirin.”