Stêrk Mihemed/Qamişlo
Rêber Abdullah Ocalan “Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em di nava civakê de bavêjin, divê derbarê hevjiyana azad de be. Tu qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî taybetiya bingehîn û diyarker nîne”. Ji lewra em dikarin pirs bikin gelo hevjiyana azad di nava pergala heyî de dikare pêk were?
Hevjiyan azad çareseriya aloziyên civakî ye. Hevjiyan di zimanê kurdî de tê wateya bi hev re jiyîn, her wiha hemû têkiliyên civakî, çandî, siyasî û hestyarî digire nava xwe. Bi şêwazê girtina biryar, hilbirantin, xebitîn û fikirîn derdikeve holê da ku nijada mirovan li ser rûyê gerdûnê berdewam bike.
Jineolojî zanista jinê ye, ji her jinekê re zanist pêwîste ji bo xwe nasbike di heman demê de derdora xwe nasbike. Jin di her alî de rastî tundiyê tê, ji ber derfeta li pêşiya jinê hatibû girtin bi saya şoreşa Rojava, tevgera azadiyê û fikira Rêber Apo xwe naskir û riya têkoşîna azadiyê da pêşiya xwe. Jin gotinek ne biçûke, gotinek bi têkoşîn, berxwedanî, hêz û zanebûnê tijî ye.
Yek ji têgehên bingehîn ê Jineolojî hevjiyana azad e, hevjiyana azad tê wateya bi hevre jiyîn. Çarçoveya hevjiyanê berfireh e, hemû têkiliyên jin û mêr ên çandî, civakî, hestyarî û siyasî yê di nava civakê de têkiliyên hevjiyanî ye. Her çiqas di navbera jin û mêr de gelek cudahiyên fîzîkî, derûnî û civakî hebin jî ev nabin sedema serdestî û bindestiyê, berovajî vê ev cudahî hevdu temam kirin e. Di serdemeke pir qirêj a dîrokê de, hevjiyana azad û hevtemamkirin; çareseriya mirovahiyê ye.
Hevjiyana azad çareseirya aloziyên civakê ye
Têkiliyên hevjiyanê xwedî xisletên wisa ne ku ji binî ve, bandorê li ser tevahiya têkiliyên civakî û derdûnî dikin. Heger ev têkilî li ser bingehê wekhevî û azadiyê ava bibin, di her aliyê civakê de, çanda azadîxwaz û wekhevîxwaz diafirîne. Heger ev têkilî li ser bingeha desthilatdarî û koletiyê ava bibin, berovajî vê têkiliyên desthilatdariyê bi xwe re civaka serdest dide ava kirin. Lewma pêwîst e bandorên desthilatî li ser têkiliyên hevjiyana azad nekin. Desthilatdarî li ser her tiştî xwedî bandoreke neyînî ye, di qada hevjiyanê de jî ev taybetî xwe dide der. Serdestiya li ser hevjiyanê bingeha xwe ji damezrandina malbata xanedanî û baviksalarî digire. Ji bo avakirin û parastina vê desthilatê, pergala baviksalarî maf û azadiya jin û zarokan sînordar dike.
Di avakirina neteweya demokratîk de, hevjiyana azad xaleke bingehîn e. Ji ber ku hevjiyana azad, dihêle ku hemû qadên jiyanê, li ser bingehê azadiyê û wekheviyê ava bibin. Ji bo jiyanek wekhev û demokratîk pêwîste ku hevjiyana azad di navbera jin û mêr de pêkwere û têgihiştina wekhevî û azadiyê merceke girîng e.
Divê bandora kapîtalîzmê li ser hevjiyana azad neke
Ji ber bondora desthilatdarî û kapîtalîzmê jin weke kole di nava civakê de dihat dîtin û tenê bi mal ve dihat sînordarkirin, hişmendiya mêrê desthilat ango zilamê fêlbaz li ser jinê dihat meşandin û jin weke amûrekî dihat dîtin, lê dema em li civaka xwezayî vegerin emê wê demê ked û zanebûna jinê bibînin, di nava klanan de jin pîroz dihat dîtin weke “Jina Dayîk” dihat naskirin lê ji ber zihniyeta mêrîtî, desthilatdar û zayendperestî jin kirin kole, di bin navê şerm û namûsê de li ser jinê qirkirin, bindestî, zordarî û bê mafî hat feriz kirin, lê bi derketina rêxistin, şoreşa Rajava û ya herî girîng fikir û felsefeya Rêber Apo re, ev bê mafî di derheqê jinê de kêm bû, hêdî hêdî jinê xwe û mafên xwe naskir û koletî qebûl nekir.
Niha ew jinên têkoşer cihê xwe li çeperên şer, dibistan, siyaset, huner, û di malbatê de jî digirin dest û bi saya ked û remanê Rêberê mirovahiyê Rêber Apo, ked û mafê jinê hat naskirin. Îro bi taybet em jinên kurd mînaka azadî û cesaretê dibînin, em wan pêşengê şoreşê û azadiyê dibînin. Em ji bîr nekin ku eger jin carekê kole bû mêrê desthilatdar deh caran koleye, koletiyê ji dewletê û desthilatdariyê re dike.
Hevjiyana azad felsefeya jiyana azad û demokratîk e Jin û mêrên ku di encama têkoşînê de karîne şoreşeke hişmendî û nirxên azadiyê bipêş bixin, dikarin bibin xwedî hevjiyana azad. Şoreşek civakî ancax bi pêkanîna hevjiyana azad di hemû qadên civakê de pêk werin.
Jina azad û mêrê azad ên ku kirdeya hevjiyana azad in di asta azadî û wekheviyê de xwe perwerde kirin, hem bi hev re û hem jî bi civakê re divê radeyeke pevgirtinê ava bikin. Ev jî ne rewşeke wisa hêsan e, ev têkoşîna derûnî ye, têkoşîna rêxistinî ye, têkoşîna polîtîk e, têkoşîna xwe parastinê ye. Şerê herî mezin a dîrokê ye û gelek dijwar e.
Li gor feraseta jiyana azad a demokratîk têkiliyên evînê yên di nava zayendan de nêzî felsefeya jiyanê ya hevjiyana azad e. Em behsa hevjînitiyê dikin, em behsa jin û mêrtiyê nakin. Di felsefeya hevjiyana azad de jintî û mêrtiya azad heye. Têgeha jina min û mêrê min dibe sedem ku di nava herdu zayendan de şer rû bide û şêweya têkiliya li ser tundiyê derkeve pêş. Jin li gor çanda jintiyê mêr jî li gor çanda mêrtiyê mezin dibin û ev rol wiha tên parvekirin. Divê ev rol li gorî hevjiyana azad were parvekirin, ne li gorî desthilatdarî û kapîtalîzmê. Eger em îro behsa jiyaneke azad û bi wate bikin emê riya hevjiyana azad ji xwe re bikin mînak û li ser esasê wê jiyana azad bimeşin
Ji dahûrandinên Rêber Apo derbarê Hevjiyana Azad de.
Karekterê mêr ê serweriya civakê, heta roja îro derfet nedaye ku diyardeya jinê weke zanistî bê nirxandin. Zanistên civakî çiqas kêm û dereng li ser mijarên komîn û demokratîk rawestiyane, ew çend jî zêdetir dûrî mijara jinê mane. Mîna ku bûyerên li dora jinê û serhatiyên wê pir pêdiviyên xwezayî be û ev têgihîştin xwe di hemû zanistan de nîşan dide û di helwestên siyasî û exlaqî de wek pêşferaziyeyekê tê qebûlkirin. Ya herî mirov xemgîn dike, jin bi xwe jî hîn bûye vê paradigmayê xwezayî bibîne. Risteyên ku qala jinê dikin, di bêje û gotinên zilam de, ku mohra xwe, çawa ku li tevahiya zanistan daye, li zanistên civakî jî daye, barkirî ne bi nêzîkatiyên propagandatîf ku qet dest nadin rastiyê. Statuya rastîn a jinê bi van bêje û gotinan ve belkî jî çil caran tê nixumandin, heman weke ku dîrokên şaristaniyê tenê çîn, mêtin, zordestî û işkence ye.
Li ser navê jiyanê gava pêşî ya em di nava civakê de bavêjin, divê derbarê hevjiyana azad de be. Tu qada jiyanê bi qasî qada hevjiyana azad xwedî taybetiya bingehîn û diyarker nîne. Aborî û dewlet weke têkiliya bingehîn têne hesibandin û ev fikreke sabit a sosyolojiya modernîteyê ye. Di encamê de aborî û dewlet jî navgînên hevjiyanê ne. Nabe ku hevjiyan bikeve xizmeta aborî, dewlet û olê de, berevajî divê dewlet, ol û aborî bikevin xizmeta hevjiyanê de. Lewma ev rewşa berevajî xwe li tevahiya sosyolojiya modernîteyê gerandiye.